REWŞ LI ÎRAQÊ XETERE CENGEGE DIN DI RÊ DE YE

REWŞ LI ÎRAQÊ XETERE CENGEGE DIN DI RÊ DE YE

Berî bi dawî bûna sala 2019an, Emerîkayê gurzeke bi bandor li berjewendiyên Îranê li Îraqê û Sûriyê xist, wexta ku navendên yekîneyên Hizbulla ya ji bal Îranê ve tê piştevanî kirin moşke baran kirî, ev êrîş ne tenê lêdana bingeheke mîlîşiyayên Îranê ye, lê bi derbas bûna hevrikiya Emerîka û Îranê li ser xaka Îraqê ji bo qonaxa şer û cengê tê hesab kirin.

Êvara roja yekşemî 29/12/2019an Emerîkayê 5 navendên yekîneyên Hizbulla ku ji bal Îranê ve tên piştevanî kirin, li rojava Îraqê û her wiha li Sûriyê bordoman kirin, 3 navend li Îraqê û 2 li Sûriyê, 25 çekdarên wê mîlîşiyayê hatin kuştin û pêtir ji 50 çekdarên din birîndar ketin.

Emerîkayê ev hengav avêt piştî li du mehên rabûrî pêtir ji 10 caran, mîlîşiyayên girêday Heşda Şebî li Îraqê li berjewendiyên Emerîkayê xistî, dawî car avêtina moşekên Katyoşa bo bingeha serbazî ya bi navê K-1 li Kerkûkê ku têde zirarên canî bi hêzên Emerîkayê ketine.

Piştî êrîşa ser navendên Hizbulla, Emerîkayê daxuyanî da û eşkere kir, wan êrîşeke serketî pêkanî û dirbeke mezin li Îranê xist, lê ne go ku ev êrîş dê ya dawiyê be belku hinek rêkarên dinên herî dijwar wê di rê de bin.

Komara Îslamî ya Îranê bi rêya mîlîşiyayên girêday xwe şer li wilatên Sûriyê û Îraqê dikir, her ji destpêka sala 2019an pêgeha wê li Sûriyê ji ber çend sedemekan lawaz bû, bi taybet ku di vê salê de Îsraîlê û Emerîkayê çendîn caran pêgehên mîlîşiyayên Îranê li Sûriyê hedef kirin, her çend ku wê hewil di dan Sûrî ji dest neçe lê belê ev yek çêbû, piştre wê hewil dan li Îraqê pêgeh û bandora xwe bihêz bike.

Emerîkayê ji meha gulana sala 2018an ceza li ser Îranê danan, piştre li meha 11 ya heman salê cezayên herî dijwar li ser kerta petrola wê danan û go ku ewê dahata petrola Îranê tune bike û hişyarî da her wlatekê bazirganiya petrolê li gel bike, ya rast Emerîkayê ev yek kir û Îran ku bikaribie bandora cezayên Emerîkayê li ser xwe hinekî sivk bike, dest bi yariyeke qirêj li navçeyê kir bi taybet li Îraqê.

Ji dawiya sala rabûrî Îranê cengeke siyasî, abûrî, cemawerî û li vê dawiyê serbazî li Îraqê da meşandin, wexta çendîn caran li du mehên rabûrî bi rêya mîlîşiyayên xwe bingehên emerîkayê hedef kirîn, Emerîkayê jî vê carê bêdengî hilnebijart û bersiveka zelal û eşkera da Îranê û go ku ev cara dawiyê nabe, bersivên dijwartir wê di rê de hebin.

Ev yek jî Îraqê ber bi xeterê dibe, ji ber ku tiris heye bibe meydana cenga Emerîka û Îranê, zrara wê jî tenê dê ji bo Îraqê be.

Emerîkayê çendîn behane ji bo lêdana navendên Hizbullayê hene, her çend ku ev mîlîşiyaye li ser Îranê tên hesab kirin, lê belê sedema sereke ev mîlîşyaye di lîsta terorê ya Emerîkayê de cî digre û Emerîka wan bi encamderên êrîşên cuda yên van 2 mehên rabûrî hesab dike.

Pustên heman beş