PKK’E Û TESFIYEKIRINA SERKIRDEYÊN WILAT PARÊZ

PKK’E Û TESFIYEKIRINA SERKIRDEYÊN WILAT PARÊZ

Beşa duyemîn

Hejmareke zor ya wilatparêzan paş sala 2000ê bi sedema nerazîbûnê li ser gotneke Apo hatin kuştin!

Paş girtina ‘Ebdulla Ocalan  rêberê zîndanî krî ê PKK’ê li roja 15/2/1999an de û diyar bûna koka PKK’ê û serkirdatiya wê bi yekem derketina Ocalan  di destên Mîtê de ku gotî “em ji bo xizmetkirina dewleta Tirkiyê amadene” paşan ew nameya dest nivîs a ku Ocalan  daye berdem dadgeha blind a Tirkiyê ku têda diyar kir bo ti caran me nexwestiye şer li dijî Tirkiyê û armancên wê ên sitratîcî bikîn, û daxwaza şeş mehan ji dewleta Tirkiyê kir jibo wê yekê ku di dema 6 mehan de gerîlayên PKK’ê bê çek bke”, vê yekê kênceke herî nigetîv liser wilat parêzên dinava rêzên PKK’ê de kir û ev yek bi guherîna sitratîca sereke a PKK’ê mêze kir, jiber vê yekê wilatparêzên di nava PKK’ê de nerazîbûna xwe nîşan da ku ev yek bû sedema kuştina hejmareka herî zor a wan wilatparêzan di nava PKK’ê de.

Paş daxuyaniyên Ocalan hevrikiya herî mezin dinavbera endamên Konseya serkirdatiya PKK’ê ” Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Elî Heyder Qaytan, Botan, Osman Ocalan, Pelşîn, Sozdar Avêsta, Murad karaylan, Mistefa Qarsû” dirist dibe, lê belê her qas cudahî dinavbera wan de heba li himber wan kesên li dijî sitratîcî a Ocalan tevgeryaban yekgirtî dibûn û bi hemû îmkaniyat li dijî wan kesan di rawestan.

Ji bo bê deng kirina wan kesên li dijî sitratîca no a PKK’ê û rêberê wê ê zîndan kirî paş salên 2000an qonaxeke no hat dest pê kirin ku bi qonaxa girtin û kuştin û winda kirina van endamên wilat parêz dihêt naskirin, heya niha jî hejmareke herî zor a wan kesên di nava PKK’ê de hatîne winda kirin navên wan nehatîne eşkere kirin lê em dikarin navê hindek ji endamên serkirdatiya PKK’ê ku li dijî sitratîca no a PKK’ê sekinîn paşan bi destê PKK’ê dihên kuştin û zîndan kirin li vir bînîn weke: endamê komîteya navendî a PKK’ê “Nasr/ bi kod navê Faroq Bozkort” ku PKK’ê ev kes liser raya cuda kuşt, her wiha “Haron Dore, Golan Garzan, Fayeq Rojava, …. Û pir kesên din ên mîna van kesan”.

A rast weke pêş niha me gotî tu caran PKK’ê xwe li kuştina endam û serkirdeyên xwe nekiriye xwedî û hertim yan kuştina wan bi xwe kuştin didin diyar kirin yan jî dibêjin di şerê digel dewleta Tirkiyê de şehîd ketîne yanjî sûça sîxoriyê ji bo dewleta Tirkiyê dide pal û dibêjin ew jiber vê sîxoriyê kuştin, a cihê dilgraniyê eve ku PKK’e hertim di van karên xwe de serketin aniye û hertim karîye qenaetê ji bo endam û alîgrên xwe dirist bike ku ya ew dibêjin raste û ji dervey wê a ew dibêjin axaftin û pîlana dewleta Tirkiyê ye ji bo dijatî kirina vê rêkxistna.

Cemîl Bayîk: kesên dixwastin dest danin ser PKK’ê û ciyê rêber Apo bigirin ji mere eşkere bûn, me rê neda ew li gor nerîna xwe ya çetegeriyê tev bigerin

Kesên ku paş girtna Ocalan û diyar bûna rastiya PKK’ê li dijî vê rêkxistinê tevgeryan pir zêde bûn lê belê kesên ku herî zêde li cem PKK’ê dihên bas kirin dibe ev sê serkirdên diyar ên wê partiyê bin ew jî evin “D. Silêman, Ferhad, Botan” van serkirdan bi hemû şiyanên xwe tekoşîn kir ku PKK’ê vegerînin liser rêya Kurdatiyê û PKK’ê li jêr bandora dewletên dagîrkar bînin der, lê belê ev kese paşan bi tawana îxanetê hatin sûçbar kirin û neçar man rêzên vê rêkxistinê bicî bihêlin, Cemîl Bayik van kesan bi serkirdên çetegeriyê dinava partiyê de binav dike û dibêje: D. Slêman û ew kesên digel wî de bûn paş desteser kirina Ocalan hemû hewildan kirin ku dest danên ser PKK’ê û ciyê rêber Apo bigirin, lê belê her zû ev yek ji mere eşkere bû û me rê bi wan neda ligor nerîna xwe a çetegerî tev bigerin, lê belê gelo dibe kesek mîna D. Silêman ku canê xwe li Başûrê wilat kir qurbanî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê kesek çete be?! Ev pirs liser zoran ji serkirdeyên din ên wilat parêz dinava PKK’ê de diriste lê belê jiberku ligorey siyaseta PKK’ê û sitratîca wê a şaş tev negeriyan li cem PKK’ê bi çete û xaîn hatin nav kirin.

Yeke din ji wan serkirdên here diyar dinava PKK’ê de ku xwedî dîplomasî û karîzmayeke bi bandor bû “Kanî Yilmaz” bû, ku ew jî bi rengeke hov ji aliyê PKK’ê ve li Silêmaniyê tê teror kirin, Feysel Donlaycê bi kod navê Kanî Yilmaz li 1/1/1950an li Ceylan Pinar a Orfayê hatiye ser dinê, êk ji damezrînerên sereke ên partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê ye, di nava PKK’ê de berpirsyariyên cuda wergirtîne sala 1979an de li Tirkiyê tê desteser kirin û li 11 Şuwata sala 1989an ji zîndanê serbest tê berdan, 12 şobata sala 1993an de bi paseporteke sexte derbazî Elmanya dibe, piştî demekê li wir mafê penaberiya siyasî werdigire û li 26/10/1994an li London tê girtin û Kanî Yilmaz heya 19 Tebaxa sala 1998an li Berîtanya girtî dimîne, dema Ocalan derbasî Ewropa dibe Kanî hewl dide li Ewropayê mafê penaberiya siyasî ji bo Ocalan destve bîne, lê belê hem PKK’ê hem Ocalan jiberku nekarîn cihekê ji bo Ocalan peyda bikin Kanî sûçbar kir ev yek di demekê de bo ku Kanî bo dema du heyvan bo ji zîndanê hatiye serbest berdan.

Kanî Yilmaz ji PKK’ê veqetiya û partîya wilatparêzên demokrat ava kir, PKK’ê ew li navenda bajarê Silêmaniyê teror kir

Piştî girtna Ocalan Kanî Yilmaz dibêje Ocalan teslîmî dewletê bûye û di bin kontirola saziya eskerî a herî jûr a Tirkiyê de ye “Turk Genel Kurmay” Kanî Yilmaz dibêje jiberku Ocalan di zîndanê de teslîmê Tirkiyê bûye gereke çidî weke serokê PKK’ê nehê naskirin li sala 2004an de ji PKK’ê vediqetît û partîya wilatparêzên demokrat “PWD” dadimezrîne û li slêmanyê nîştecî dibe, li sala 2005an bi jineke Birîtanî bi navê “Şêrî Layzer” re dizewice.

Jiberku Kanî Yilmaz şexsîyetek dîblomatîk û xwedî tecrobeyek mezin bû PKK’ê hertim ew ji bo xwe weke gef û dijber “Mixalf” didît, jiber vê yekê ji bo kuştina wî li 11 Şibata 2006an de bombek ko ji dûr ve tê kontrol kirin o teqandin li nava ‘erebeya wî didanin û wî teror diken.

Kanî Yilmaz ji aliyê kesekê bispor û taybet di nava hêza tîmên taybet ku bi “fîdaîyên PKK’ê” tê naskirin hat teror kirin navê wî kesî jî “Velî Çat” bi kud navê ” Orfalê Numan ” bû. Velî Çat salekê berî hingê weha xwe diyar dike ku ji PKK’ê veqetiyaye û li kampa “Seyd Sadq” nîştecî dibe û li wir bi jinekê re ku ji PKK’ê veqetiya bû dizewice û wiha Kanî Yilmaz îqna dike ku ji PKK’ê veqetiyaye, bi vî awayî ew pir nêzî Kanî Yilmaz dibe û bombeyê dinava ‘erebeya Kanî Yilmaz didane û  li dema Kanî Yilmaz diçe ji bo dagirtina banzînê diçe benzînxaneyê li Silêmaniyê erebeya wî diteqîne û wî teror dike, cenazeyê Kanî Yilmaz dibin ciyê ku ew ji dayk bûy û di merasîma cenazeyê wî de dayka wî û bra û mirovên wî PKK’ê sûçbar dikin û dayka wî di merasîmê de dibêje kurê min şehîdê kurdistanê ye û silogana “şehîd na mirin” dide.

Demekê berî hingê Kanî Yilmaz ji bo kuştina hikmet fîdan daxuyanyekê lser pêgeha înternêtî a bi navê wwiw.welatparez.com liser kuştina kesên wilatparêz û rewşenbîr bi destê PKK’ê dinivîsîne, Yilmaz ji bo hindek berpirsên herî jûr ên PKK’ê weke “Duran Kalkan û Murad karaylan û Cemîl Bayik” dibêje ko ev  kese gerîlayên PKK’ê ji bo kuştina kesên wilat parêz han didin.

Kanî Yilmaz dibêje kongreya duyemîn û sêyemîn ya kongreya gel xala werçerxanê ye. Di kongreya duyemîn de bi agahdariya dewletê û bi fişara parêzeran “parêzerên Ocalan” liser kongreyê biryara şer hat standin, rûyekê vi şerî ev bû ku li bin navê şer kirin li dijî dewletê gerîla bihên tesfiye kirin û rûyê din ê herî girîng êrîşa liser “PWD” û qadroyên wilatparêz bû ku dixwastin vê lîstikê xirab bikin. Heval “Sîpan Rojhilat û Kemalê Sor” piştî vê yekê hatin qetil kirin û ji bilî kuştina van gelek hewl û çalakiyên cuda ji bo kuştina qadroyên wilat parêz hatîne encamdan lê belê serketin ne aniye, giropa karaylan û Duran Kalkan û yeke din ku bisporiyeke herî xurt tir heye ew jî ku Cemîl Bayike ku kete nava vê giropê biryar zûtir hatin wergirtin û piraktirîze kirin. Cemîl Bayik piştî kongreya sêyemîn ji bo kongireyên çîya û Ewropayê nirxandinan dike û ew nirxandinên wî encam day rêxistnê ji bo cînayetan han dide ev ser rast kirin û erkdar kirina gerîla û endamên nava rêkxistinê de ji bo cînayetan peywestin bi van nirxandinên Cemîl Bayik. Di vê demê de ew agahiyên “Hewa”yê aniye çîya kênc liser Cemîl Bayik kiriye ku Cemîl Bayik dîsan dinava PKK’ê de erkdar bibe û Osman jî layiqî şexisyeta xwe ku tif kirî, dîsan tifa xwe balîse û bizivre çîya.

Evên li serî me amaje pê krî bi tenê dilopeke ji wê Deryaya xwînê a PKK’ê ji xwîna kesên wilat parêz ên kurd dirist kirî…

Pustên heman beş