PARLEMENTOYA ÎRAQÊ LI SER DERXISTINA HÊZÊN EMERÎKAYÊ DICIVE

PARLEMENTOYA ÎRAQÊ LI SER DERXISTINA HÊZÊN EMERÎKAYÊ DICIVE

Parlementoya Îraqê îro wê bicive û aliyên Şîe  jî hewl didin yasayekê pesend bikin ku hêzên emerîkayê ji Îraqê bên derxistin.

Rêxistna Bedir ku Hadî Amirî Serkirdatiya wê dike daxwazê dike, ew civîn bi awayê vekirî birêve biçe.

Tê pêşbînî kirin beşekî zêde ji firakisyonên Kurdistanî û beşek ji Sunneyan deng ji bo derxistina hêzên Emerîkayê li Îraqê nedin.

Cvîna îro ya parlamentoya Îraqê ji bo gotûbêj kirina binpêkirina serweriya Îraqê ye ji aliyê wilatên biyanî ve bi taybetî Emerîkayê, piştî wê êrîşa emerîkayê li Bexdayê pêk anî û bû sedema kuştina fermandarê feyleqa Qudis ya Supayê pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û cîgirê serokê desteya heşda Şebî, Ebo Mehdî Mûhendis û çend fermandarên din yên Îranî û heşda Şebî, li ser rêya balefirxaneya Navdewletî ya Bexdayê.

Wê di civîna parlementoyaê de “reşnivîsa piroje biryarekê ji bo derxistina hêzên Emerîkayê ji Îraqê were amadekirin, bo vê mebestê zêdetir ji 160 îmzayên parlementeran hatine kom kirin.

Tê pêşbînîkirin parlementoya Îraqê dest bi xwendin û pesend kirina reşnivîsa pêşniyar-yasaya derxistina hêzên biyanî ji Îraqê bike, jiberku rêkeftina sitratejîk di navbera Îraq û Emerîkayê de heye, lewra divê bi yasayê ew rêkeftin bê hilweşandin, di demekê de berê firaksiyonên Şîe hewla pesend kirina pêşniyar-yasaya derxistina hêzên biyanî ji Îraqê dabû û mebesta serekî jî, derxistina hêzên Emerîkayê ye ji Îraqê, pesendkirna vê pêşnyar-yasayê pêtvî bi dengên pranya endamên parlamentoyê heye, wate dengê 165 parlementer, di demekê de ku 177 endamên parlementoya Îraqê Şîe ne û tê pêşbînîkirin beşekî zêde ji firakisyonên Kurdistanî û beşek ji Sunneyan deng bo derxistina hêzên Emerîkayê nedin.

Tê zanîn ku Hîzbullaha îraqê gef li her yek ji firakisyonên kurdî û Sunne kirine ku beşdarî rûniştina parlementoya îraqê bibin ji bo derkirina piroje yasaya derkirina hêzên biyanî liser xaka îraqê, berevajî her firaksiyon yan parlemantarek ku beşdarî rûniştinê nebe wê weke xaîn were naskirin.

Çavdêrên siyasî vê gefa Hîzbullah weke gefek liser Demokrasiyetê dibînin û radigihînin nabe tu givaşek liser tu firaksiyon yan endam parlemanekê hebin ji bo biryardan liser piroje yasayekê di nava parlementoyê de.

Pustên heman beş