ÎRAN PIR ACIZE Û RÊYA TOLHILDANÊ JI EMERÎKAYÊ DEST NÎŞAN DIKE

ÎRAN PIR ACIZE Û RÊYA TOLHILDANÊ JI EMERÎKAYÊ DEST NÎŞAN DIKE

Cesedê Qasim Suleymanî giha Îranê û yekîtîya Ewropa Zerîf gazî kir

Cesedê Qasim Suleymanî li Îranê bi slogan û gefên mezhebî hat pêşwazî kirin, yekîtîya Ewropa jî weke hoşdarî Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê gazî kiriye Birokselê, li demekê Donald Tiramp serokê Emerîkayê eşkere kiriye ku heger her êrîşeke rejîma Îranê li ser berjewendiyên Emerîkayê were pêkanîn, 52 navendên girîng yên serbazî, abûrî û Kiltûrî yên Îranê wê kevin ber êrîşên Emerîkayê û werin jinav birin.

Îro yekşemî 5/1/2020an cesedê Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Quds ya supayê pasdaran ku li îniya rabûrî di êrîşeke asîmanî ya Emerîkayê de, li nêzî balefirxaneya Bexdayê hat hedef kirin, giha bajarê Ehwazê û li wir bi slogan û gefên mezhebî hat pêşwazî kirin û bo bajarê Meşhedê hat bi rê kirin.

Cesedê Qasim Suleymanî, li bajarê Meşhedê dê ji bo bajarê Tehrana paytext were veguhastin û tê çaverê kirin sibe roja duşemî 6/1/2020an merasîm ji bo werin lidarxistin û piştre ji bo bajarê Qum bê veguhastin, li gor bernameyekî ku supayê pasdaran ragihandiye, roja sêşemî 7/1/2020an, cesedê Qasim Suleymanî wê bigehe bajarê Kirmanê ciyê ji dayik bûna wî û li wir wê were bin ax kirin.

Cemawerê Îranê û supayê pasdaran di merasîma pêşwazî kirin û oxir kirinê de li cesedê Qasim Suleymanî, hejmareke siloganên mezhebî û gef kirinê di gotin, her çend ku piranya wan siloganan  li dijî Emerîka û Îsraîlê bûn, lê belê beşa her zêde girêdayî rewşa hundir ya wilat bûn.

Îran dibêje wê Emerîkayê, Îsraîl û S’ûdîyê jinav bibîn

Çavdêrên ku rewşa Îranê di şopînin li wê bawerê ne ku komara îslamî wê hemû hewlên xwe bide ku mifayekê herî zêde ji derfeta kuştina Qasim Suleymanî li asta navçeyî û deverê bi giştî û li asta hundir a wilat bi taybetî bi dest xwe bêxe, li gor siloganên ku îro li bajarên Ehwaz û Meşhedê di hatin gotin, rastiya nerîna çavdêran bi zelalî tê dîtin ku pêşbîniya wan hinekî mentiq têdeye.

Ji bilî siloganên “mirin ji bo Emerîkayê” “mirin ji bo Îsraîlê” ku li dema 40 salên rabûrî îranî yan di tev bûn û helkeftan de gotine, hinek siloganên din yên bi gef hatin gotin ku têde gefa jinav birina Emerîka û Îsraîlê û her wiha Erebistana S’ûdîyê dihatin gotin.

Lê belê beşeka berçav ya siloganan peywendî bi rewşa hundir ya Îranê ve hebûn weke silogana “xuyna Suleymanî jiyan bi me bexşî û em ji ajawê derbas kirin”, mebest ji vê siloganê xwepêşandanên vê dawyê yên bajarên Îranê û Rojhilata Kurdistanê bûn ku di edebyatên Îranê de pêlên germ yên nerazîbûnên cemawerî bi ajawe tên bi nav kirin.

Komara îslamîya Îranê li demekê caddeya Îranê bi pirsa şînî û bin ax kirina cesedê Qasim Suleymanî ve mijûl kiriye, beşeka ajansên navdewletî eşkere kirine ku hinek peyam di navbera Îran û Emerîkayê de hatine lihev guhertın.

Di van peyaman de, nameyeke Mayk Pompêyo wezîrê karên derve yên Emerîkayê heye ku tê gotin bi rêya balyozê Suyisrayê gihaye Tehranê û her wiha bas li seredana şandeke wilatê Umanê bo Tehranê û hewildan ji bo navgîniya di navbera Tehran û Waşintonê de dike û tê gotin hinek peyamên karbidestên koçka spî di gel de bûn.

Bas li bernameyê seredana Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsyayê ji bo Tehranê tê kirin bi mebesta aram kirina rewşê, her wiha bas li wê yekê tê kirin ku wezîrê derve yê Qeterê di seredana roja şemî de ji bo Tehran hilgirê peyama dewleta Emerîkayê bûye.

Bizavên navgîniya Tehranê û Waşintonê bê encamin û Îran li ser helwesta xwe ya Tolhildanê mukire

Ebas Mûsewî berdevkê wezareta derve ya Îranê, îro di konferenseke çapemeniyê de, bi awayekê wiha ew hewildan pişt rast kirin, lê belê amaje bi wê yekê kir ku tu derencamek nebû û Îran li ser helwesta xwe ya tolhildanê mukire, lê Kiltûre Qasim Suleymanî li dijî tundutîjiyê bû û Tehranê hez li ser şerî nîne û hewl didin berisva wan bi awayekî be ku şerê di navbera Emerîka û Îranê de li pey xwe neîne.

Bi gotina Mosewî nameya wezîrê derve ya Emerîkayê bê rumet kirin têde bû ku wan jî di astekê herî nizim de û bi heman wêje berisva wan daye.

Li ser şanda Mesqetê jî Berdevkê komara îslamîya Îranê ragihand, ew şand li Îranê ji aliyê tu kesê nehatin wergirtin û bi destên betal an bi destên vala vegerîn.

Nav bûrî amaje bi wê yekê jî kir ku wezîrê karên derve yê Qeterê berî niha bernamê geşt kirinê dana bû û tu peyamek pêre nebû.

Bê pîlotên Suleymanî kuştî ji Qeterê rabûne

Li ser wê pirsê jî kanê aya raste balefirên bê pîlot ku Qasim Suleymanî hedef kirine ji Qeterê rabûne, Mosewî got: ew karê bisporên serbazî ye û min agehî li ser nîne.

Beşeka ajansên lokal yên nêzîk ji desthilatdarên Tehranê bas li wê yekê kirine ku Waşinton bi rêya 16 wilatan bi awayên cuda daxwaz ji Îranê kirine ku eger tu dije kiryarek nebe, ew amadene dorpêçên ser Îranê hilweşînin. Ev nûçeye ji aliyê çavdêran ve weke hez û amajeyên hikûmeta Tehranê tê mêze kirin û weke girîng tirîn wan armancan tê danîn ku desthilata Tehranê dixwaze di asta navdewletî de bi dest bîne.

Tiramp armanc li 52 hedefên girîng yên Îranê girtiye

Hemwext Donald Tiramp serokê Emerîkayê û biryarderê kuştina Qasim Suleymanî di Tuwîtekê de gelek bi zelalî komara îslamîya Îranê haydar kirîye ku di egera her şaşitîyeke Tehranê de û êrîş kirina ser hêz û berjewendiyên Emerîkayê û hevpeymanên wê, wê 52 navend û pêgehên girîng yên serbazî, abûrî û kiltûrî yên di hundirê Îranê de (bi nîşana 52 barimteyên Emerîkî ku li sala 1979 ji aliyê alîgrên şorşa îslamîya Îranê ve hatbûn girtin û zîndanî kirin) werin armanc kirin ku beşek ji wan pêgehan  jibo Îranê û Kiltûrê Îranê giringiyekê bê hempa heye.

Tiramp di axaftina xwe de tekez dike ku Emerîka êdî zêdetir tehemula gefên Îranê nake, her wiha amaje bi wê yekê kir ku Qasim Suleymanî di dawî kuştinên xwe de, wilatîyekê Emerîkî kuştiye û di dema jîyê xwe de hejmareke zor ji xelkê di nava Îranê û dervey Îranê kuştîne ku beşek ji wan di xwepêşandanên vê dawyê yên Îranê da bûn û bi fermana wî ew xwepêşander hatîne kuştin.

Ewropa dixwaze Îranê ji derencama cengê haydar bike

Hemwext Cozêv Borl berpirsyarê siyaseta derve ya yekîtiya Ewropayê eşkere kir ku di peywendîyeke telefonî de, daxwaz ji Mihemed Cewad Zerîf wezîrê derve yê Îranê kirîye bi mebesta gotubêj kirina karvedanên Îranê li himber kuştina Qasim Suleymanî seredana Birokselê bike. Beşek ji ajansên medyayê eşkere kirine ku Ewropa dixwaze Îranê  ji derencamên her cure tolhildaneke serbazî haydar bike.

Wezîrê derve yê Berîtanya Qasim Suleymanî weke xeterek li ser navçeyê nasandiye û bi tenê li wê yekê kiriye ku emerîka mafê wê ye ji bo berevanî kirinê li xwe êrîş dike ser û çavdêr li wê bawerê ne ku ev helwesta Lendenê dibe helwestê piraniya wilatên Ewropayê be, her ji ber vê sedemê Îran jî hengavên pêncê ya taybet bi kêm kirina asta pabendbûnên xwe sebaret bi lihevhatina etomî ragirtîye û wiha tê dîtin di vê babetê de weke karteka fişarê dijî Ewropayê bikar bîne ku goman tê kirin ev hengava Îranê bi encam bigehe.

Tolhildana Îranê bas lê dike tenê pirobagindeye

Çavdêrên rewşa Îranê li wê bawerê ne ku dibe karvedanên Îranê zor cidî nebin û heger karvedanek jî hebe, pêtir aliyê pirobagindê bo girînge û naxwaze zebreke wiha bi êş li Emerîkayê bide ku ev êşana wê bigehe Îranê jî.

Bi nerîna çavdêran dîktator bi giştî tirsinokin û komara îslamî bi tenê ji bo kuştin û jinavbirina gelên bin dest yên Îranê û xelkê bê desthilat ji wan gelê Rojhilata Kurdistanê zîrekin, ger na xwe li şerên mezn nade û ji bo mana desthilata xwe ya gendel û totalîtar amadene li gel şeytanî jî li hev bikin.

Pustên heman beş