Jinek ku bihayê wê nehatîye zanîn: Sakîna Cansiz

JINEK KU BIHAYÊ WÊ NEHATÎYE ZANÎN: SAKÎNA CANSIZ

Sakîna Cansiza ku li 9î Kanûna duyemîn ya sala 2013an de hatye kuştin stêrka ku tu caran hizrên wê û Ocalan di yek araste de nediçûn. Hertim Ocalan ji bo Sakîna Cansiza ku li himber wî disekinî digot qet nahête xeta rêxistnê û hertim Ocalan dixwest wê li dervey sîyasetê û rêveberiyê bihêle. Piştî ku Ocalan hate girtin, rêveberiya PKK’ê nehêla Sakîna Cansiz bigehe asteke blind û bi bandor, û ew mehkum kir ku bê bandor bimîne. Lê Sakîna Cansiz di zîndana Amedê de di bin îşkenceya dewleta Tirk de, ya ku tif kiriye nav çavên “Esad Oxtay Îldiran” û rexmê wan îşkenceyên zor ku dîtî lê yek peyv jî neaxiftî Sakîna Cansiz bi xwe bû.

Sakîna Cansis li sala 1958 li Dêrsimê hatiye ser dinyayê pêş ku PKK’e bihête damezrandin li sala 1972an de digel bizavên siyasî aşna dibe paşan tevlî PKK’ê dibe. Sakîna Cansiz li sala 1978an tevlî kongreya yekemîn ya PKK’ê dibe, û di nava damezrînerên PKK’ê de cî girtiye  û ew yek ji wan 5 kesane yên ku di nava rêxistnê de heya 2013an xebitîye, ew take jina damezrînera PKK’ê bû. Jiberku Dêrsimê bû Dêrsimê û Elewîyan pir ji wê re hez dikir, Jiberku di zîndana Amedê de berxwedaneke bi raman kirbû di nava gel de rêz jêre dihat girtin û jêre hez dikir. Lê rêveberiya PKK’ê û taybetî Ocalan ji Sakîna Cansiz re hez ne dikir.

Sakîna Cansiz, Mihemed Şener: Evînî û Tirajîdî

Sakîna Cansiza bi dirba 12 îlona sala 1980yan ji aliyê dewleta Tirkiyê de hatye girtin û di benda pêncê ya berniyas ya Amedê îşkenceyên gran dibîne lê teslîm nabe. Û di wê demê de îşkenceçiyê herî mezn yê dewleta Tirka ku bi navê “Esad Oxtay Yaldiran” ve dihat îşkence kirin, û li himber hîç îşkenceyekê serê xwe neçemand, “Esed Oxtay” jêre dibêje bi tenê carekê li bin îşkenceyan û êşa wan biqêrîne, lê dîsan ew îşkenceyan tehemul dike û naqêrîne.

Li sala 1986an di şert û zirofên zîndanan de hin ser rast kirin hatin encamdan, dema Sakîna Cansiz di zîndanê de evîna wê bi qadroyê lîderên sereke yên PKK’ê û rêveberê girtî yê PKK’ê “Mihemed Şener” re çêdibe.

Dema Mihemed Şener di zîndanê de nameyekê ji bo Sakîna Cansiz dinvîse û evîna xwe wiha jêre beyan dike: evîna min, jiyana min, dosta min ez bi qurban me zeman xwariye zemanî em xwarine, ez nizanim û hêjan çend salên din jî wê em derbas bikîn? Ez wê jî nizanim. Lê xala dilê min lê di rawiste, di sîmayê min de hesreta ne gihiştin û ne layiq bûna te xuya dike û ez dixwazim ev ji bo te bibe xirorek, dixwazim ew herdu rondikên ku bi azadî ji çavên min dihên xarê bi te re hevaltiyê bikin.

JINEK KU BIHAYÊ WÊ NEHATÎYE ZANÎN: SAKÎNA CANSIZ

Evîna Mihemed Şener û Sakîna Cansiz di şert û mercên gran yên zîndana Amedê de pêş ket, ji bo vê yekê jî girêdanek pir mezin heye. Mumkîn nîne PKK’e vê eşqê qebûl bike, bi taybetî jî Ocalan.

Ji bo ku Ocalan bi xwe bibe tek evîna jinên ku di nava PKK’ê dane. Evê yekê ne bi tenê peywendîya xwe bi aliyê cinsî ve heye, Ocalan dizane ku jin bi hertiştê re bê girêdan çi qeder diparêze û çi qeder kedê pêve dide ew baş ji vê yekê haydare û ji bo vê yekê jî jinên di nava PKK’ê de ji bilî Apo gereke bi tu kesê din nehên girêdan û ji tu kesek din re hez nekin. Pêş ku tu hez ji dayk, Nîştîman, ax, xweştivî û hevjîna xwe bikî, gereke to ji rêveberiyê hez bikî. Yanî gişt jin gereke bi Ebdulla Ocalan ve bên girêdan.

Ocalan tirsa wî ne bi tenê ji Mihemed Şener û Sakîna Cansiz heye tiştek din jî heye ku jê ditirse. Herdu jî bi astekê bilind “popîlerin” bernîyasin û ji aliyê gel de pir tên hez kirin. Sakîna Cansiz Jiberku Elewî bo dinava Elewîyan de dihat hez kirin, lê Mihemed Şener bi gotara xwe ya kurdî û taybetmendiya wî ya neteweyî ji aliyê kurdan de dihat hez kirin. Mihemed Şener jî di zîndanê de berxwedaneke pir mezin kiriye ji bo van taybetmendiyan û ji bo van berxwedana wan krî û ji bo wê çendê ku wan pir bawerî bi xwe hey nêzî nebûn ku bi temamî bey’etê ji Ocalan re bidin, jiber vê yekê jî herdu da bin hedefên PKK’ê.

Mihemed Şener, pêş Sakîna Cansiz ji zîndanê der diçe û diçe Şamê. Endamê Mekteb siyasî ya PKK’ê ye. Di Akadîmîya Mesûm Korkmaz de Mihemed Şener rexnên xwe li terzê rêveberiya Ocalan û terzê şerê gerîlayan girtin. Ocalan bandora Mihemed Şener ku li ser hevalan dirist krî dibîne û navê wê têxe lîsta reş de.

Ocalan: Sakîna sextekariyê neke, em sextekaran tecrîd dikîn

Sakîna Cansiz piştî ku li sala 1991an li zîndanê derdikeve diçe Ewropa û pişt re li ser Şamê re derbasî Libnanê û “kampa bîqa” dibe. Sakîna Cansiz hizir dike ku di nava PKK’ê de hêjan weke sala 1978an hevalînî û rêzgirtin heye, jiber vê yekê jî weke heval xîtabî Ocalan dike, lê di nava PKK’ê de her kes neçare ji Ocalan re bibêje serokê min lê di nava PKK’ê de êdî hevalînî nemaye di PKK’ê de Ocalan tek lîdere û herkes neçare ji Ocalan re bey’etê bide. Sakîna Cansiz hem vê nake hem jî girêdana xwe ya bi Mihemed Şener re berdewam dike.

Lê Ocalan vê rewşê qebûl nake û givaşê li ser Sakîna Cansizê dike, ew pirtûkên ku di nava PKK’ê bi xwe de hatîne çapkirin, heqaretên Ocalan li ser Sakîna Cansiz dike hene, mînak tîrmehê 1991an diyaloga dinavbera Ocalan û Sakîna Cansiz de çêdibe:

Ocalan: gereke helwestê we di rengê wan kesên berxwedêrên di nava zîndanê de bin, lê hûn bi xwe dileyizn. Hinekê ji xwe re bi hurmet bin û hûn dê rêzgirtinê jî bizanin. Yanjî em nahêlîn hûn nefesê bistînin, bi ser xwe ve werin. Hûn çewa hêjan di nava vê nêzî bûna rezîl û serserêtî dane.

Sakîna: ji nişkekê ve li wî ciyê rûnşitî radibe û xîtabî Ocalan dike û wiha dibêje: heval Ebdulla ev mijarên to dibêjî pir micitin.

Ocalan: derkeve ji derve!

Sakîna: ez mafê axaftinê dixwazim.

Ocalan: sextekariyê neke.

Sakîna: mafê axaftinê.

Ocalan: sextekariyê neke mafê axaftinê nîne em kesên sextekar tecrîd dikîn, emê sê çar rojan te helgirîn tecrîdê!

Sakîna: ez dixwazim biaxivim, hûn dixwazin çi bikin bikin, lê ez dixwazim biaxivim.

Ocalan: serserî!

Sakîna: nexêr to nikarî wê heqartê bi min bikî, bê edebiyê neke.

Ocalan: here ji bo kesên to pêve girêdayî, zelal bike!

Sakîna: lê

Ocalan: biqel’e ji nava mede.

Sakîna: pir tiştek micte….

Hev dem zêrevanên Ocalan çingilê Sakîna Cansizê digrin û dihavêjin derve, û tê girtin, van bûyeran li salên bihêt de jî pêşya Sakîna yê bernedan. Adara sala 1992an de Mihemed Şener li bajarê Qamişlo ji aliyê PKK’ê ve tê kuştin, wê demê Sakîna li Akadîmîya Mesûm Korkmaz bû û girtina wê bi dawî hatbû, li ser kuştina Mihemed Şener pîrozbahî tên lidarxistin, fîşek dihên teqandin û bi emrê Ocalan govend tê girêdan lê Sakîna beşdarî vê govendê nabe û bi veşartî li kuncekê hêsirên dibarîne. Ocalan “jina kilasîk mêrê wê dimire û wek bê jinan bizavê dike”.

Ebdulla Ocalan weke sîtafkekê Sakîna Cansizê te’qîb dike

Sakîna li hemû qadên şer Botanê, Zagirosê, Qendîlê dimîne û paşan diçe Ewropa lê heman demê Sakîna ev bûyerên têde jîyay pêşya wê bernadin, li hemû kombûn û kongireyan de evîna Sakînayê û Mihemed Şener tê bas kirin û bi çavekê tesfîyeçî lê dihêt nêrandin, Sakîna Cansiz li sala 1992an de dihêt rêkirin ji bo çiyayên Kurdistanê, berê de PKK’ê kesên mixalif di kuştin lê piştî salên notan li şûna ku bikujin ew di hinartin nava qadên şer de ji bo ku tesfiye bibin û bihên kuştin eger di şer de bihên kuştin wê bibêjin şehîdên şoreşê û li ser vê yekê wê di berjewendiya xwe de piropagindeyan bi şehîd bûna wan bikin, ger veqetin jî wê bibêjn me dizanî ew Xaîn bon, Sakîna Cansiz vê rewşê baş dizane û dibêje hevalên xwe yên nêzîk ” heval Ebdulla bi hemû corên şerên Piskolojîk ve zulmê li min dike min lawaz dike lê belê ez ji nava refên rêxistnê dernakevim ez naxwazim li pêşya navê min peyva “Xaîn” bihêt nivîsandin jiber vê ‘înada xwe rexmê hemû zirofên tund ji PKK’ê naveqete, di heman dem de jî ji kesatiya xwe te’wîzê nade.

Jiber vê sekinandina xwe ya mebdeî jî asta wê ya rêveberiyê digel mistefa Qarasû, Cemîl Bayik û Elî Heyder Qaytan bo lê belê tu caran erkên rêvebrî yên blind û xebatên micit yên siyasî nehatin dayîn ji bo Sakîna yê, carna dinava xebatên rêveberiya jinê de bû carna jî xebatên perwerdeyî didan, Sakîna Cansiz ne ew kes bo li Ewropa mal bi mal bigere pereyan kom bke û Kovaran bifroşe,  lê belê ew bi pîlan bi jîyaneke weset hatbû mehkum kirin, dema ku li Parîsê hatî kuştin jî tu berpirsyariyên wê di nava rêxistnê de nebûn, yên mîna Cemîl Bayik û Mistefa Qarasû bi dehan kesan ve dihên parastin lê Sakîna Cansiz li kolanên Parîsê bi tena serê xwe digeriya û li Qîtarê siwar dibû û hatin û çûn dikir, jiber vê jî kesê ew kuştî “‘Umer Guney” bi rihetî peywendî digel dirist kir, PKK’ê Sakîna Cansiz teslîmî kesekê neniyas weke “‘Umer Guney” kirbû. Sakîna Cansiz bi berxwedana xwe ya zîndanê kesekî pir navdar bû, mirov dikare bibêje ew şehîdek zîndî bû, mixabin kesek mîna Sakîna Cansiz piştî ku hatî kuştin ji bo PKK’ê bi qîmet ket.

Hemû jiyana min şer bû

Sedemên kuştina Sakîna Cansiz û pirsyarên kuştina wê çi bûn, pir giringin, PKK’ê li ser vê bûyerê gelek kempînên siyasî bi rêve birin lê belê eve aliyekê bûyerê ye, Sakîna Cansiz ew jiyana xwe ya ji bo bizavê terxan krî û nava wê da hatî heya mirî jî tu caran ji bin gef û şikên wê bizavê rizgar nebû. Dema jiyan dikir bi çavekê şoreşgerî û wilat parêz û azadîxwaz lê nedihat nêrandin. Yanî nedikarî weke felsefe ya xwe ya jînê bijît û îcaze pire nehat dayîn.

Sakîna Cansiz dema ku têkilîyên xwe û Mihemed Şener şirove dike dibêje:

Weke hemû boneweran danustandina hez kirinê pêwîstî ye. Tu kes nikare midaxeleya mafên min yên take kesî bike, min ji rê hevalekê xwe yê tekoşînê hez kir û ez pêre zewcîm, hez kirin û hejêkirin min bihêz û xoliqdar dike ev jî ne tawane.

Sakîna Cansiz derbarê jiyana xwe de pirtûkekê dinivîsîne: hemû şer bû jiyana min. Ev pirtûk piştî kuştina Sakîna Cansiz ji aliyê PKK’ê ve gelek babetên wê dihên sansor kirin û hindek nivîsîn jî guhertin û ew rexneyên ji PKK’ê girtî di nava wê pirtûkê da derxistin û ji nû ve pirtûk hat belav kirin, niha em wê pirtûkê bixwînîn jî rastiya Tirajîdî ya Sakîna Cansiz em têde nabînîn.

Jiyana Sakîna Cansiz bi rastî jî şerek bû ji encamê fişarên PKK’ê li ser wê.

Pustên heman beş