Îranê êrîşa eşkere kir lê pîlanên wê yên nihênî xeterin

ÎRANÊ ÊRÎŞA EŞKERE KIR LÊ PÎLANÊN WÊ YÊN NIHÊNÎ XETERIN

Îranê bi hinceta tolhildana Qasim Suleymanî Îraq û başûrê kurdistanê moşek baran kirin

Supayê pasdarên Îranê pêgeha serbazî ya Eyn El Esed û Herêma Başûrê Kurdistanê moşek baran kirin, Xameneyî dibêje: ev êrîş zilleheka hejîn bû û Emerîka tekez dike ku tu serbazên wan birîndar neketine, hemwext çavdêr behsa pîlanên nihênî yên komara îslamî bo ser herêma başûr dikin.

Di satên yekem yên îro roja çarşemî de 8/1/2020an, supayê pasdarên komara îslamî ya Îranê, li jêr navê tolhildana kuştina Qasim Suleymanî, 12 moşek avêtin pêgeha serbazî ya Eyn El Esed li parêzgeha Enbarê û her wiha parêzgeha Hewlêrê ya paytexta herêma başûrê kurdistanê, ji sercema wan 12 moşekan 10 moşek bi pêgeha Eyn El Esed ketine û 2 moşekên din yek ji wan sînorê navçeya Berdereş ket û yek jî bi nêzî balefirgeha Hewlêrê, lê belê neteqî.

Li destpêkê supayê pasdaran ragihand ku bi sedema êrîşan bêhtirî 80 serbazên Emerîkayê hatin kuştin, piştre eşkere bû ku tenê 5 serbaz birîndar ketine û birînên wan sivkin û ew serbaz jî Îraqî ne.

Donald Tiramp û wezareta berevaniya emerîkayê ragihand ku ew berwext agahî êrîşa moşekî ya Îranê bûn û xwîn ji difna yek serbazê wan jî nehatîye.

Êrîşa supayê pasdaran ji aliyê hejmareke wlatên cîhanê hat protesto krin û daxwaz ji herdu aliyan hat kirin li ser xwe bin û rewşê aloztir nekin, Xameneyî dibêje: êrîş mîna zilleheke hejîn bû, lê wateya tolhildanê dê li wê demê bihêt, wexta ku hêzên Emerîkayê ji navçeyê derdikevin.

Ev êrîş zillehek bû heger Emerîkayê bersiv da cara bihêt wê misteke mezin lêxin

Ji aliyê xwe ve wezîrê karên derve yê Îranê û piştî demek kêm ji êrîşê ragihand, tola Suleymanî hat hildan û êdî tu êrîşên din nahên kirin, arteşa Îranê jî zêdebarî piştgiryê li êrîşê dibêje: ew zillehek bû û her wexta emerîkayê bersiv da, vê carê wê misteke mezin lêxin.

Neteweyên yekbûîy dilgiraniya xwe îlan kir û Îraq jî dibêje: “tehranê em ji êrîşê haydar kirbûn”, Îraqê û Îranê cuda li encûmena asayîşa navneteweyî skala li emerîkayê kirine, nirxa petrolê berz bûye û nirxên borsên navçeyê jî daketine.

Nedûre ev core serdêr li derbara êrîşa Tehranê û karvedanên wê zor bin, lê belê mebesta vê raporê ronahî xistine ser hejmareke din a bûyeran.

Çima Îranê êrîşa Hewlêrê kir?

Li demekê Îranê ji hemûyan baştir dizane ku û tu hêzeke şerker a Emerîkî û tu wilatên din li Herêma Başûrê Kurdistanê nîne, heger hêze hebe jî di çarçûveya hevpeymaniya navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê deye û bo mebesta meşqê li wirin, lewma çima êrîş li ser Hewlêrê hat kirin?

Her weke di şiroveke pêştir ya pêgeha Darka Mazî yê de amaje hatye kirin ku komara îslamî ya Îranê dixwaze kuştina Qasim Suleyman bke hêncet ji bo ku pîlanên xwe li navçeyê bi cî bke û gelek zelale ku dijatî kirina pirsa kurd û lawaz kirina pêgeha başûrê kurdistanê di rêzên pêşiyê yên pîlanên Îranê de ye, terxan kirina du moşekan bo herêma başûr amajeyeke bi hêze û rastî ya evê îdîaya me di selmîne.

Pêgeha herêma başûrê kurdistanê û têkilîyên wê yên navneteweyî û geşeya abûrî ya wê,  komara îslamî û sercem dagîrkar û dujminên Kurdistanê dilgiran kirîne, komara îslamî baş fêhim dike bi lawaz kirina Herêma Başûr û veqetandina wê ji civaka navneteweyî, dê pirsa kurdî û tevgera kurdan ya rizgarîxwazî wê rastî lawazî û şikestinê be, ji ber ku herêma başûrê kurdistanê qîble û penageha hemû kurdên rizgarîxwazên cîhanê ne û Îran dixwaze evê qîbla kurdan bke kûrahiya sitratîcîka xwe û weke (hewşa piştê) reftarê li gel bike.

Her wek di peyama duh de Mes’ûd Barzanî serokê partîya demokrat ya kurdistanê û rêberê gelê kurd tekezî li dûr kirina kurdan ji şerê bi wekale dabû, lê belê neyarên kurdan dixwazin kurdan tê bêxin, dujminên kurdan qebûl nakin şerek li navçeyê rû bide û kurd têde nehên kuştin û Kurdistan têde wêran nebe.

Peyameke din li pişt wan du moşekên arastey Hewlêrê hatine kirin heye ew jî, ev êrîş weke lêdaneke raste rast bû li ser fikra serbexoxwazên kurdan, weke eşkera, moşek ji parêzgeha Kirmanşan ya Rojhilata Kurdistanê hatine avêtin, ev jî peyameke zelale bi mere dibêje ku ew jî dujmin hewil didin parçe parçe kirina Kurdistanê di mêşk û naxê kurdan de bicî bikin ji bo ku weke dîfakto qebûl bikin, piştgiriya xelkê Kirmanşan li pirsa referandoma Herêma Başûr û di tana çûna gelê Başûr wexta erdheja Kirmanşanê, evê parêzgehê bi dagîrkarên Kurdistanê gotbû ku fikra perçe bûna kurdistanê tenê li cem dagîrkaran heye û tu Kurdeke Nîştîman perwer wiha na fikre, lewma Îran dixwaze vê tolê ji kurdên başûr bistîne.

Pîlanên nihênî yên komara îslamî ya Îranê û xetera wan li ser kurdan

Her weke pêgeha Darka Mazî pêştir pêşbînî kirî, berevajî siloganên tund yên berpirsyarên rejîma Tehranê li derbara tolhildana Qasim Suleymanî, eva ji bo komara îslamî û supayê pasdaran girîng, aliyê pirobagindeya tolhildanê ye, xweya bû ku tolhildana Qasim Suleymanî gelek ji wê yekê lawaztir bû weke berpirsyarên Îranê pêştir behis krî, lê tişta ku dilgranya me kurdan zêde dike dîroka reftarên komara îslamî ne di rewşên hev awa de li navçeyê û cîhanê û di vê dîrokê de tê xwendin ku karên nihênî yên Îranê gelek ji karên wê yê eşkere xeter tirin.

Komara îslamî hewla sereke ji bo wê yekê di de ku hêzên emerîkayê ji navçeyê der bixe, moşek barana îro weke eşkere gelek ji wê yekê lawaztire ku Emerîka bi sedema wan navçeyê çol bke, lewra pirsa ku dimîne eve nedûre Îranê pîlanên veşartî ji bo têkdana navçeyê bi rêya terorê û teqînan hebe ji ber ku Îranê gelek di vî warî de jîre, mînak heger belgeyên mukum berwext ne hatiban îlan kirin, tu kesê bawer nedikir ku Suleymanî peywendî li gel rêxistna DAIŞ’ê de hene, niha jî Suleymanî li cem xelkê asayî weke qaremanê cenga dijî DAIŞ’ê tê mêze kirin.

Alî hene Îran dikare bi rêya wan nehametiyan li Başûrê Kurdistanê bike

Her wiha pirsa ku ciyê dilgraniyê ye eve ku ciyê daxê ye, têkilîyên nêzîk yên hinek alî û kesên kurd ji komara îslamî ya Îranê  û supayê pasdaran derfeteke guncayî ji bo rejîma Îranê çêkiriye ku bikare kiryarên veşartî û têkdanê û nehametiyên li nava herêma başûr bke û xeter bikeve ser desthilata kurdî.

Pêwîste civaka kurdî bi yekgirtî û îradeya rizgarîxwazane û hesta Nîştîman perweriyê be, her wiha pişt bi rêberê rasteqîne yên xwe û Kurdistanê bigirin ji bo ku pîlanên dagîrkerên Kurdistanê û Nîştîman firoşên bi kirêgirtî bikene bilqa ser avê û rê nedin destkeftên me ji nav bibin.

Pustên heman beş