DI PIRSA BALEFIRA OKRAYNÎ DE DIREWÊN ÎRANÊ BERDEWAMIN

DI PIRSA BALEFIRA OKRAYNÎ DE DIREWÊN ÎRANÊ BERDEWAMIN

Supayê pasdarên Îranê: ji tirsa êrîşa Emerîka em wiha fikirîn ku ew Moşeka Kirûze û me xiste xarê

Supayê pasdarên Îranê radigihîne ji tirsa êrîşa Emerîka, balefira Okraynî li me bibû Moşeka Kirûz û me bi moşekekê lêxist û xiste xarê, lê belê bi tu awa bas li vê yekê nake ku çima dema 4 rojane zanyariyên drew belav dike û dibêjin me ew balefir ne xistiye xarê.

Serê sibeya roja çarşemî, di demekê de ku medyayên rejîma komara îslamî ya Îranê mijûlî piropagindeyên êrîşa moşekî ya supayê pasdaran bo ser pêgehên Emerîka li ‘Eyn Esed û Herêma Kurdistanê bûn û bas li kuştina 80serbazên Emerîkî weke “tolhildana bi zebir”a kuştina Qasim Suleymanî fermandarê kuştî yê feyleqa Quds a Îranê bûn, di perawêza nûçeyên xwe de amajeyek bi vê yekê da ku balefira Okraynî jiber pisgirêkek teknîkî li nêzî Tehranê ketiye xarê.

Her li destpêka keftine xara balefira buying 737ê hêla firokevanî ya Okraynî, ajansa “esuşêtid pirês”, ji zardevê karbidestên Okraynî belav kir ku sererayî haşayî kirina Tehranê, ew sedema bi hevdu ketina moşek yan kiryarek terorîstî ji bo ketine xara balefira Okraynî bi dûr nabînin.

Îran û rayedarên wê yên cuda her core egerek ji bilî egera teknîkî ji ketine xara balefira Okraynî weke pîlangêrî û şerê saykolocî yê dujmin dihesiband û digot balefirê bera ku bikeve xarê peywendî bi balefirxaneya Xomeynî li Tehranê kiriye û gotiye pişgirêka teknîkî heye û dixwaze vegere lê belê derfeta vegeranê nebûye. Bisporên Hikûmeta Îranê tekez kir ku jiberku balefir ji no de blind bûye embarên wê pirî benzîn bûn jiber vê yekê asta teqîna wê bi hêz bûye.

Jiber ketine xara balefrê her hemû 176 kesên têde hatin kuştin, lê belê rayedarên komara îslamî ya îranî li ser axaftinên xwe mukir bûn û tekez dikir ku pisgirêkek teknîkî bûye. Di berisva daxwaziya Okraniya de ji bo vegerandina sindoqa reş ya balefrê (sindoqa zanyariyan), Îranê red dikir ku sindoqê vegerîne û got em bi xwe wê lêkolînan bikîn. Paş demekê ragihand sindoqê dirbek lêketiye û dibe zanyariyên têde nehên eşkere kirin.

Înkar kirina rayedarên komara îslamî ya Îranê di demekê de bûn ku di torên civakî de roj bi roj wêne û vîdyoyên no li ser ketine xara balefirê û dîtina parçeyên cuda ji balefrê li ciyê bûyerê dihatin eşkere kirin.

Li dawyê serok wezîrên Keneda di kongireyeke rojnamevanî de eşkere kir ku zanyariyên temam li ber destên me hene ku Îranê ew balefir xistiye xarê, 63 kes ji wan kesên di nava balefrê de hemwilatiyên kenedayê bûn û evê yekê wiha kir ku fişarên Keneda û paşan Okraniya û Ewropa li ser Îranê ji bo lêkolînên zelaltir, Îranê neçar bikin ji direwên xwe paşgez bibe.

Ji bilî qurbanî bûna bi êş ya 176 mirovên pir hêvî û bê guneh, ya ku di vê bûyerê de cihê serincê ye karvedana komara îslamî û medyayên Farsî ziman bû, ji bilî vê jî dibe li ser vê esasê careke din helsengandinek ji bo şiyanên moşekî yên Îranê û îdîayên wê di vê zemînê de bikîn.

Çima Îranê hewl da vê cînayetê veşêre?

Komara îslamî li destpêka hatine ser karê xwe heya niha weke binaxeyek mifa ji direwan û çewaşekariyan wergirtiye. Heya niha jî qazancek mezin ji vê şêwazê kiriye. Rejîma Tehranê zortirîn çewaşekarî li dijî xebata rizgarîxwaza Rojhilatê Kurdistanê bikaraniye ku dibe çewaşekarî di nûçeyên taybet bi xebata çekdarî ya pêşmergeyên kurdistanê û herwiha haşakirin li terora rêberên kurd yên wê parçeya kurdistanê, weke mînak bas bikîn. Hevdem kuştina xwepêşanderan û girtin û îşkencedana wan û di heman dem de haşakirin wan li van kiryaran mînakek dine ji hezaran mînakên bi vî away. Wiha diyare ku komara îslamî di şaşitîyek hesabî de weha difikirî ku bi drew kirinê dikare xwe ji vê cînayeta no jî vedize. Lê belê beşek zêde ji kesên di nava balefrê de hemwilatiyên biyanî bûn, weke kurdan bê wilat û bê piştevan nebûn, piraniya wlatên rojava bi taybetî Keneda ewqas fişar li Îranê kirin ko neçar be rastiyan eşkere bke.

Ger bi neteweperistî nehêt danan em dikarîn bibêjîn drew kirinê rîhorîşalek di kultûrê neteweyî yê bilindê farisanda heye û komara îslamî bi nîqabek olî ev yek pêtir bixemil û karîgertir kirîye. Ger çavxişandinekê di ajansên Farsî ziman de bikîn xwe ewên ku serve serve  xwe bi dijberên komara îslamî ya Îranê dizanin di van car rojan de nek bi tenê tekezî li ser direwên komara îslamî ya Îranê dikin belku hewl dida hîncetên mentiqî û zansitî ji bo dirist bikin. Pêgeha BBC Farsî baştirîn mînake di vê derbarê de.

Peyameke din a vê bûyerê, Bêguman ew piropagindeye ku komara îslamî ya îranî li ser şiyanên xwe yên moşekî û hêza xwe ya serbazî bi giştî dike û xwe weke zilhêzek dibîne. Bi serincdan li ser gotinên rayedarên serbazî yên îranî ji bo me eşkere dibe ku ewa ew bi xwe bas lê dikin digel wê ya ku bi rastî heye çend cudaye. Emîr ‘Elî Hacîzade, fermandarê hêzên asîmanî yên supayê pasdarên îranî îro ragihand ji tirsa wan gefên ku Emerîka li Îranê kirbûn me weha difkirî ku balefira Okraynî moşekek kirûze jiber vê yekê me lê xist û me ew teqand. Bi xwandina van axaftinan diyar dibe “sîstema berevaniya moşekî” ya ku nikare balefirek û moşekekê ji hev cuda bke û arasta hatina wê nezane dibe çend bihêz be.

Diyare heya niha jî goman ji vê yekê tê kirin ku rejîma Îranê hewl bide li pişt eşkere kirina vê direwê, direwek mezintir veşêre, jiberku bas li vê yekê tê kirin ku hejmareke berçav ji kesên di nava balefrê de ji zana û kesên tîjbîr bin ku li dema xwe Îran bicîhiştî û hejmareke din ji wan bispor û şarezayên fîzya û zanistên peywendîdar di warê Etomê de bûn.

Dibe ji aliyeke din li bûyerê binêrîn, ew jî eve ku ew moşeka balefir xistiye xarê Rûsî ye û balefir jî Okraniye û bi kurtî bi moşekek Rûsî balefirek Okraynî xistiye erdê.

Xaleke din ku dibe ciyê daxê eve ku hejmarek ji kuştîyan ji hemwilatiyên rojhilatê Kurdistanê ne, ji bajarên Mihabad, Seqiz Sine û Serdeştê, di ciyê xwedaye bi vê egerê serexweşiyan li binemaleyên wan bikîn.

Xirab nîye di dawiyê de derencamên bûyerên vê dawyê bi kurtî bas bikîn, dostên Îranê (Hîzbollaha Îraqê) serbazek Emerîkî dikujin li “key 1”, Emerîka zêdetir ji 25 çekdarên heşdê dikuje. Heşda Şeibî êrîşî balyozxaneya Emerîka dikin, Emerîka Qasim Suleymanî û Ebo Mehdî Muhendis û hejkamreke din ji pasdaran û heşdê dikoje. Îran “tolhildana bi zebir” encam dide lê belê ji hêzên dujmin kesê nakuje û berevajî li Kirmanê 58 kes li jêr dest û pêyan de giyanê xwe ji dest didin û 176 kesên din di nava balefrê de dihên sotin û dibin rejî. Anku Îran rast dibêje zilhêza navçeyê ye û Emerîka û rojava derheq Îranê naderkevin û ji şiyanên wê yên serbazî tirsîyane, cihê daxêye hejmareke zêde ji aliyên kurdî ev direwên Îranê lê bûye rastî û xwe kiriye di hembêza wê rejîmê û şanaziyê pê dikin ku zilhêzek dostatiya wan dike.

Pustên heman beş