Daxuyaniya (KCK) li ser Qasim Suleymanî û polîtîkaya PKK’ê li ser enya şî’î

DAXUYANIYA (KCK) LI SER QASIM SULEYMANÎ Û POLÎTÎKAYA PKK’Ê LI SER ENYA ŞÎ'Î

Ji dirist bûna hêla 36 ya Başûrê Kurdistanê û jinavçûna Sedam Hisên li sala 2003an, dema 29 salane ku Başûrê Kurdistanê, wek navçeyeke serbixwe xwe birêve dibe, di van 29 salan de gelek sînaryo û şer ji bo jinavbirina Herêma Kurdistanê hatin rêvebirin, DAIŞ’ê jî weke parçeyek di vî zemînê da bizav kirin, bi behaneya DAIŞ’ê ji çar aliyan ve dagîrkarên Kurdistanê keftin bizavan, Îran naxwaze mîna Tirkiyê bi eşkerayî û qîre qîrê kurdan jinav bibe, belku dixwaze bi bê dengî dirbekê kujek li kurdan bide, Îran dixwaze statoya kurdan li Îraqê nehêle û wek bajarên normal bi Îraqê ve bihêt girêdan, li sala 2017an li şerê dagîrkirina Kerkûkê, xwestin vê pîlanê cêbecê bikin, Qasim Suleymanî wê demê di navbera Bexda û Silêmaniyê de hatin û çûn di kir, rêveberên PKK’ê û YNK’ê di asta herî jûr de hevdîtin dirist kirin, Îranê dixwest Leşkirê Îraqê di navbera Silêmaniyê û Hewlêrê da xwecî bike û wan ji hevdu cuda bike, heta ku ajansa nûçeyan ya Royterzê belav kirbû ku Qasim Suleymanî gef li kurdan kirîne ku ger kurd ji Kerkûkê dernekevin, dê kurdan neçar kim careke din vegerin çîya, YNK’e û PKK’e li bin bandora Îranê bûn û rêveberên wan digel Îranê lihevhatin, PKK’e bû parçeyek ji operasyona jinavbirina statoya Kurdistanê, Kerkûk û cihên weke Xaneqînê ku li maddeya 140an de cî di girtin ketin bin kontirola Îraqê, eger jî ew bû ku YNK’e û PKK’e bûne parçeyek ji operasyona Qasim Suleymanî.

Niha em hatîn ser babetek herî girîng, “paş kuştina Qasim Suleymanî, Îran sûnda tolhildanê dixwe” li heman demê de hêza Hîzbollaha Îraqî dibêje: ger kurd piştgiryê ji bo derkirina hêzên Emerîkî li Îraqê nekin, wê li dijî kurdan jî şer bikin, wiha diyare ku tekoşîna dinavbera Îranê û Emerîkayê de, wê Başûrê Kurdistanê bibe navçeyeke girîng û wê gelek alozî jî rû den, dinav vê aloziyê de dagîrkarên Kurdistanê wê bixebitin statoya Kurdistanê jinav bibin, pêş niha jî hinek gotubêj li ser destûra Îraqê hebûn ku Herêma Kurdistanê bihêt jinavbirin û nemîne, pêtvî dike Kurdistan ji bo hebûna xwe pirr hişyar be, gelo di rewşeke wiha de helwestê YNK’ê û PKK’ê wê çi be?

PKK’e û helwesta wê ya referandomê

Tê zanîn ku peywendîya YNK’ê û PKK’ê di enya şî’î de pirr bi hêze, taybet jî di pêvajoya bi rêveberiya “Cemîl Bayik” da PKK’e ji bin telîmatên Îranê derneketiye, niha jî dema ku pêtvî dike siyaseta şî’î ser ji nû were dîzayn kirin, helwestê YNK’ê û PKK’ê pirr girînge û ger piştgiriya şî’eyan bikin, eve yek wê bi tirs be ji bo kurdan, pêş niha jî li pêvajoya referandomê û dagîrkirina Kerkûkê de piştgiriya aliyê şî’î kirbûn.

Li dema referandomê PKK’ê li destpêkê helwestê xwe neda diyar kirin, lê di ragihandinê de rêveberên wê wek “Mistefa Qarasû û Duran Kalkan” bi navên cuda nivîsîn belav kirin û xwestin referandûmê xirab bidin diyar kirin, PKK’e pêş her tiştî bi rêya alîgrên xwe êrîşî referandomê kirin, rêxistna girêdayî PKK’ê ya bi navê  “RJAK” rêxistna jinên azadî xwaz yên Kurdistanê, daxweyanî da û got: “em wek jin li dijî dewletê û serxwebûnê ne” paşan li şengalê jî rêxistna bi navê “meclîsa gel” ku ser bi PKK’ê ve ye, dijatiya xwe diyar kir û serokê vê rêxistnê daxweyanî da û got: “em ne girêdayî Başûrê Kurdistanê ne û em rê nadîn xelkê navçeyên li jêr kontirola me de dengê xwe ji bo referandomê bidin”, hevseroka KCK “Besê Hozat” piştgiriya şengalê kir ku Şengal beşeke ji Îraqê û hebûna şengalê wê Îraqê bihêz bike.

Li 16ê Tebaxa sala 2017an rêxistna bi navê “Tevgera Civaka Azadên Kurdistanê” ku ser bi PKK’ê ve ye li Kerkûkê di daxweyanîyek fermî de dibêje: “emê dengê nexêr ji referandomê re bidîn û ji bo vê yekê emê kempînekê jî ji bo dijatî kirina referandomê ragihînîn, ev daxweyanî ji aliyê cêgirê hevseroka tevgera azad “Tara Hisên” ve hate kirin.

Daxweyanîya herî gring li 14ê Oktobera sala 2017an ji aliyê Cemîl Bayik ku di nav PKK’ê de weke pêşengê baskê Îranê tê naskirin, hate dan, Cemîl Bayik di daxweyanîya xwe de ragihand: “em li ser vê mijarê (referandom) wek rêber Apo diyar krî, mîna rêya sêyemîn li ser kar bikîn, em piştgiriyê nadîn Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ku li ser esasê netewe peristî, yan jî mezhebgeriyê kar dikin, û em nabin alî di nakokîyên wan de, em piştevanîya çi aliyan nakîn û wê hêla xwe ya demokratîk û serbixwe û azadîxwaz berdewam bikîn”.

Cemîl Bayik got: “em wê bê alî bimînîn”, lê di rastî de hinek xalên dîrokî hene ku kes nikare bê alî bimîne, ger ew bêdeng jî bimîne, bêdengiya wan jî wê xizmeta alîyekê bike, hinek pêvajoyên hesas hene ku helwestên bê alî qebûl nake, di qonaxa wiha de ku êrîşa Îraqê li ser Başûrê Kurdistanê kes nikare xu bê alî bihêle, PKK’e di pêvajoya referandom û dagîrkirina Kerkûkê de bê alî nebû, bê alî bûna PKK’ê, piştgirî kirina Îranê bû.

Aya PKK’e wê helwesta xwe li ser referandomê û dagîrkirina Kerkûk dubare bike?

Ger bibêjîn ku PKK’e bêdeng ma jiberku çi rol li referandomê de nebû, her wiha rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî li dijî siyaseta Rojavayê Kurdistanê bû, lê dema dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê ji aliyê tirkiya ve li 9/10/2019an, Başûrê Kurdistanê helwestê xwe li hember dagîrkirina rojavayê Kurdistanê diyar kir û piştgirî da YPG’ê û gelê Rojavayê Kurdistanê, serokê berê yê Herêma Kurdistanê “Mes’ûd Barzanî”, Tiramp û Emerîka rexne kirin û tevaya hêzên xu yên diplomatîk ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê bikar anîn, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî bi hemû derfetên xwe ve piştgirya rojavayê Kurdistanê û YPG’ê kirin û jiber wê yekê jî fermandarê giştî yê YPG’ê “Mezlûm Kobanî” pirr caran di daxweyanîya xwe de got: “sipasiya piştgiriya serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim”, ger ku dagîrkirina rojava dirist bû û barzanî û Hikûmeta Kurdistanê gotiban: “em rêbaza rêveberiya rojavayê Kurdistanê qebûl nakîn û wê bêdeng bimînîn “ger wiha gotiba, PKK’e ragihandin û rêveberiya wê da diyar kin ku ev helweste îxanete ji bo kurdan û çewa dibe êrîş li ser kurdan hebe û hûn bê alî bimînin û rastî jî eve, dema ku PKK’e li dagîrkirina Kerkûkê da xwe bê alî day diyar kirin û ev jî ji bo piştgirya desthilatdariya Îran û Îraqê “Heyder Ebadî û Qasim Suleymanî” bû, ev bêdengiya PKK’ê jî îxanete.

Emê li axaftina xwe ya berê bizivrîn, dema ku li Îraqê aloziyek mezn hebe û şî’e dijatiya kurdan bikin û hewla jinavbirina Herêma Kurdistanê bidin, erê PKK’e dîsan dê bê alî xwe diyar kit û li pişt perdê dê piştgirya şî’eyan kit? PKK’ê li dema referandoma Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê de digel Hikûmeta Îraqê lihevhatinek encama da û çek û mûçe wergirtin, Îraqê Şengal jî da dest PKK’ê û PKK’e ji xebata xwe ya Kerkûkê jî berdewam bû, li ser vê mijarê lihevhatin encam dabû û niha jî ger Hikûmeta Îraqê wek şengalê navçeyeke din jî bide PKK’ê, erê PKK’e dîsan wê xwe bêdeng bike.

Bi kurtî: “niha tirsa herî mezn li ser Başûrê Kurdistanê PKK’e û YNK’e ne ku di terefê şî’î de cî girtine, ji ber ku ev yek li 5 salên rabûrî de hatîye ezmûn kirin ku ev du partiye Kurdistanê qurbanîyê berjewendiyên xwe yên hizbî dikin”.

Pustên heman beş