BERFÊ RÊYA DEHAN GUNDÊN WANÊ Û BIDLÎSÊ GIRTIN

https://darkamazi.net/archives/1012534

Li Wan û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 168 wargehan hat girtin û ji wan rêya 156 ciyan hat vekirin.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyar kirin ku ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêya 143 wargehan xebatên xwe dimeşînin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ekîbên ji 30 kesî pêk tên rêya 135 wargehan vekirin, ji ber rewşa hewayê rêya 4 wargehên Gurpinarê, 4 wargehên Başqeleyê hê girtî ne.

Hat destnîşankirin ku ji bo vekirina 8 taxan xebat dewam dikin.

Li Bidlîsê

Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bidlîsê diyar kir ku ji ber berfê rêya 25 gundan hatibû girtin ji wan rêya 21 heban hat vekirin.

Kurtkan destnîşan kir ku ji bo vekirina 4 gundan xebat dewam dikin.

Pustên heman beş