Qasim Suleymanî hostayê Şetrenca Îranê û serbazên wî (YNK û PKK)

QASIM SULEYMANÎ HOSTAYÊ ŞETRENCA ÎRANÊ Û SERBAZÊN WÎ (YNK Û PKK)

Ew aliyê yariya Şetrencê li rojhelata navîn dest pê krî dewleta Îranê ye, pêzanîn hene ku li çerxê 6ê di Îranê de yariya Şetrencê hatiye kirin, diyare ku ew bi xwe hostaye di yariya Şetrencê de û siyaseta xwe jî wek yariya Şetrencê bi rêve dibe, di Şetrencê de aliyê ji hemûyan bihêztir serbazên wê ne, ji ber ku serbaz berdewam şerî dikin û li ber aliyên din di rawestin û wan diparêzin, “wezîr, Şah, Hesp, Fîl û Kelhe” li bin ewlekariya serbazan da ne, taybetmendîyeke serbazan heye ku ger pêşve herin dikarin rolê xwe  bi guherin û bibin wezîr û Hesp û Kelhe, yariya Şetrencê bê serbaz nayê encamdan, siyaset jî her wihaye û bê serbaz çi siyaset sernakevin.

Îran di dîroka xwe de berdewam xwedî serbaz bûye û şîyaye serketinan bi dest xwe ve bîne, carna kesatî û carna rêxistin û carna jî Eşîretek bûye serbazên wê, mînak: li êkem dewleta kurdî de (Harpakos) fermandarê leşkirî bû ku di bineret de serbazê Îranê û di xizmeta Îranê de bû, lewra bo eger dewleta kurdî bihêt hilweşandin, her wiha berdewam Îranê serbazên bi vî awayî ji bo xwe dirist kirîne.

Îranê piştî salên 2000an texta Şetrencê radestî Qasim Suleymanî kir û wî birêvebir

Qasim Suleymanî wek kesatîyeke sitratîjî

Qasim Suleymanî ji aliyê kurdan ve wek kesekê nêzîk di hat nasîn, kurdên rojhilatê Kurdistanê li sala 1979an li Mihabadê, Qasim Suleymanî wek kesekê zalim nas kiriye, kurdên başûrê Kurdistanê li salên heştêyan di şerê Îranê û Îraqê da Qasim Suleymanî nas kirîye, xelkê rojava û Bakurê Kurdistanê di buhara Erebî de ev kese nas kiriye, li van 50 salên dawyê de li cîhanê da tu kesek mîna Qasim Suleymanî bi bandor nebûye.

Qasim Suleymanî ne tenê fermandareke leşkirî bû, ew însanek bû ku sitratîjî ava dikir, bi giştî ew sitratîjî ya pêktîna ji bo serketina “Hîlala Şî’î” bû, bê guman di sitratîjî ya wî de pirr caran rêya wî di nav kurdan ra derbas bûye, Qasim Suleymanî rêxistinên kurdan baş nas di kirin û peywendî jî digel gelekan hebû, piştî sala 2003an û jinavçûna Sedam bi rêxistinên kurdan ve mijûl bû, nav bûrî di xwast kurdan bê bandor bke daku desthilata şî’î li Îraqê ser bikeve, di heman dem de li nav Sunneyan de jî gelek hewildan kirin daku wan paşve bibe, Qasim Suleymanî piştî sala 2014an zêdetir nêzîkî kurdan dibe, ji ber ku Qasim Suleymanî ji bo “Hîlala şî’î” pêdvî bi axa Kurdistanê bû, di heman demê de Qasim Suleymanî kar dikir ku kurd nebin xwedî stato.

Serbazên Qasim Suleymanî (YNK’e û PKK’e)

Qasim Suleymanî dixwest nakokîyên di navbera kurdan de zêdetir bke û dixwest kurdan wek zêrevan li ser rêya xwe dane, ji ber vê yekê xwast hemû Kurdistanê di rêya bereya şî’î da kom bke, carna bi gef û carna jî bi razî kirin nêzîkî xwe di kirin, PDK ê ji ber ku naxwazît siyaseta Suleymanî li ç enyekê ser bigire ev çende qebûl nekir, lê YNK û PKK bûne serbazên şî’e yan û xizmeta wan kir, lewma jî li ser texta Şetrenca Qasim Suleymanî bo PKK’ê cih li Îraqê û başûrê Kurdistanê hate dabînkirin, PKK’ê peywendî digel “‘Ebadî” û hindek wezîran dirist kir, ji rêveberên PKK’ê “Êbrî ok û Reza Alton” pirr caran li Bexda û Silêmaniyê digel siyasîyên şî’î yên ser bi Îranê li ser nexşerêya “sûryê û rojavayê Kurdistanê” û “Îraqê û başûrê Kurdistanê” plan çêkirin û lihevhatin.

Mînak: “aliyê gerîlayên PKK’ê derbazî Kerkûkê kirîn Îran bû, ji ber ku Îranê xwastiye hêza PKK’ê li nav Kerkûkê wek nûnerê kurdan li bereya şî’î da cî bigre, em dikarîn bibêjîn ku PKK’e li Kerkûkê wek zêrevanê Îranê erkê xwe dibîne, dema Qasim Suleymanî û hêza Îranî xwestîn Kerkûkê ji destê kurdan derxin, hêzên PKK’e ku li Daqûq xwecî bûbûn pêş hatina Leşkirê Îraqê bi 4 demjimêran xwe vekêşan û li Mexmûr xwecî bûn, ji ber ku ew haydar bûn ku hêzên Îraqê wê êrîşî Kerkûkê bikin û Lahor Şêx Cengî jî li Silêmaniyê digel nûnerê PKK’ê plan danan ku pêkve hêzên xwe ji Kerkûkê vekşin.

Qasim Suleymanî û Îran li ser textê Şetrencê êrîşek nû plan kirin ew jî ew bû ku PKK’e bi navê YPŞ’ê li Şengalê xwecî bibin, YPŞ’ê ne rêxistineke kurdî ye, belku YPŞ’e zêrevana pirojeya “Hîlala şî’î” ye li Şengalê, YPŞ’e li gor qanûna fermî ku bi Hikûmeta Îraqê ve girêdaye û beşek ji rêxistinên heşda Şeibî ye, ji Hikûmeta Îraqê mûçe distînin û li nava sîstemê heşda şeibî de cî digrin, PKK’e li 9/mijdara/2018an daku rêkê li hatina Qaîmqamê şengalê bigre ku derbazî şengalê bibe, hinek pankart dan dest komek jin û zarokan û nehêlan Qaîmqam derbazî şengalê bibe, li heman demê de PKK’ê rê bi heşda şeibî da li şengalê baregehên leşkirî dirist bke, serbazên heşda şeibî ku ji Besra û Necef hatbûn li şengalê xwecî bûn, lê rê nehat dayîn pêşmerge derbazî şengalê bibin, evro hêzên YPŞ’ê û heşda şeibî bihevra erkê xwe dibînin, PKK’ê li van 4 salên dawyê de xebata xwe li şengalê li ser vê armancê birêvebir ku bi xelkê Êzidî re bide qebûl kirin ku Hikûmeta Kurdistanê xirabe û pêşmerge dujmine û pêwîstî bi dewleta kurdî nîne û Şengal ne axa Kurdistanê ye û girêdayî Îraqê ye, PKK’ê berdewam ev piropaginde kirin heta ku Şengal xistiye li jêr kontirola heşda şeibî de.

Dema ku her kes hizir dike PKK’e gelê Kurdistanê ji DAIŞ’ê diparêze, lê di rastî da ew tiştê li pişt perdê çêdibû ev bû ku PKK’e beşeke ji pirojeya “Hîlala şî’î” ku Îran li Kurdistanê cêbecê dike, di bineret da PKK’e li gor berjewendîya “Hîlala Şî’î” li başûrê Kurdistanê hatîye xwecî kirin, daku li Kurdistanê rêgrî li pirojeya wê nehê kirin, ger piştî sala 2014an li ragihandina PKK’ê binêrîn, wê bibînîn ku PKK’ê bi tenê Hikûmeta başûrê Kurdistanê reş kirîye û xwastiye reşbînîyekê li cem gelê kurd dirist bike, berevajî vê yekê bi PKK’ê bi tenê berjewendîya Hikûmeta Îraqê û yekbûna axa Îraqê parastîye.

Pêwîst nake em li ser YNK’ê binvîsîn ku li ser texta Şetrenca Qasim Suleymanî çi qas xizmeta “Hîlala Şî’î” kiriye, YNK’ê di pilaneka qirêj de bajarê Kerkûk firoşt Îranê, YNK’e wek şêwirmendê dewleta Îraqê bû ji bo jinavbirina Hikûmeta Kurdistanê, ji berpirsên YNK’ê “‘Adil Murad” dema “Nûrî Malkî” serokê wezîran daxwaz jê kirbû ku mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê qut bke û li wê demê de Hikûmeta Kurdistanê nikare xwe birêve bibe û wê teslîmî Hikûmeta Îraqê bibe.

Dîrok wê berdewam li ser peywendîya YNK’ê û PKK’ê û Qasim Suleymanî binvîse, niha em dê werin ser babeta sereke “Qasim Suleymanî ji bo Şetrenca desthilatdariya Şî’eyan hem stratejîk bû û hem jî fermandar bû û her wiha dîplomatkar bû”, fermandarê Şetrenca Şî’eyan hate kuştin, lê textê Şetrencê maye, serbazên wî ” YNK’e û PKK’e” di yariya wî de wê çewan rolê xwe cîbicî kin, erê gelo wê berjewendîya kurd û Kurdistanê esas wergirin, yan jî li gor desthilatdariya Şî’eyan wê li dijî desthilata kurdî bisekinin?

Di vê qonaxê de pêtvî dike çavê kurdan li textê Şetrencê be û rastiyan bibînin.

Pustên heman beş