Li Wanê rêya 359 gund û taxan ên ji ber berfê hatibûn girtin jê 356 rê hatin vekirin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê 30 tîm ji bo rêyên ji ber berfê hatine girtin vekin, di xebitin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji 4 rojan vir va 356 rê hatin vekirin, ji bo rêya 3 taxên din jî bên vekirin xebat dewam dikin.
Li Mûş û Bidlîsê
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr ê Mûşê Şeyhmus Yentur daxuyand rêya gundan ên girtîbûn hatin vekirin, ji bo rê bên fireh kirin jî xebat dewam dikin.
Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bidlîsê jî diyar kir ku ji ber berfê rêya 3 gundan hatibû girtin, piştî xebatan ew hatin vekirin.
Hişyariya cemedê
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat gotin hewayê pir ewrayî be, dibe ku berdestê sibê û bi şev erd bicemide, mij û dûman çêbibe.
Germahiya hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla Bakur va dem demî ba wê rabe.
Tê texmînkirin bi roj germahiya herî zêde ya hewayê wê li Wanê pileyek, li Mûşê di bin sifirê da 4 pile, li Hekarî û Bidlîsê jî 3 pile be.