MELAYEK ZEWCÎ Û PAŞ DU HEFTEYAN DIYAR DIBE HEVJÎNA WÎ MÊRE

MELAYEK ZEWCÎ Û PAŞ DU HEFTEYAN DIYAR DIBE HEVJÎNA WÎ MÊRE

Melayê Mizgeftekê li wilatê Ogandayê, du hefteyan paş zewaca xwe, dizane ku jina zewac digel wî de pêk anî, jin nîye belku mêre, mele dibêje: “bera zewacê ez pir şeydayê hîcab, îman û teqwaya wê bibûm, lê piştre eşkere bû ku ew mêrek sexteçiye”.

Pêgeha “Deylî Monîter” ragihand zelamek bi navê Mihemed Motomba ku îmamê Mizgefta Nore li navçeya Kîonca li navenda Ogandayê, wexta ku li pey jineke baş ji bo zewacê digeriya, jinek ciwan û bi hîcab dibîne û ne bi dilekê bi sed dilan jêre hez dike.

Dema ku şêx Mihemed daxwaza zewacê ji vê keça ciwan û rind a Ogandî dike, her zû daxwaza şêx Mihemed tê pejirandin, lê belê bicî anîna erkên jin û mêran bi merc qebûl kirin, merc jî ev bûn, pêş erkên xwe cîbicî bke, pêwîste şêx Mihemed nextê wê bide dest xaltîka wê.

Zewac çêbû, bûkê jî du hefteyan paş zewacê, bi hinceta “Dewra mehane ya jinan” xwe ji hembêzgirtina şêx Mihemed derbas kir.

Di wan rojan de, yek ji cînarên şêx Mihemed, bûkê dibîne ku dixwest li dîwarê hewşê serkeve û wan amûrên eliktirîkê û alavên lênangehê ku dizîbûn bi xwe re bibe, lê cînarê şêx Mihemed her zû polîsan haydar dike û bûk tê girtin.

Îshaq Mocîra, Efserê vekolerê bajarê Kîonca ragihand, paş eşkere bûna vê babetê ku hevjîna şêx Mihemed di rastî de mêre, îmamê Mizgefta nor ev yek bawer nekir û xwastiye ew bi xwe li hevjîna xwe bi nêre kanê jine yan mêre,

Paş eşkere bûna babetê, şêx Mihemed skalayê li ser hevjîna xwe tomar dike û têde hevjîna xwe bi fêlbazî, xapandin û dizyan sûçbar dike daku bikare zirarên xwe jê bistîne.

Lêkolînan eşkere kir ku kesê fêlbaz gencek 27 salî ye bi navê “Rîçard Tomoşabî” ku bi guherîna dêmê xwe weke jinekê, dixwest dizîyan ji îmamê mizgeftê bike.

Paş demekê kurt Xaltîka wî jî tê girtin lê Xaltîka wî dibêje tu têkildariya wê bi wî re nîne û nedizanî ku ew mêre. Rîçard li ser şeklê keçek ciwan diçe cem vê jinê û bi hinceta vê yekê ku êtîme, jêre dixwaze di merasîma zewaca wê de amade bibe.

Pustên heman beş