KURT TIRÎN MIROVÊ CÎHANÊ DI TEMENÊ 27 SALIYÊ DE WEXERA DAWYÊ KIR

KURT TIRÎN MIROVÊ CÎHANÊ DI TEMENÊ 27 SALIYÊ DE WEXERA DAWYÊ KIR

Xangidra Tapa Magariyê xelkê wilatê Nîpalê ku bejnek 67.08 sentîmetrî hebû, ji aliyê pirtûka Gînis ji bo nimreyên pîvaneyî navê wî weke kurt tirîn mirov di cîhanê de ku dikarî bi rêve biçe, hatbû tesbît kirin.

Hevalên wî ji Gînsê re ragihand ku Xangidra Tapa Magar ji pisgirêkên dilî, û bêhin tengiyê renc dikêşa.

Ew li roja pênc şemî 16/1/2020an li nexweşxaneya Nîpal hat nivandin û li roja Eynî 17/1/2020an wexera dawyê kir.

Pirtûka Gînis du desteyên cuda ji bo kesên bejin kurt hene: yên dikarin bi rêve biçin û yên nekarin bi rêve biçin. Bejna Magar ew kirbû kurt tirîn mirovê ku dikarît bi rêve biçe ku 7 sentîmetran ji Conrî Balawîngê Filîpînî bilindtir bû, ew 59.93 sentîmetran bilinde û jiber nexweşiyên hestîyan nikare bi rêve biçe yanjî bê alîkarya kesek din xwe li ser lingan bigre.

Magar li beşa Biglong ya Nîpalê li 14 Oktobera sala 1992 ji dayk bûye û li destpêka sala 2010an de weke kurt tirîn ciwanê cîhanê hat nasandin.

Magar li dema ji dayik bûnê de ew qas biçûk bû ku cihê wî li nava destê mirovî de dikir û her jiber vê yekê şuştina serê navbirî pir zehmet bû.

Pustên heman beş