LI CULEMÊRGÊ HIN GUND DI BIN BERFÊ DA MAN

LI CULEMÊRGÊ HIN GUND DI BIN BERFÊ DA MAN

Li Gevera navçeya Colemêrgê hin gundên li deverên bilind ji ber ku 1,5 metir berf barî, hin mal di bin berfê da man.

Li bajêr berfa ku 3 rojan dewam kir, li hin gundan tesîreke nerênî li jiyanê kir.

Li gundê Kadikoyê ku 17 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye, ligel xaniyan, gom û çaviyên din ên malên hin welatiyan di bin berfê da man. Welatiyan bi derfetên xwe berfa li dora xaniyên xwe paqij kirin û derketin derve.

Berfa ku şêniyên gund tengezar kir, ji bo zarokan bû wesîleya şahî û kêfê. Zerokên di betlaneya nîvê salê da ji xwe ra lîstikên berfê leyîstin.

Şêniyê gund Fatîh Komur diyar kir ku îsal berfeke zêde ket.

Komur diyar kir ku berfa bênavber dibare, jiyan li wan tehl kiriye û wiha dewam kir, “Malên me di bin berfê da man. Em bi bêr û berfokan berfa li dora xanî û goman paqij dikin û rê vedikin. Herwiha hewa zehf sar e, hin mal di bin berfê da naxuyên.”

Pustên heman beş