Salvegera komara Kurdistanê û winda kirina derfeteke zêrîn li Rojavaya wilat

SALVEGERA KOMARA KURDISTANÊ Û WINDA KIRINA DERFETEKE ZÊRÎN LI ROJAVAYA WILAT

SALVEGERA 74AN YA DAMEZRANDINA KOMARA KURDISTANÊ Û DERSÊN LADANÊ JI FIKIR Û SEMBOLÊN KOMARA KURDISTANÊ Û WINDA KIRINA DERFETEKE ZÊRÎN LI ROJAVA WILAT

Damezrandina Komara neteweyî – demokratîk ya Kurdistanê, weke yek ji girîngtirîn û wêrektirîn biryarane ku di dîroka serdem ya gelê Kurd de û bûyerên vê dawiyê li Rojava wilat zelal dike ku ladan ji fikir û sembolên yekemîn desthilata serdem ya Kurdî ji bilî dagîrkaran zêdetir tu destkefteka xwe nabe.

Îro 2 rêbendanê salvegera 74an ya damezrandina Komara Kurdistanê ye, Komarek neteweyî- demokratîk ku li ser destê pêşewa “Qazî Mihemed” û Partiya Demokrat li Çar çira ya bajarê Mehabadê li rojhilata Kurdistanê bi piştgiriya şoreşgêrên perçeyên din yên Kurdistanê, hat ava kirin, bi taybet ceneral “Mistefa Barzanî” û rê hevalên wî ku karîne serweriya neteweyî bibin gopîtkê û bo dema nêzî salekê Hikûmeteke neteweyî – demokratîk bi rêve bibin.

Her çend bi sedema pîlanên navdewletî Komara Kurdistanê nekarî gelek bidome û jiyan kirina wê hinekî kurt bû, lê belê hinek dersên girîng û pir biha ji bo Kurdan û xebata wan ya rewa bi cî hiştin ku di her ciyekê de ew ders bûne rênîşanderên tekoşîna neteweyî, ku Kurd û Kurdistanê xêr jêre dîtiye û berevajî van dersan Kurd û Kurdistan rastî nexweşî û malwêraniyê bûne.

Komara Kurdistanê biryareke şorşgêrane û dilêrane bû, ji ber ku di rewşeka wiha de biryar li ser damezrandina wê hat dayîn ku dagîr karên Kurdistanê pîlanên xwe ji bo asmîle kirin û qir kirina Kurdan li Kurdistanê gihandibûn qonaxeke xeter, di rastî de em dikarîn bibêjîn ku jiyana kurt ya Komara Kurdistanê hezaran salên jiyanê bi Kurdistanê û doza wê ya rewa bexşîn û pîlanên dijminên xwe yên ji nav birina Kurd û Kurdistanê hilweşandin.

Girîngtirîn bûyerên Kurdistanê paş ji nav çûna Komarê û bidarve kirina Pêşewayê yekemîn Komara Kurdistanê, ji bo me zelal dikin ku ew fikirên Komar pê hatiye ava kirin niha jî dikarin bibin binaxeya danana kiyanekî neteweyî yê Kurdî û bi ladan ji sembol û fikirên Komarê, bi tenê wê neteweya me rastî nexweşî û zulm û sitema bêhtir bibe.

Ji bo selmandina vê nerîna xwe, emê du mînakên Başûr û Rojava Kurdistanê bas kîn, di salên newetan ji sedeya rabûrî de û paş şaşiyên kujek yên rejîma dagîr kara Be’s, gelê rizgarîxwazê Başûrê Kurdistanê, bi rêberatiya partiyên şoreşgêr û xebatkarên Kurdistanê ev perçeya niştîmanê xwe, di şoreşeka mezin de, zincîreyên kolebûnê qetandin û binaxeyeke bi hêz ji bo damezrandina desthilateke Kurdî ava kir, partiyên vê perçeya Kurdistanê bi giştî û Partiya Demokrat bi taybetî ku ew bi xwe li jêr sîbera Komara Kurdistanê hatibû ava kirin, bi berçav wergirtina hizrên neteweyî yên Komara Kurdistanê, parlimen û hikûmeteke neteweyî damezrand û ew ala careke din bilind hilda ku Pêşewa bi emanet dabû dest ceneral “Mistefa Barzanî”.

Desthilata neteweyî ya Herêma Başûrê Kurdistanê bo stiriyek di çavê dijmin û dagîr karên Kurdistanê de û bi dehan pîlanên qirêj û pîs li dijî wê hatin saz kirin, lê belê ji ber ku hezeka neteweyî û demokratî li pişt bû, tu yek ji wan pîlanan nekarîn wê ji nav bibin.

Dagîrkaran şerê navxwe têde da dest pê kirin, teror û teqandin têde encam dan, DA’IŞ tê berda, karesata 16î Oktoberê xulqand û bi dehan pîlanên din encam dan, lê belê nekarîn Kurdistanê ji nav bibin û ew alayê ji Komara Mehabadê mayî li Başûrê Kurdistanê bînine xwar.

Kurdistan her li ser lingane, ji ber ku îradeyeke bihêz weke îradeya Komara Kurdistanê serkirdatiya wê dike, wêrekiyek ku her çend hemû cîhanê û xwe beşek ji Kurdan jî serxwebûna Kurdistanê bi xewna şa’êran nav dikir, lê belê di referandûmeke dîrokî de zêdetir ji 90% ji gelê Kurdistanê bi belê deng ji bo serxwebûna Kurdistanê da û bo heta hetayê bi dagîrkaran û bi cîhanê re got: “Serxwebûna Kurdistanê ne xewn û xeyala şa’êrane, belku hez û daxwaziyeke rewa ya dehan milyon Kurdên jêr deste”.

Her çende pîlangêrî û xiyaneta qirêj ya 16î oktoberê rê neda ev care biryarên referandûmê bi piraktîk werin encam dayîn, lê belê bê guman destkeftên wê biryara wêrekane ya gelê Kurdistanê, hevşêweyê destkeftên Komara Mehabadê, hizir kirin di helandin û asmîle kirina Kurdan kirine di gorî de, biryar ya neteweyî bû, her ji ber vê sedemê Kurdên perçeyên din, pêşwaziyeke gerim lê kir û govend gêran.

ÎMRALIYÊ Û QENDÎLÊ DERFTEKE ZÊRÎN LI ROJAVA WILAT JI DEST GELÊ KURD BIR

Di van çend salên dawiyê de, ji ber xwepêşandanên Sûriyê, derfeteka zêrîn ji bo Rojava Kurdistanê derket holê, her çend dewleta dagîrkara Beşar Esed ji ber nekarînê û bi heza xwe li ser raspardeya Îranê, Rojava Kurdistanê da dest PKK’e ya hevalbenda xwe, lê bê guman wêrekî û bawer û têhizrîneke neteweyî di karî vê perçeya Kurdistanê bikete kiyanekê Kurdî, lê belê ciyê daxê ye, siyaseta serkirdeyên PKK’ê “Îmraliyê û Qendîlê” ku berdewam li dijî sembol û fikirên Komara Kurdistanê bû, ew derfet ji dest Kurdan bir û Rojava Kurdistanê rastî rewşekê kirin ku her roj nûçeyên kuştina ciwanên Kurdistanê û qir kirina wan û guherîna demografiya navçeyê ji aliyê dagîrkaran, can û hest û wijdana hemû Kurdên neteweparêz birîndar dike.

-Ger PKK’e dest ji alîkarî kirina dagîrkaran hilgirtiba û bi li berçav wergirtina fikirên demokratîk yên Komara Kurdistanê berevajî teror û bidarve kirin û zîndan kirinê, rê bi xebatkarên din yên Rojavayê Kurdistanê daba, ji bo ava kirina statoyek Kurdî beşdar biban, erê gelo Rojava bi hêztir nedbû?

-Ger PKK’ê dest ji mezinxwaziyê û takrewiyê berdaba û rê bi Pêşmergeyên Rojava daba vegerin navçeyên xwe û hemûyan bi hev re bergirî ji xaka xwe kir ba, erê da Rojava bi vê hêsaniyê were dagîr kirin?

-Eger PKK’ê nîva wê baweriya daye Ereban bi Kurdan daba û li ciyê wê çendê ku hêzên xwe ji bo xizmet kirina pîlanên dagîrkaran (Şengal û Kerkûkê) terxan kir ban, arasteya rizgariya yek carî li Rojava Kurdistanê bikar anîba, tu dibêjî bi wê hêsaniyê hatiba dagîr kirin?

Bi rastî ger rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê weke rêxistineke Bakurê Kurdistanê li ciyê destwerdanê di karên Rojava û dirist kirina dûvelankên xwe û hildana wêneyê rêberê xwe yê zîndan kirî û alayên taybet bi PKK’ê, rê daba Kurdên Rojava û rêxistin û rêberên wan bi xwe navçeya xwe îdare biken û bi parêzin, tu dibêjî Tirkiyê bi vî awayê hêsan karî ba êrîşa wê beşa xaka Nîştîman bike û bi hovanetirîn awa wan ji nav bibe?

Ev nivîsîne bi wataya kêm kirin û kêm reng kirina tawan û cînayet û wehşîgeriyên Tirkiyê û Sûriyê nayê, bê guman ji wan karesatên bi ser Rojava Kurdistanê de hatine, sûçbara sereke dewleta dagîrkara Tirkiyê û Sûriyê ne, lê belê nabe çavên xwe li himber wan şaşî û kêmasiyên serkirdatiya PKK’ê jî kirîn bigirîn, belku pêwîste perdê li ser wan siyasetên PKK’ê hilgirîn ku ciyê gomanê ne û ji bilî xizmet kirina dagîrkarên Kurdistanê, biçûktirîn destkeft ji bo Kurdistanê û xebata wê ya rewa têde nebûne.

PKK’e bi hênceta nehêlana xetera şerê navxwe rê bi hêza Pêşmergeyên Rojava neda vegere, lê ciyê daxê ye serkirdatiya PKK’ê li ciyê fikir kirinê di çawaniya berhingarbûna êrîşên Tirkiyê de, ew hêz ji bo desteser kirina wan kesan terxan dikir ku ala Kurdistanê yê mîratê Komara Kurdistanê bilind hildidan.

SIYASETA ŞAŞ YA SERKIRDEYÊN PKK’Ê, ROJAVA KURDISTANÊ JI HEMBÊZA DAGÎRKAREKÎ AVÊT HEMBÊZA DAGÎRKAREKÊ DIN

PKK’Ê DI GOT: WÊ ŞERÎ BEM ENQERÊ, LÊ BELÊ ME MÊZE KIR, EFRÎN Û HEJMAREKE NAVÇEYÊN DIN YÊN ROJAVA KURDISTANÊ HATIN DAGÎR KIRIN Û NE TENÊ ŞER LI ENQERÊ NEHAT KIRIN, BELKU YEK GULE JÎ LI WÊ DERÊ NE HAT TEQANDIN

Bi kurtî siyaseta şaş ya serkirdeyên PKK’ê, Rojava Kurdistanê ji hembêza dagîrkarekî avêt hembêza dagîrkarekê din û ev jî weke zor siyasetên din yên PKK’ê tenê di berjewendiya faşêstên Tirik û bi ziyana gelê jêr destê Kurd de bi dawî hat, bi wê hêviyê ku welatiyên rizgarîxwaz û neteweparêzên Rojava Kurdistanê wêrekî û netewexwazî û demokratî bûnê û sembolên din yên Komara Kurdistanê bi binaxe ji bo tekoşîna xwe ya pêşerojê wergirin û rê nedin ji vê zêdetir xak û niştîman û îradeya wan bibe leyistûkek di dest hinek rêxistinên bi nav Kurdî ku heya niha ji bilî mifagihandinê ji bo dagîrkaran, tu xaleka pozetîf di dîroka Kurdan de tomar nekirine, dema wê yekê hatiye serkirdeyên Rojava baweriyê bi xwe û karîn û pêgeha xwe hebe û li ciyê wê çendê ku guhdariya Îmraliyê û Qendîlê bikin, ew bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û bi yaxîbûneke rewa Rojava Kurdistanê ber bi pêşerojeke baştir araste bikin.

Bê guman bi rêya evê yekê, di karîn deye nehametiyên Kurdan bihên kêm kirin û derfeteke din ava bibe ji bo wê yekê ku alaya yekem Komara Kurdî «Komara Kurdistanê» piştî Başûrê Kurdistanê di beşekê din yê wilat de azadane were beriz kirin.

Pustên heman beş