Kurd tenê di tengavîyan da destê hev digrin
Zor caran ev tişt tê gotin ku kurd bi tenê di dema dîlan û govendan de destê hev digrin, weke din hertim di hevrikî û şereke bê dawî û qirêj de ne, digel hev dibe hinek ji vê axaftinê rast be, lê belê ti caran ev axaftin bi temamî rast nîne, jiberku di dîrokê de diyar bûye piraniya carên ku kurd tûşî nexweşî û derd û belayan bûne destê hev girtiye, mînak jî li ser vê yekê zorin ku em di karîn bi vî rengî amaje pê bidîn, koça milyonî ya gelê başûr ber bi Tirkiyê û Îranê li sala 1991an de gelê kurd li Rojhilat û Bakurê kurdistanê alîkariyeke herî zêde bi birayên xwe yên başûr kir ku ji sedema zulm û sitema rejîma Beisî koçberî van du parçeyên kurdistanê bûn, wek çewa li koçên bi sedema hewên Enfalê jî kurdan destê hev girtiye û alîkarî ji hevdu re kirine.
Her wiha avakirina mezintirîn Kamp li Başûrê wilat ji bo gelê Bakur li navçeya Etrîş ku piştre ji bo Mexmûrê hatiye veguhastin ji mînakên vê alîkariyê ye.
Her dîsan di dema têkçûna rewşa sûryê de, gelê kurd li rojavayê kurdistanê berê xwe da başûr û gelê başûr alîkariyeke zêde bi wan re kir, mînakên bi vî awayî pir gelekin lê dibe ev du diyar tirîn mînak bin ji alîkarî û dest girtna kurdan ji aliyê civakî ve.
li aliyê siyasî jî alîkariya pêşmergehan bi şervanan li kobanê diyar tirîn mînake li ser dest girtin û hevkariya siyasî di nava kurdan de.
Hemwext hewlên serkirdatiya Başûrê Kurdistanê jibo bicîh kirina desthilatek fire alî li Rojavaya wilat bi awayekî ku tev partî têde cî bigirin, ji bo vê jî lihevhatinên hewlêr û Duhokê hêjan mînakên zîndî ne.
Tawana 1î Şubatê li dijî gelê kurdistanê bû
1î Şubatê sala 2004an jî dîsan di bûyereke terorîstî de, dû terorîst hev dem xwe li du cihên cuda li bajarê Hewlêrê yê paytexta kurdistanê li du baregehên serekî yên du hêzên siyasî yên karîger li kurdistanî teqand û hejmareke herî zêde ji kesên amade bûy li wir şehîd ketin.
16 salan pêş niha li yekê Şubata sala 2004an de, tawaneke dil bi êş û pirr xwîn bi pîlaneke qirêj ji aliyê terorîstan ve li derheqa gelê kurd bi giştî hat encamdan û di êk dem de du kiriyarên terorîstî yên xwekujî ji aliyê terorîstên girêdayî giropa şêx zana ku bi giropa “Cîhad” ya ser bi rêxistna Ensarulîslam li nava her du baregehên Melbenda 3ê ya rêxistina Hewlêrê ya Yekîtiya Nîştîmanî Ya Kurdistanê û Liqa 2 ya Partiya Demokrat Ya Kurdistanê encam da, ev roje ku roja yekem ya Cejna pîroz ya qurbanê bû, gropên terorîstî yên ser bi îslama siyasî, 101 kes ji gelê kurd ku pêk hatbûn ji serkirdeyên blind yên vî Gelî û xelkê asayî kirin qurbaniyên hizrên xwe yên jeng girtî û qirêj.
Ev kiryara terorîstî ku 16 salan pêş niha li bajarê Hewlêrê hat pêkanîn hejmareke herî zêde ji qadroyên serkirde yên her du partên siyasî PDK’ê û YNK’ê şehîd kirin, ev yek şokek bihêz bo ji bo gelê kurd bi tevahî, jiberku karesat li roja yekem ya Cejna qurbanê de bû, li vî demî de ku xelk li hemû cîhanê bi taybetî li wlatên îslamî de mijûlî pîrozbahiyên Ccejnê û gerden azakirina hevdu bûn, lê belê dujminên gelê kurd tawanek herî mezin li dijî du ji partîyên herî mezn û xwedî bandor li kurdistanê encam da ku li vir pirseke cewherî serhildide:
– gelo çima ev her du partî ye hatin armanc kirin?
– çima partîyên din bi taybetî partîyên îslamî nehatin armanc kirin? Ji xwe ew jî mijûlî pêşwazî kirinê li xelkê bûn?
Îslama siyasî ji Kurdatiyê valaye
Ya ku mirov zor pê dilgiran dibe eve ku hêzên îslama siyasî li cihê ku her sal di salvegera bîranîna şehîdên 1ê Şubatê de bas li van şehîdan bikin ku hejmarek ji wan şehîdan roleke herî karîger li ser siyaseta kurdan bi taybetî li başûr hebû, tên û bas li pîroz kirina roja cîhanî ya cilên îslamî ji bo jinan dikin, ev hêzên îslama siyasî bi radeyek wiha ji kurdayetîyê vala bûne ku her tişt li cem wan pîroze bi tenê Kurd û Kurdistan nebe, ev hêzên îslama siyasî li başûrê kurdistanî nimêja bi xîyab ji bo Mihemed Mursî yê Misrî dikin, bas li Felistînê û Mosilmanên Çînê û Myanmar diken û bangxwazên wan du’ayan ji bo Çîçanîyan dikin, lê bi t awa bi peyvekê jî bas li şehîdên kurdistanê bi giştî û şehîdên yekê Şubatê nakin ku ev jî cihê gomanke mezine ji bo her kurdekê.