Çareseriya HDP’ê: ji bo Kurdistanê Tirkiye bûn ji bo Felistînê dewlet

ÇARESERIYA HDP’Ê: JI BO KURDISTANÊ TIRKIYE BÛN JI BO FELISTÎNÊ DEWLET

Serokê Amerîka Donald Trump roja 28/1/2020an pilana peymana sed salî diyar kir, ew plan hêjan tê nîqaş kirin, hêzên sereke yên cîhanî li himber vê pilanê nêrîn û helwestên xwe bi zimanekê diplomatîk nîşan dan, digotin emê lê binêrîn û emê lêkolînê li ser bikîn, mîna Berîtanya ku yek ji wan dewletan bû.

Helwesta ‌HDPê wek weke helwesta dewletên dagîrkare

Tirkiyê, Îran û Hîzbollah a Libnanî hinek welat û hêzên din ev plane şermezar kir û bi tundî li dijî derketin, heya Tirkiyê ne bi tenê dewletê belku partên siyasî jî ev plane tawanbar kir, yek ji van partîyan jî HDPe bû anku HDPê jî digel refên dagîrkar û dijberên Kurdistanê cihê xwe da diyar kirin.

Bi awayek vekirî bibêjîn ewqas gef û fişar li ser kurdan hey HDPe weha xwe dide nîşandan weke ku ji bo hemû pisgirêkên gelê Kurd çareserî peyda kiribe, ji bo gelên din jî alîkariyê dide nîşandan ev yek ne helwestek ‘eqlî ye. HDP niha jiber ew malbatên dewleta Tirk danay pêşya avahiyê partîya wan nikarin bikevin jûr ve di vê astê de nava tengasiyekê dane çewa xwe weke hêzekî çareseriya pisgirêkên Rojhilata navîn dê bide nîşandan.

Pisgirêkek din jî eve ku HDP hêjan bi şiroveyên ciwanên çep yên sla 1970an li mesela împiryalîzmê û gelên bin dest dinêre, ew dema ku mirov bibêje gelê Felistînê pêşverû ye, Amerîka û Îsraîl dagîrkarin ew dem derbas bûye, mînak her du partîyên Felistînê Fetih û Hemas kurd weke gelê bin dest ne dîtiye, mînak El Fetih hertim piştevaniya Sedam dikir heman dem de serokê hemasê jî piştevanê Tirkiyê û bi taybetî jî Îranê ne û dagîrkariya van dewletan li ser Kurdistanê meşro’ dibînin û di daxweyanî û gotarên xwe de jî li dijî referandom û serbixweî ya Kurdistanê helwest girtin û di heman dem da di babeta dagîrkariya li ser Efrînê alîkara Tirkiyê bû, yanî ger desthilatdariyeke siyasî li Felistînê çêbibe ew wê kevneperist be û herdem jî wê digel dagîrkarên kurdistanê di nava lihevhatinekê da be.

HDPe li ser pişta gelê kurd bûye hêzeka siyasî

Ew tiştê HDPe ji bo Felistînê daxwaz dike çima ji bo gelê kurdê ku ew kirîye hêz daxwaz nake

alîkarya HDPê ji bo Felistînê ne bi niyetekî pak hatiye kirin, HDPe li ser pişta kurdan ketiye nava parlemena Tirkiyê û di heman demê de bûye hêzeke siyasî, gelo ew tiştê ji bo Felistînê daxwaz dike çima ji bo Kurdên ew kirî hêz wê alîkariyê nake. Dema ku 9/10/2019an arteşa Tirkiyê rojava dagîr krî jî HDPê ne got Kurdistan hat dagîrkirin, digot ev êrîş li ser pêkve jiyana gelên herêmê çêdibe û nexwest peyva dagîrkariyê jî telefoz bike, piştî ku gel helwesteke tund day nîşandan ji nû ve bas li dagîrkariyê kir.

Wate tiştê HDPe dibêje eve: “ji bo Felistîniyan dewleta serbixwe û ji bo kurdan jî Tirkiye bûn”

Herî dawî berpirsê HDPê yê rêxistnê Elî Can Ûnlû di gotareka xwe de ji bo kongreya HDPê ku li 23 meha du wê kom bibe ev gotin kirin: em wê di vê kongirê de Qadro û rêveberên ku bikarin kumara demokratîk saz bikin wê derxîn pêş û di berdewamiya axaftina xwe de “HDP ne partîyeke kurdane, Tirkiye bûn ji bo çareserkirina pisgirêka kurd xaleke esas e û gavekî demokratîze kirina Tirkiyê ye” got, em jî vê pirsê ji Elî Can Ûnlû dikîn ew tiştê ji bo kurdan hûn rewa dibînin weke Turk bûnê çima ji bo Felestînî yan jî Îsraîlî bûnê pêşniyar nakin, ji bo wan jî pêşniyara demokratîzekirina Îsraîlê bikin, lê mixabin HDP’e ji bo Felistînê dewletek serbixwe teleb dike ji bo kurdan jî digel Tirkan jîyaneke mecbûrî rewa dibîne, ger em bi rêyeke pirr asan jî lê binêrîn wê bigihîn vê encamê: Elî Can Ûnlû rast difikire, HDPe ne partîyeke kurdane, HDPe palpiştiya dewleta Tirkiyê dike ji bo ku ji vê astengê rizgar bibe û gelê kurd ti pisgirêkan ji bo dewleta Tirk dirist neket, HDP wilatparêzên Tirkiyê ne, ew qeyûmên hatîn ser şaredariyên kurdistanê nefsî wan qeyûman li ser HDPê jî hatiye erkdar kirin.

Gelê kurd li vê kongirê de yan pêwîste nava HDPê ji van qadroyên dilsoz ji bo Tirkiyê pakij bke yanjî pêwîste pişta xwe bidit wan, pêwîste rewşenbîrên kurd jî bi tundî rexneyan li HDPê bikin ji bo ku bikevîte ser xetekî kurdewarî.

Pustên heman beş