LI MISRÊ CENÎNEKE 3 MEHÎ JI ZIKÊ KUREKE 7 SALÎ DE TÊ DERXISTIN

LI MISRÊ CENÎNEKE 3 MEHÎ JI ZIKÊ KUREKE 7 SALÎ TÊ DERXISTIN

Tîmeke nojdarî li Misrê li nexweşxaneya zanîngeha Eskenderiyê ya vî wilatî, di neştergeriyeke Nojdarî ya bêhempa de li ser zikê kureke 7 salî, karîn cenînek sê mehî ji zikê wî derxînin.

Ev neştergeriye ku bi armanca derxistina girêyekê li nava zikê kurek 7 salî de hat encamdan, Nojdaran pê zanî ku ya wan difikrî şaşe û ew girêyek nebûye belku cenînek sê mehî ye ku di zikê wî zarokî de mirîye.

Nojdar Sabir Wehîb, nojdarê neştergeriyê û mamosteyê jenetîkî yê zanîngeha zanistên nojdarî ya Eskenderiyê ragihand: ev tiştê rûday di nava zaroyan de zor bi kêmî rû dide. Ev zaro ji êşana zikî bi taybetî ji aliyê rastê ê zikê xwe pir aciz dibû ew zaro li jîyê sê saliyê jî bi ritla hatibû neştergerî kirin.

Ev Nojdarê Misrî di dirêjahiya axaftina xwe de dibêje: piştî lêkolînên nojdarî hebûna girêyekê di zikê vî zarokî de hat tesbît kirin lê belê li dema neştergeriyê de ji aliyê rastê yê zikê wî eşkere bû ya ku bi girêk hatiye zanîn, di rastî de ne girêye belku cenîneke mirî ê sê mehî ye û 200 giram senga wê cenînê ye.

Li gor axaftina nojdar Sabir Wehîb qewmîna tişteke bi vî awayî pirr zehmet û kême û di nava zelaman de kêmtire û bi tenê 100 kes di cîhanê de tûşî vê yekê bûne.

Pustên heman beş