EMERÎKA CAREKE DIN MELEFA DABEŞKIRINA ÎRAQÊ JI BO 3 DEWLETAN NÎQAŞ DIKE

EMERÎKA CAREKE DIN MELEFA DABEŞKIRINA ÎRAQÊ JI BO 3 DEWLETAN NÎQAŞ DIKE

Li gor vê piroja ku piştî kuştina Qasim Suleymanî nîqaş li ser tê kirin, Îraq wê ji bo 3 dewletên biçûk were dabeşkirin

Dabeşkirina Îraqê ji bo 3 dewletên biçûk di rojeva emerîkayê da ye, Rojnameyeke Tirkiyê raporek li derbara vê pilana emerîkayê belav kirîye û dibêje: “kîyaneke nû wê li Enbarê dirust bibe û herêma başûrê kurdistanê li gel hinek navçeyên rojava kurdistanê wê pêkve werin girêdan”.

Rojnameya yenî çag osmanlî ya Tirkiyê hinek zanyarî li derbara pilana emerîkayê ji bo dabeşkirina Îraqê bo 3 dewletên cuda belav kirîye, di vê raporê de, Îsma’îl Heqî Bîkîn serokê îstixbarata Tirkiyê ê berê dibêje: Amerîka niha bizava bi hevre girêdana Başûr û Rojavayê Kurdistanê di çarçûvê kyaneke serbixwe de dike, li demekî niha kurdên rojava li bin çavdêrîya Tirkiyê ne û tekez dike, ev yek wê ji bo Tirkiyê xeter be.

Bîkîn destnîşan kir, her yek ji Amerîka, Rûsya federal û Ewropa naxwazin Tirkiye bi hêz bikeve û ev welat hertim îstifzaza Tirkiyê dikin û got: Amerîka di bizavan daye dest bi yariyeke nû li bin navê dubare belave kirina hêzên Natoyê li Îraqê bike.

Her wiha got: Amerîka dixwaze li gel Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê sînorên li navbera Îraq û Sûriyê rake û yekîtiyekê li navbera başûr û rojavayê kurdistanê ava bike, anku Îraqê perçe bike bi awayekî ku Îraq bibe 3 dewletên biçûk (Dewleta Sunnî, Şî’î û Kurdî)

Rapora rojnameya yenî çag ya Tirkiyê, bi pêdvî dîtîye Tirkiya kar ji bo yek parçeîya xaka Sûriyê bike û her wiha dest nîşan kirîye ku ew îstifzazên ji Bakurê sûryê bo Enqerê dihên, tenê yek armanc pê heye, ew jî pilana mezin ya dirustkirina kîyanê kurdî li ber Enqerê berze bikin.

Piştî kuştina Qasim Suleymanî Amerîka bi cidî li ser dabeşkirina Îraqê kar dike

Ji aliyê xwe ve, Cengîz Tomar Serokê Zanîngeha Ehmedî Yesuyî ya Tirkiyê ji bo ajansa Anadolê li ser heman babetê axvî û got: piştî biryara hikumeta Bexda ya derxistina hêzên Amerîkî ji Îraqê, koçka spî pilanek ji bo dirustkirina kîyaneke taybet bi Sunne yan ve li Enbar dariştiye û diyar kir, her çend ku ev plan li emerîkayê pêş çendîn salan hatîye dariştin, lê belê ji nû Amerîka pêdvî pê heye û careke din derxistye ser mêzê.

Her wiha dibêje: pilana dabeşkirina Îraqê niha di rojeva emerîkayê daye û ev plan bi taybet piştî kuştina Qasim Suleymanî ketîye di gotubêjan de.

Nav hatî sedem ji bo wê yekê vegerandin ku peywendî kirina Îranê digel sûryê û Hîzbollah ya Libnanî bi rêya Îraqê bi xeter li ser Îsraîlê dihête hejmartin, ji ber vê sedemê Amerîka bi cidî kar li ser vê pirsê dike.

Serokê zanîngeha Ehmed Yesuyî amaje dike, bi dabeşkirina Îraqê, Amerîka wê peywendiyên xwe li gel kurdên Îraqê parêzît ku niha bi bihêztirîn hevpeyman ji bo wan tên hejmartin, her wiha wê rêyê li Îranê jî bigre piştî navçeya Sunneyên Îraqê dikeve bin serpiriştiya wê de.

Lê li gor rapora rojnameya YANIÇAG, kurd û Sunne wê bi pirojeya emerîkayê razî bin, ji ber ku fişara Amerîkayê li ser wan heye.

Bi nerîna Cengîz Tomar Serokê Zanîngeha Ehmed Yesuyî ku bi yek ji bisporên karubarên Rojhilata Navîn tê hejmartin, Erebistana S’ûdîyê wê piştgiryê li dirustkirina kîyaneke serbixwe ji bo Sunneyên Îraqê li parêzgeha Enbarê kit, wê piştgiriya darayî jî ji bo vî pirojeya dabeşkirinê encam bide û got: ger pirojeya Amerîkayê bi pereyên wilatên kendavî were bicî anîn, Îraq wê ji bo 3 parçeyan were dabeşkirin.

Hevpeymaniya S’ûdîyê, Îsraîl û kurdan û hindek aliyên Sunne

Emerîka niha bizavan dike hevpeymaniyekê di navbera Erebistana S’ûdîyê, kurdên Îraqê û hinek aliyên Sunnî dirust bike, jibo berhingarbûna xetere ya Îranê li ser Îraqê, ev yek jî li dijî berjewendiyên Tirkiyê ye ku tekezî li yek parçeya xaka Îraqê dike.

Her li dor vê babetê Barîş Artîm mamosteyê zanîngeha Stenbolê ji bo rojnameya YENIÇAG gotiye: pirojeya Amerîka ya dabeşkirina Îraqê ji bo 3 dewletan bo pêş 15 salan vedgere, Amerîka dixwaze bi rêya dirust kirina kîyanekî li Enbarê dest danît ser petrola wê deverê.

Dest nîşan kir, pirojeya Amerîka bi xeter li ser êmnahiya Îraqê tê hejmartin, her wiha ev kare wê hevrikiya olî kûrtir kit û wê encamên nerênî jî li ser pirsa sînorê tirkiyê hebe.

Rojnameya YENIÇAG ya Tirkiyê aşkera kirîye, pilana emerîkayê niha kar li ser tê kirin, li vê dawyê jî çendîn kombûn li S’ûdîyê li ser hatine kirin û di wan kombûna de berpirs û bazirganên Enbarê jî têda amade bibûn, her wiha piştî kombûnên S’ûdîyê, çendîn kombûn li Îmaratê jî hatîne kirin.

Pustên heman beş