Pêdvî bû ji mêj de navê hindek serkirdeyên vê partiyê çûban di nav pirtûka Guinnessê de
Li salroja berhingarbûna şêrpencê da li Başûrê Kurdistanê dirêjtirîn qirdîleya taybet bi nexweşiya şêrpencê li ser çiyayê Guwêje li Silêmaniyê hat nimayişkirin ku dirêjahiya wê 7hezar û 288 metir bûn û bi vî away navê Silêmaniyê çû nava pirtûka Guinnessê bo nimreyên pîvaneyî, lê belê ya rast zor ji mêj de pêwîst bû navê hinek serkirdeyên vî bajarî ku di demê xwe de nîştîmanperwertirîn serkirde xelkê vî bajarî bûn ji bo îxanetê çûbane nava pirtûka Guinnessê ya nimreyên pîvaneyî de.
Paş encamdana kongirê xwe nakokîyên Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê roj bi roj di zêde bûnê dane, her ji ber vê yekê li roja 1/2/2020an encûmena giştî ya serkirdatiya YNK’ê bi hemû nakokîyên xwe ve careke din derketin ev yek jî paş vê çendê hat ku (malbata Kosret Resol û yên nêzî Dilêrê Seyîd Mecîd nizîkin ji wan ‘Îmad Ehmed, ‘Ednan Heme Mîne û Ref’et Ebdulla û Aso Mamend û çend kesekên din) civîna encûmena serkirdatiya YNK’ê baykot krî.
Nakokîyên malbata mam Celal bi taybetî Bavêl Talebanî ku piştî îxaneta şazadê Oktoberê bûye kesekê herî diyar di nava vê partiyê da digel hemû bal û gropên din ên cuda de li ser heykelê vê partiyê, her hemû li ser yek helwestin ku pêwîste heykelê YNKê dinavbera balên cuda yên wê de li ser binemayê hevpişkî û dadperweriyê be, nek malbata Mam Celal partên blind ji bo xwe bibin û yên din bê post bimînin.
Cudahiya sereke ya dinavbera balên cuda yên YNK’ê, paş kongirê û peyda bûna core xirorek bêhempa di malbata talebanî de bi zelalî hat dîtin, malbata talebanî ji bilî ku destê xwe danaye ser hemû tiştekî di nava YNK’ê da evca ji abûra vê partê bigre heya digehe dezgehên emnî, niha jî dixwazin ji bilî wan ti keseke din postê cêgirê sekreterê giştî yê vê partiyê wernegire lê belê ev yek bû sedem ku nakokiya dinavbera balên YNK’ê de pitir diyar bibin jiberku malbata Kosret Resol ‘Elî û ‘Îmad Ehmed û giropa Kerkûkê û ‘Ednan Hemey Mîne daxwaza postê cêgirê sekreterê giştî yê YNK’ê dikin û vî postê bi mafê xwe dizanin.
Pavêl û Lahor amade nîne tenazulê ji bo hevdu bikin
Nakokîyên YNK’ê paş encamên kongre û diyar bûna Lahor Şêx Cengî weke kesê yekem pitirtir bûn, bi aweyeke wiha ku paş kongre navbera her yek ji (Bavêl Talebanî û Pismamê wî Lahore Şêx Cengî) giha asteke herî kêm de ku em dikarîn bibêjîn gihan asta sifrê, tu kes ji van amade nîne tenazulê ji bo kesê din bke li ser postê serokê YNK’ê.
Ev nakokîyên di navbera balên jêk cuda yên YNK’ê de ku weke êşa şêrpencê ji bo gelê kurd tên hesab kirin nakokîyên nû nîne, serkirdeyên vê partiyê her ji dema ku di nava Partîya Demokrat a Kurdistanê de bûn ji bo dest xistina pile û postan nek carek belku sedan caran îxanet li doza kurdan kiriye, yên ku bûye darêjerên îxaneta 16ê Oktoberê her ewladên wan serkirdeyên YNK’ê ne ku li sala 1966an de mezintirîn îxanet li kurdan krî û bûye caşên rejîma Bexdayê û li dijî wilatparêzan sekinî.
Pêş encamdana kongirê YNK’ê, balê dijberê malbata Talebanî ji bo kêm kirina desthilata vê malbatê hejmarek ji medya û rojname û saziyên roşenbîrî yên ser bi vê malbatê di nava YNK’ê de daxistin taku bikarin rola wan di kongreya çaremîn ya YNK’ê de kêm bikin lê belê ev pilana wan serketin ne anî jiberku vê malbatê destê xwe danaye ser hemû comgeyên sereke di nava vê partiyê de.
Bavên wan kesên karesata 16ê Oktoberê bi serê kurdan anî pêş bûyerên 31ê Abê supayê pasdarên Îranê anîbûn ser Hewlêrê û parlemenê Kurdistanê dagîr kirbû, hêzên Demokrata Îranê xistin jêr rehma top û tankên rejîma Îranê, supayê pasdaran îna bû Helebce û bûne sedema kîmya baran kirina vî bajarê kurdan, paş nîskoya şoreşa Golanê li dema pêşmergeyan dixwest derbasî Îranê bibin bavên Xaînên 16ê Oktoberê mefreze danîn û pêşmerge şehîd kirin, li Enfalên sala 1988an de van Xaînan xalên pişkinînê li deşta Koye û Dola Cafayetî Germîyan danan û rêgrî li gundiyan kir ku digel xelkê bajaran birevin û nehên Enfalkirin.
Balbalanê û nakokîyên di nava YNK’ê de ku bûye şêrpenceyek li ser cesedê wilatek dagîrkirî
Balbalanê û nakokîyên di nava YNK’ê de ku bûye pencşêrek li ser cesedê wilatek dagîrkirî ji bo dest xistina pile û postan û pereyan tişteke dîrokî ye ku niha ji bo endamên malbata Îbrahîm Ehmed û Celal talebanî may ev malbate û balên girêdayî wê di nava YNK’ê de hazirin ji bo dest xistina van tişta her îxanetekê ku nayê hizra tu kesekî encam bidin.
Hejar Mukriyanî rehmeta xwedê lê be di pirtûka xwe ya bi navê “Çêştî Micêwr” de dibêje: carekê hinek ji pêşmergeyan ji bo ceneral mistefa barzanî vegerand ku dema pêşmergeyan li derdorên Hewlêrê dîtî bi hezaran wesayîtên serbazî û top û tankên rejîma Îraqê beref bi Barzan diçin, her hemû hêsirên dibarînin û hewara xwe dibin cem Îbrahîm Ehmed û jêre dibêjin, ev key şerefe birayên me bihên kuştin û em ji bo alîkarya wan neçîn û wan ji mirinê rizgar nekîn? Îbrahîm Ehmed di berisva wan pêşmergeyan de dibêje: hûn nizanin! Ger Barzanî nemîne, serkirdatiya partiyê wê bibe yek, evca emê wêneyê barzanî weke şehîd li bazaran bifroşîn û pereyeke herî baş bi dest xwe êxîn!
Ji bo kêm kirina alozî û nakokîyên di nava balên cuda yên YNK’ê de bi taybetî balên xwedî hêz di nava YNK’ê de, taku YNKe bikare herî kêm dû balan nêzî hev bke û rêyê li himber şerê dinavbera wan de bigre, encûmena serkirdatiya YNK’ê biryar li ser sîstema Hevseroktiya YNK’ê da, bi vî rengî jî biryare ku du kes ji balên cuda yên vê partiyê bibin hevserokên YNK’ê, lê pirsa li vir serhildide eve gelo sîstema hevserokatiyê wê bibe ciyê razîbûna hemû balên YNK’ê?! Erê sîstema hevserokî di nava YNK’ê de wê bibe rêgir li himber wê şêrpencê ya ku vê partiyê hemû Kurdistan pê tûş kirî?!
Belê bi rastî YNK’e û şêrpencê ya dinav YNK’ê de bi sedema balên cuda û daxwazyên ne rewa ku niha bûye şêrpence ji bo hemû Kurdistanê pêwîste biçe nava pirtûka Guinnessê ji bo nimreyên pîvaneyî li cîhanê de.