ŞASIWAR Û XUŞKA XWE REŞEKÊN LENG YÊN HEŞDÊ Û PKK’Ê

Di beşa duyemîn ya rapora xwe da me behsa pîlana Şasiwar Ebdulwahid ya têkdana rewşa Herêma Başûrê Kurdistanê û lawaz kirina hikûmeta wê kir ku paş biryara Parlimena Îraqê ya derxistina hêzên Amerîkî û pejirandina pirojeya rîformê ji aliyê Parlimena Kurdistanê ve destpêkir, Îranê bi rêya “Hizbula û Esaîb Ehlulheq û tevgera Nuceba li Îraqê û Giropa 16î Oktoberê li Silêmaniyê” raste rast serperiştiya evê pîlanê dike, Şasiwar Ebdulwahi jî ji bo bicîkirina vê pîlanê 3 daxwazî kir bûn.
Paş destpê kirina pîlanê û diristbûna kirîza xazê û kanê çawa Şasiwar ev kirîz bi delîve dibîne ku bikare cadê pê bi livîne û lawaziya Hikûmeta Başûr diyar bike, wexta li yek ji taxên hejar yên bajarê Dihokê 20 litrên gazê dabeş kirîn, rewş weke wî dixwest nebû.
ŞASIWAR PENAYÊ JI BO KUNSILXANEYA ÎRANÊ DIBE
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê hinek pêzanîn ji kesên nêzî Şasiwar û hinek berpirsiyarên di nav Yekîtya Niştîmanî de wergirtine û eşkere bûye ku li rûjên rabûrî û paş ku Şasiwar Ebdulwahid hemû hewil dan hestên gel bike sotemeniya bicîkirina pîlana têkdana rewşê û lawaz kirina hikûmetê, rewş weke wî di xwestî çênebû, lewma wî pena ji bo kunsilxaneya Îranê li Silêmaniyê bir û kunsil haydar kir ku pêwîste rêyeke din hebe.
CEMÎL BAYÎK ÇI RÊ JI BO ŞASIWARÎ DEST NÎŞAN DIKE?
Jêderên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê pêzanên pişt rast kirî bi destxistine ku kunsilê Îranê li Silêmaniyê peywendî bi Cemîl Bayîk, hevserokê kunseya birêveber ya Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê, seywana siyasî ya PKK’ê kiriye û daxwaz jê kir alîkariya Şasiwar bike ji bo ku ev pîlan serbikeve.
Cemîl bayîk li ser daxwaziya Îranê razî dibe, lê li beranber 2 daxwaziyan, Bayîk ev daxwazî ji kunsilê Îranê kirin:
– Heşda Şebî li Şengalê alîkariya PKK’ê bike.
– Heşda Şebî pereyên PKK’ê li Şengalê bide.
Kunsilê Îranê ferman li Cemîl Bayîk kir alîkariya Şasiwar Ebdulwahid bi rêya “Tevgera Azadî” bike, Tevgera Azadî ku li jêr sîbera PKK’ê de ye, li dawiya sala 2018an Hikûmeta Başûrê Kurdistanê biryara qedexe kirina çalakiyên wê derxist bû û baregehên wê li Hewlêrê û Silêmaniyê daxistin, lê çalakvan û endamên wê hêjan hene û di çendîn alavên qirêj de çalakiyên xwe di domînin.
PKK BELA SERÊ GELÊ ŞENGALÊ
Di şerê dijî rêkxistina terorîstiya DAÎŞê de, Partiya Karkerên Kurdistanê çû di Şengalê de, lê belê li wê demê derbasî Şengalê bû wexta şer bi dawî bûy û Şengalê bi destê Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê hatiye rizgar kirin, ji wê demê PKK ne tenê bûye kula Şengalê, belku bûye bela serê gelê wê ku heya niha ji ber hebûna PKK’ê û alîkarên wan yên Heşda Şebî, piraniya gelê Şengalê ji awareyê venegeryane.
Li Şengalê PKK’ê çendîn karên qirêj kirin, weke çêkirina hêzên çekdar, şûştina mejiyê bi dehan keç û kurên Êzidî û bi zûr revandina bi dehan gencên Êzidî ku gelek ji wan di şerên Bakur de bi destê dewleta Tirk dane kuştin, her wiha niha jî Şengal kiriye meydana ceng û her navbera çend rojan balefirên Tirkiyê li Şengalê dixin.
Cemiyl Bayîk li beranber alîkariya Şasiwar te’lîmat ji bo tevgera Azadî şandin ku her çi ya di karîna wan de be ji bo alîkariya Şasiwar bikin, lewma li torên civakî bi dehan çalak û kadiroyên Tevgera Azadî û yên Newey Nuwê di karî de ne û kar û erka wan bûye kirêt kirina hikûmetê, bi niyaza wê çendê gerim û goriyekê bi xulqînin û hestên gel bilivînin heya ku xwepêşandanan bikin.
PÎLANÊN ŞASIWAR SERNAGRIN KÎ RÊGIRE?
Her li destpêka pîlanê, Şasiwar hest bi lawaziyê kir û pîlana wî sernegirt, ji ber ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yekem derfet ji bo wî nehişt û her rast kirîza çêkirî ya xazê bi rêya beşeka giropa 16î Oktoberê çareser kir û rêneda Şasiwar û ew kalfamên li Dihokê di gel de gelê hejar bi xapînin.
Her wiha li rojên di dûv de, Mesrûr Barzanî serok wezîrê Herêma Başûr fermana parve kirina gazê derxist û pirosêsa parve kirinê hêjan dewam dike.
[mpc_alert preset=”mpc_preset_24″ icon=”eti eti_link” icon_color=”#ffffff” icon_size=”30″ icon_background_color=”#ce4041″ icon_padding_divider=”true” icon_padding_css=”padding-top:25px;padding-right:25px;padding-bottom:25px;padding-left:25px;” font_preset=”mpc_preset_13″ font_color=”#ffffff” font_size=”20″ font_transform=”none” font_align=”center” content_padding_divider=”true” content_padding_css=”padding-top:25px;padding-right:25px;padding-bottom:25px;padding-left:25px;” background_type=”gradient” background_gradient=”#d14945||#910000||0;100||90||linear” border_divider=”true” border_css=”border-top:0px;border-right:0px;border-bottom:3px;border-left:0px;border-color:#bc3a5d;border-style:solid;border-radius:5px;” padding_divider=”true” margin_divider=”true”]
Ji bo xwendina beşa duyemîn vir kilîk bike
Ji bo xwendina beşa yekemîn vir kilîk bike
[/mpc_alert]




