Piştî wan sizayên abûrî yên ku Amerîka danaye ser Îranê û xistine xara balefira Okraynî ji aliyê Îranê ve, û hejmarek ji kirîzên din di vî welatî de, sibe gelê Îranê wê ji bo beşdarî kirin di hilbijartinên xola 11an a parlamentoya welatê xwe de herin ser sindoqên dengdanê.
Dema piropaginde kirin ji bo hilbijartinan ku roja 13ê Şubata dest pê kirbû, serê sibe ya îro saet 8:00 bi dawî hat.
Di hilbijartinan de 57 milyon û 918 hezar dengder ku 2 milyon û 931hezar û 716 kes ji wan cara yekemîne wê beşdarî hilbijartinan bibin, sibe wê endamên nû ji bo parlamentoya welatê xwe hilbijêrin.
Sibe saet 8:00ê sibê hilbijartin li Îranê wê destpêbikin û saet 18:00 wê bi dawî hên.
Partîyên muhafizekarên Îranê wê bi navî lîsta “Îrana serbilind” beşdariyê di hilbijartinan de kin û li sercemî 30 partîyên rîformxwaz bi tenê 9 ji wan wê beşdarî hilbijartinan bin. Ji berku rîformxwazan bi yek bilok beşdarî hilbijartinan nebûn û beşeke mezn ji wan Baykota hilbijartinan kir, partîyên beşdar jî nikarîn lîsteke hevbeş pêk bînin.
Mafê namzed bûna 7 hezar û 148 kes li sercema 16 hezar û 33 kesan, ku daxwazî pêşkêş kirbû hat pejirandin, ji bo her kursiyekî ji 290 kursiyên parlamentoyê, 24 namzed wê hevrikiyê li ser bi dest xwe ve anîna kursiyê kin.
Li ser asta Îranê 208 bazineyên hilbijartinan hene û dengder dikarin li 55 hezar cyan dengê xwe bidin, zêdetir ji yek milyon kesan wê beşdar bin di birêvebirina piroseya hilbijartinên Îranê de.
Tehran bi 35 parlementeran zortirîn kursiyên parlamentoyê hene û di beramberî de her yek ji parêzgehên Elborz, Îlam, Qum û Kehgîloyê û Buyrehmed bi sê parlementeran kêmtirîn kursî hene.
Tê çaverê kirin ku ji ber kirîzên abûrî û rewşa aloz a Îranê hejmarek herî kêm ji gelê Îranê beşdarî hilbijartinan bibe.