21% JI DARISTANÊN USTRALYAYÊ YÊN BÛY XWELÎ

21% JI DARISTANÊN USTRALYAYÊ YÊN BÛY XWELÎ

Bi sedema wî şewata ku bi wîlayeta Gallery ya Başûrê nû NSW, Kwîsland, Victoria û Ustralya ya Başûr li Ustralya ketî û nêzî şeş mehan berdewam bûy, 33 kesan canê xwe ji dest da û bi milyonan heywan mirîn û 21٪ ya daristanên wî welatî bûn xwelî.

Enistîtoya xwezaparêzî ya Hawkesbury li zanîngeha Western Sydni raporta xwe sebaret zîyanên şewata 2019an belavkir ku ji NSW destpêkir û paşan Kwîsland, Victoria û Ustralya ya Başûr bi xwe ve girt.

Ev şewate dema şeş heyvan berdewam bû heya ku hatî kontrol kirin û vemirandin, nêzî 11 milyon hêktar daristan kir xwelî bi vê sedemê bi tenê li NSW û Victoria pênc milyon û 800 hezar hêktar daristan şewitîn.

Di raportê de amaje bi vê yekê hatiye kirin ku şewata bi vî awayî li 20 salên dawyê de li hemû cîhanê rû nedane û têde hatye: “ger li dîrokê binêrîn wê bibînîn her sal li Ustralya û welatên din bi rêjeya ji sedê 5 daristan tên şewitîn. Bi tenê li Asia û Africa rêjeya şewata daristanên biçûk bo sedê 8-9 blind dibû. Lê belê li sala 2019-2020an li Ustralya bi tenê di yek qonax da şewata daristanên wê gihîşt 21٪.

Pustên heman beş