TOM HANKIES Û HEVJÎNA XWE TÛŞÎ VAYROSA KORONAYÊ BÛN
Ekter û Derhênerê bi navudengê Amerîkî Tom Hankies û hevjîna wî Rita Wilson tûşî vayrosa Koronayê bûn, piştî ku li Ustralya pişkinîn bo hatîne kirin.
Tom Hankies li ser ekawinta xwe yê twitterê nivîsandiye: “li Ustralyayê pişkinînên vayrosa Korona ya nû kovîd-19 ji bo wî û hevjîna wî hatîne kirin û encam pozîtîf derketine”.
Herweha diyar kirîye, ew û hevjîna xwe Rita Wilson, li Ustralya bûn ji bo wêne kirina fîlimekê û demê wan hest bi têkçûna rewşa xwe kirî bi taybet bilindibûna pileyên germaya leşî, pişkinîn ji bo hatine kirin.
Tom Hankies dibêje: “ew wê hindek pişkinînên din encam din û dê hêne îzolekirin ji bo her demekê pêdvî be”.
Tom Hankies û hevjîna xwe Rita Wilson ku temenê wan 63 salin, bi yekem navdarên Hollowed dihêne hejmartin ku tûşî vayrosa Koronayê bûyne.
Tom Hankies ji bo wênekirina fîlimekê li dor jiyana Elfîs birêslî, seredana ustralyayê krîye û weha biryare bi rolê kolonêl tom barker yê rêveberê karên Birêslî di fîlimî de rabe û Fîlm ji berhemê şirketa Warner Braziers e.