KORONAYÊ BERHEM ANÎNA MEYÊ LI WILATEK ÎSLAMÎ HELAL KIR

KORONAYÊ BERHEM ANÎNA MEYÊ LI WILATEK ÎSLAMÎ HELAL KIR

Cêgirê wezîrê pîşesazî, kanza û bazirganî li Îranê roja pêncşemî 12/3/2020an ragihand ku berhem anîna Meyê li Îranê heya haydarkirineke din pêwîstî bi ti moletan ji wezaretê nake û her kes dikare Meyê li gor şiyanên xwe berhem bîne.

Li gorey rapora “pêgeha Îlna” Husên Mideris Xîyabanî cêgirê wezîrê pîşesazî, kanza û bazirganî bi derkirina haydarkirinekê ji bo saziyên pîşesazî, kanza û bazirganî yên bajarên Îranê ragihandiye: “berhem anîna Meyê di nava welat de heya haydar kirina dawyê pêwîst bi wergirtina ti moletan ji saziyên girêdayî vî babetî nîne”.

Navbirî tekez kir ku: “li gorey ragihandina lijneya bilind a berhingarbûna Koronayê li wezareta pîşesazî, kanza û bazirganî û bi berçav wergirtina ragihandina amadebûna hinek saziyên berhem anînê ji bo berhem anîna Meya pêwîst di welatî de, berhem anîna Meyê pêwîstî bi t moletan nake. Eşkere ye ku Meya li van saziya tê berhem anîn wê li jêr çavdêriya zanîngehên zanistên pizîşkî yên bajaran û saziyên girêdayî xwarin û dermanan be, herweha wê maddeyên pêwîst ji bo tafîlkirina saziyên berhem anîna Meyê li ser wan bê parve kirin”.

Husên Mideris herweha ragihand: “bi wan hemahengiyên hatî encamdan di gel gomirkên Komara Îslamî ya Îranê, rê bi anîna barên mask, Meyê û tiştên din ên pêwîst ji bo merema berhingarbûna belav bûna vayrosa Korona di kêmtirîn dem de (herî kêm di dema 48 demjimêran de)wê rê pê were dan”.

Li gorey raporên medyayî  piştî belav bûna vayrosa Korona li Îranê di 6 bajarên Îranê de heya niha pêtrî 60 kesan, ku bi gotina berpirsên Îranê Mey ji bo berhingarbûna vayrosa Korona noş kiribû, canê xwe ji dest daye.

Hêjayî gotnê ye ku saziya cîhanî ya saxlemiyê, li 2/10/2019an ragihandibû ku Îran li pileya 9ê tê li ser asta wan wilatên pitir tirîn rêjeya Meyê vedixwen li ser asta 189 wlatên cîhanê.

Pustên heman beş