Dewleta Turk dixwest li zindana Amedê kur û Keçên Kurdan teslîm bigre. Eşkence kirin, li ber sarma û germayê hiştin, birçî hiştin, însan bi îşkencedanê hatin kuştin, lê belê zarokên kurdistanê serê xwe bi t away ne tewandin. Sakîna Cansiz yek carê ne got ax û polîsên Tirkan şad nekirin. Mezlûm Dogan jiyana xwe bi dawî anî lê teslîm ne bû.
21 Adara 1982yan li zindana Amedê ji berku teslîm ne bibû birin yek hucrey û Mezlûm Dogan li vir xwe bi darve kir, dawî bi jiyana xwe anî. Peyama Mezlûm Dogan eve bû: mirin heye lê teslîmîyet nîne. Ev peyam ji bo hevalên wî jî bû mînakeke mezin.
Kemal Pîr sererayî gencek Turk bû lê belê red kir ku marşa Tirkiya ku dibêjin îstîqlal marşî, ne xwend û bi hevalên xwe re dest bi rojî ya birçî bûnê kir. 15 Tîrmeha 1982yan ew û komek ji hevalên xwe dest bi rojî ya mirinê kirin. Piştî 55 rojan mirin destpêkir, 2 Îlonê Kemal Pîr, 12 Îlonê M. Xeyrî Dormoş û 15 Îlonê Akiîf Yilmaz 17 Îlonê jî alî Çîçek jiyana xwe ji dest da. Ew birin nexweşxanê lê belê wan tedawî kirin û dermanen wan qebûl ne kirin.
Xeyrî Dormoş yek ji wan rêveberên sereke yên PKK’ê bû ku pêş canê xwe ji bo Kurdistanê bike qurbanî sererayî wê yekê ku qurbaniyek mezin ji bo Kurdistanê daye, lê belê dîsa xwe bi deyndarê Kurdistanê dizanî û got «li ser kêliya tirba min binvîsin deyndarê Kurdistanê me». Berevajî gotina Xeyrî Dormoş Ocalan ji bo ku xwe biparêze dibêje Dewleta Tirk «ger hûn min bikujin, wê demê mirina min dê bikeve bin xizmeta kurdan û wê demê hûn nikarin pêşiya kurdan bigirin».
Abdullah Ocalan li ser berxwedana van Qahremanan weha dibêje:
«Li zîndanê xeber tê 82an zaten Mezlûm xwe ji boy jiyaneka bi şeref ji boy jiyana pêşketî, ji bo ku dujmin dixwaze jiyanê temam bigre dest xwe, berxwedaneke qahremanî çêkir û xwe şehîd kir, di roja Nevrozê de hûn dizanin qerar daye yenî dujmin dixwaze di şexsê wan de ji jiyanê bêxe, teslîm bigre, ber vê sebeba qerara berxwedanê da, got berxwedan jiyane û xwe şehîd kir, berxwedaneke mezine, vaya di tarîxê de jî qirarek mezine».
Gelo Ocalan bo şopdarê rêya van yan na? Helbet ku helwesta Ocalan di beranber dewletê da gelek cuda bûye ji helwesta Mezlûm Dogan. Mezlûm got ez nabim mînak ku ez teslîm bibim û dewlet li ser min siyasetê bike. Mezlûm esalet û serbilindiya kurdan parast. Lê belê Ocalan dema hat girtin, hinek axaftinên weha kirin ku quwet, cesaret û manewîyatê da dewleta Tirk ku ew dikare Kurda bi nermî teslîm bigre.
Ocalan di yekem saetên desteser kirina xwe da ,berevajî van axaftinên xwe di raweste ,û bi rengeke weha ku mirov dikare bibêje tu caran ev axaftinên li ser heval Mezlûm gotî, ji devê Apo derneketîne , ji ber ku du axaftinên pir ji hev cuda ne.
Bi gorey gotinên endamên hêza taybet ya ku Ebdulla Ocalan desteser kirî, li roja 15 Şubatê li paytexta Kenya (Nayrobî) paş ku Ocalan li firokeyê tê suwar kirin, ew di 60 çirkeyan de hat kontrol kirin û bê bandor ma, belku Ocalan bi xwe jî ti berxwedanên fîzîkî jî nekirin.
«Çima qirarek mezine?! Dujmin dixwaze temamê zîndanê da û dervey zîndanê jî da, her tişti biqetîne, yanî ev partî di zîndanê daye û hevalê Mezlûm jî, ê aydolojîk û siyaseta partî û gel temsîl dike û teslîm bibe, partî di zîndanê daye, çû di zîndanê da partîya me, di derve da jî tiştek nabe».
Li vir Apo bas li qerara heval Mezlûm dike û wê bi qerarek tarîxî dihesêbîne, bê goman ev yek jî, bi wê mebestê ku bandorê li ser qadroyan bike taku ew jî weha berxwedanê bikin. Ocalan neha wek serok ji aliyê alîgrên xwe ve weke rêber tê qebûl kirin. Lê belê rêberî û seroktiya wî li ser qehremaniya kesên weke Mezlûm bu. Eger ev berxwedan ne kiriba Ocalan nedibû Serok Ocalan.
Ji qehremaniya van însana Ocalan gelek li ser vê berxwedanê sekinî, gelek ser axvî. Lê Ocalan encamek ji xwe re derxist û dibe ked û qehremaniya van kesan hemûya ji xwe re bike derfetek. Heman demê Ocalan fêhm kir ku çend qehreman hebin çend kes jiyana xwe ji dest bidin ew jî ewqas asta xwe blind bke.
Ji ber ku ev der Rojhilata Navîne û mirin hatiye pîroz dîtin. Ji ber vê yekê Ocalan perwerde yên qadroyên xwe de, qadroyên xwe ji aliyê hest û fikrê de weha perwerde kirin, mirin ji boy wan xweş kir. PKK jiyane û mirin muqeddes dît. Ji ber vê yekê qadroyan ne digotin “emê çewa jiyan bikîn” digotin “emê çewa bimirin”.
Helbet şehîd bûna van însana gelek gring bû, heman demê kultûrê Kurdan da jî teslîmîyet nebû, dîrokê de kêm Kurd dema ketiye dest dujmin xwe teslîm kiriye. Ocalan ev çanda kurdî dît û ku teslîm nabin û xwast ku ji qadroyên xwe jî wiha sod wergire. Li ser jiyana Qadro li ser xuna însana bazarekî siyasî kir, sudekî şexsî wergirt.
ji bo wê yekê ku Apo bazirganiyê bi xwîna wan bike û bibêje ev qadroyên mene, min weha perwerde kirîne û ew bi xwe jî aram biraze, di firokeya ku Ocalan ji bo Tirkiyê dibe li sala 1999an de Apo di berisva endamên hêza taybet ya Tirk de dibêje: “dayka min jî Tirke, heger hûn xizmetekê bixwazin û tiştek bikeve ser milên min, ez amademe”.
Endamê hêza taybet: “her bersivdaneke pirsên me xizmetkirine ji boy me “.
Di van du bersivên Ocalan de diyar dibe ku her di demên destpêkê de Ocalan teslîmî dewletê dibe û ti berxwedanekê nake, bi tam berevajî wê yekêye ya ku heval Mezlûm encam day û bi t awayî xwe teslîmî îradeya dewleta Tirk nekirî.
«Zulm, îşkence ew qas zêde dibe kî yanî tehemila însan çênabe, û heval jî dizanin bi sedan gişt çûn, heta hema dikarin bêjin kes ji hevalan namîne, tabî Mezlûm di vir de dibîne kî çend rojekê dinê her tişt wê ji dest here, di vir de qerarê berxwedanê dide, berxwedan jiyane , ew qerareka mezine, li ser vê qerarê li roja Newroza heştê û diduyan da bi qehremanî tête danê, lakîn tiştê di me tarîxeka mezine, destpêkeka mezine dirist kir, bê tiris kir, ew jiyana bi tiris».
Ocalan bas li berxwedana tarîxî ya heval Mezlûm dike û weha bas dike ku heya wê demê di tarîxa kurdan de ti kesê bi vî awa berxwedan nekiriye û ev tiştek nû ye, û pêwîste her kes mîna heval Mezlûm li ber xwe bide. Ev helwesta Ocalan jî weke xapandinek bû, Di hemû dîroka Kurdan da berxwedan heye. Ocalan dixwaze serbilindî, ne teslîm bûn û berxwedaniya Kurdan ya hezar salan bike mulkê xwe, û bibêje berî de kurdan nedizanî berxwe bidin, berxwedana Kurdan bi me destpêkir.
Lê dîsa Ocalan berevajî van axaftinên xwe diraweste û li dema desteserkirina xwe de temamen berevajî van axaftinên xwe dike û dibêje : “ez pir ji dil dibêjim, ez pirr ji Tirkiyê hez dikim, hez ji neteweya Tirk jî dikim, hez ji gelê kurd jî dikim, heger mumkîn be û rê bi min bê dayîn, wê bizanibim xizmetê bikim”.
Li vir pirseke herî girîng dirist dibe, ev pirs jî eve gelo çima Ocalan weha zû teslîm dibe, çima bê ku zileyek li rometa wî bikeve, xwe teslîm dike û bê îrade dimîne?.
Ocalan li ser vê şehadetê weha got:
«rêya mirinê rêya jiyana sextekarî, ew jiyana a dujmin di Min xwest li ser me de hakîm bike, bê tiris kir, dirist kir, xwe kir pir da biserde bimeşe, me wa hay înay ser ziman».
Li vir Ocalan dixwaze bibêje bi wê perwerda me day heval Mezlûm, karî berxwedanê bike û wê jiyana sexte ya ku dujmin dixwaze liser me bisepîne jinav bibe û tesîra wê nehêla, lê belê piştî 17 salan anku piştî girtina Ocalan her di yekem sat de pêş ku Ocalan bibin nava firokeyê de tirs li cem Ocalan peyda dibe û ti berxwedanekê li dijî tîmên taybetî yên Tirkiyê nîşan neda, Ocalan razî nebû çekê ji pasewana xwe a bi navê “Şemsî Kilç” bi kod navê heval (Dîlan) wergire û berxwedanê bike, Ocalan got ewan dixwest ez bi wergirtina çekê berxwedaneke kilasîk bimeşînim! Gelo ev çi berxwedaneke kilasîke ku Ocalan naxwaze bike, ma qey berxwedana kilasîk ya heval Mezlûm ew qas berxwedaneke xirab bû? Ger berxwedaneke xirab bûye, çima bi vî awayî Ocalan ji bo qadroyên xwe bas dike û dixwaze hemû kes mîna heval Mezlûm berxwedanê li dijî dewleta Tirkiyê bike?!
Netîce ji vê şûnde Ferhad Kortay wane jî xwe şewtandin got dîsa tirs bila bimre, jiyana dujmin dixwaze teslîm bigre go ne mumkîne, xwe şewtandin, van çar hevala, eve xebereke dîsa pir mezin bû.
Apo, xwe şewitandina Ferhad Kortay û sê hevalên wî li 18 Gulana 1982’an bi navên (Necmî Oner, Eşref Anîk, Mehmûd Zengîn) jî ku di zîndana Amedê de xwe şewitand bi xebereke pirr mezn hesab dike, dê haydê em binêrîn li dema xwe şewitandinê de Ferhad Kortay çi got û Apo dema tê desteserkirin çi got, ferhat Kortay paş ku hevalên wî yên di zîndanê de dinivin, ew û her sê hevalên xwe agir li xwe berdidin û xwe dişewtînin,
dema zîndanî ji xew radibin û dixwazin di gel Pasewanên zîndanê agirê bi laşê Ferhad û hevalên wî ve tefînin ! Ferhad dibêje: “her kesê agirê me vemrîne ew xaînekî Kurdistanê ye”, piştre ew û hevalên xwe milên xwe didin hevdu û li wir berxwedaneke tarîxî dimeşînin, Apo jî vê dizane û çendîn caran ji bo qadroyên PKKê vedigêre, lê belê Apo bi xwe li dema tê desteser kirin çi dibêje? Apo dibêje ez ji bo xizmetkirina dewleta Tirk amademe?! Gelo çi bi wê berxwedanê hat ya ku Apo li ser xebar dida û digot divê her kes van şehîdan ji xwe re bike mînak, gelo ew berxwedan bi kude çû?!
«Dujmin bi zanist dixwest çi teslîm bigre, vane jî bi berxwedan jiyane bi xwe şewtandin xwe şehîd kirin, û ji ve sûnda Kemal Pîr, Xeyrî wane jî qerareka din mezin da, dîsan vane jî got berxwedan jiyane, xwe birçî bûnê de şehîd kirin, wan jî pir qerareka tarîxî… Li vir da di zîndana Diyarbakir ê da dujmin winda kirin, ti tarîxê de mirov dikare bibîne, di van salên heştê û yekan, diduyan de di zîndana Diyarbakir ê da tiştê bi ser ketî, teslîmîyet mirine, berxwedan jiyane, bi şehadeta van hevalan ra sedî sed îsbat bû, meşiya jî».
Apo li vir hinek pirsan li qadroyan dike, ku gereke em jî piştî xwe radest kirina Ocalan li wilatê Kînyayê pirs ji Ocalan bikîn, gelo çima Ocalan bi xwe jî ne digot berxwedan jiyane? Çima bi çekê berxwedan nekir? Çima dema hatî girtin bi gireva birçî bûnê yan jî xwe şewitandinê berxwedan nedikir?! Çima Apo dibêje teslîmîyet mirine, lê belê ew bi xwe, xwe teslîm dike?! Ger berxwedan jiyane çima Ocalan berxwedan nekir?!!
«Dawiya van. bi hezaran hevalan , di himberî zulmê pirr berxwedaneke mezin çêkir, netîce roj bi roj ev hevalên hemû ketî gişt ketine xeta berxwedanê, xeta jiyanê û hukmê dujmin çirandin, dujmin heta vê rojê digot kî me kurd kiriye bin erdê û serjî beton kiriye, dujmin bi xwe îdîa kir ku va betona qelişî, têda kûratîya me derket».
Ocalan li vir dixwaze qadroyên partîya xwe ra bibêje, ku divê her kes mîna van berxwedanê bike, û nabe teslîmî dewletê bibe, ev yek tiştek tarîxî û pir mezne, bi berxwedana van hevalan hemû ew hevalên ketî û îradeya wan zeîf bûy dîsa ketin xeta berxwedanê, û berxwedan bi hêz bû, ger ev axaftin rast jî be, bi t awayî ev axaftin ji bo Ocalan ne raste, ji ber ku her kes baş dizane Ocalan bi t awayî teslîm bû û di yekem rûniştina dadgehê de bi t awayî berevanî ji xwe kir, Apo li şûna ber xwe bide, û daxwaza lêborînê ji gelê kurd û malbatên şehîdên kurdistanê bike, di dadgeha Tirkiyê de daxwaza lêborînê ji Dayikên Tirk dike, ku ewladên wan bi destê PKKê şehîd ketî!! Gelo bi rastî jî ew berxwedana dîrokî ya heval Mezlûm û kesên din ku di zîndana Diyarbakir ê de nîşan day, çima li cem Ocalan jî peyda nebû û her zû xwe teslîmî destên dewleta faşîst a Tirk kir?!
Ev pirseke ku her wilatparêzek pêwîste di mejîkê xwe de li berisva wê bigere, lê bersiveke dûr ji têgehê partîgerêtîyê?