BI TI AWA LI VÎ WELATÎ RÊ BI KÊŞANA CIGARAN NAYÊ DAYÎN

BI TI AWA LI VÎ WELATÎ RÊ BI KÊŞANA CIGARAN NAYÊ DAYÎN

Di Cîhanê de pir welat hene ku li gorey destorê xwe hinek yasa danîne ku kêşana cigaran sînordar kiriye û hinek rê ji bû kêm kirina kêşana cigaran li welatê xwe de danîne, lê belê welatek heye ku têde bi temamî cigare kêşan hatiye qedexekirin.

Bi tenê yek welat di Cîhanê de heye ku bi temamî kirîn û firotina tûtinê bi awayek giştî qedexe kiriye û ev welatê han jî Turkmenistan e.

Qirbanqilî Mihemd Êf Serok Komarê Turkmenistan ê li gorey yaseyek nû de, di salên rabûrî de kirîn û firoştina hemû corên tûtnê qedexe kiriye û ev yek bi wê wateyê tê ku cigare kêşan bi temamî li wî welatî qedexe bûye.

Serok Komarê Turkmenistan ê li rojên rabûrî de ferman kiriye ku ti kes kirîn û firoştina cigaran neke û her kes yasayên nû bicî neke wê bi 1200 Pondan (nêzî 1700) dolaran were sizadan.

Lê belê li ser vê yasayê re li Turkmenistan ê xeber tê ku hevdem digel qedexekirina cigare kêşanê li vî welatî de, bazarê reş ê pir bereket peyda bûye, bi awayek weha ku her paketek cigaran di cadeyên vî welatî de bi pêtirî 11 dolaran tê firoştin.

Pustên heman beş