EV CARE EMERÎKA RÊ NADE ABÛRA KURDISTANÊ DAKEVE
Maykil Naytis – peymangeha Waşinton ji bo lêkolînên stratejî
Maykil Naytis ji peymangeha Waşintonê a lêkolînên stratejî û bispor di peywendiyên Emerîkayê û Herêma Kurdistanê de ku ji sala 2003an di vê biyavê de kar dike, şiroveyek ji bo hewlên Emerîkayê yên rizgar kirina abûra Kurdistanê ji ketinê kirîye, herweha bas li vê yekê jî dike ku çima ev care EMERÎKA dixwaze abûra Kurdistanê a bihêz be.
Di vê şirovê de ev tewer hatîne zelal kirin:
kirîza Koronayê û daketina nirxa petrolê wê çi bi abûra Kurdistanê bike?
çi biryarn ku pêwîste dike Hikûmeta Mesrûr Barzanî bi lezgînî wan biryaran bdet ji bo ku abûra Kurdistanê danekeve?
rêyên ku waşinton dkare ji bo berjewendîya Kurdistanê bkarbînye çne?
bi t awa waşinton wê Hikûmeta federal neçar kit beşe budceya Herêma Kurdistanê berdewam rewane bike?
bi ti awa Hikûmeta Kurdistanê wê serederiyê li gel kompaniyên biyanî yên petrolê kit?
erê Waşinton dixwaze Herêma Kurdistanê Ednan Zurfî qebûl bike yan ret bike?
di gel retkirina Ednan Zurfî ji aliyê Kurdan ve wê çi tişt çêbe?
ew çi civîne Waşinton dixwaze Hikûmeta Kurdistanê bi lez saz bike û çima?
allîkariyên Waşinton ji bo Pêşmerge bo Qonaxa dahatî dê bi ç awa bin?
erê Emerîka dikare petrola Kurdistanê raste rast bikire?
Bo cara duyemîne di dema 6 salan de, Herêma Kurdistanê çaverêya kirîzeka abûrî ya dijwar dike, bi egera daketina nirxa petrolê û belavbûna vîrusa (Kovîd-19), herweha temamnebûna gavên çaksaziyê yên Hikûmeta Mesrûr Barzanî dest pê kirîn, eve ji blî kêmbûna pereyê yedek.
Li naverasta sala 2014an, daketina nirxa petrolê ji 110 dolaran bo 60 dolaran, herweha qut kirina budceya Herêmê ji aliyê Hikûmeta federal ve, wehakir ku Herêma Kurdistanê rastî rewşeke darayî ya dijwar bibe û li wê demê neçar bû penayê ji bo paşkeftkirina mûçeyên fermanberan bibe, vê rewşê 4 salan berdewam kir, pêş ku li sala 2019an careke din rewş asayî bibe.
Kîjan astin Emerîka dikare pê abûra Kurdistanê ji ketinê rizgar bike
Niha û bi egerê belavbûna vîrusa (Kovîd-19) nirxa petrolê careke din û bi awayek karesatbar daketîye û yek bermîla petrolê gihiştiye bin 30 dolaran de, eve ji bilî lawazbûna dahatê kertên din li Herêma Kurdistanê wek dahatê deriyên sînorî û bacê, ji ber vê yekê ger Hikûmeta Kurdistanê biryarên dirust û bilez nedet, herweha civaka navdewletî piştevanîyeka zû ji bo nekit, xetera hilweşana abûra wê bi dûr nayê dîtin, Emerîkayê li virr şiyan hene li herdu astan alîkarîya Kurdistanê bike.
Herêma Kurdistanê çend jêderên dahatî hene?
Herêma Başûrê Kurdistanê du jêderên sereke yên dahatî hene, dahatê petrolê ku rojane 320.000 bermîln û bi awayek hevbeş li gel Kompaniyên petrolê yên navdewletî dihête îdare kirin, herweha 170.000 bermîlên din ku Herêm bi xwe îdare dike, jêderê diduyan ê dahatê Herêma Kurdistanê Hikûmeta federal ya Îraqê ye û beşe budceya Herêmê ye ku ew jî ne cêgîre û pişt bestinê li ser rewşa darayî a Îraqê dike.
Li dawîya sala 2019an abûra Kurdistanê gavên pir baş avêtin, herçend ku nirxa petrolê di ser 64 dolaran de bû, lê belê li wê demê sercemê xercî û qerzên Başûrê Kurdistanê di gihîşt 1.2 milyar dolarên mehane, ev xercîye bi dahatê petrola Kurdistanê (700 milyon dolar) û beşe budceya Herêmê ji Bexda (328 milyon dolar) û herweha dahatê kertên din yên negirêdayî petrolê (261 milyon dolar) dihatin eda kirin, dihate çaverêkirin dahatê Herêma Kurdistanê bigihîte 1.44 milyar dolaran, lê belê kirîza Koronayê ev hêvîye êflîc kirin.
Kirîza Koronayê ziyanên bi sedan milyon dolaran bi dahatê Başûrê Kurdistanê xistin, wate ji 1.2 milyar dolarên mehane, bûne 648 milyon dolar, ev rêje ji van jêderan dihête dabînkirin, beşe budceya Herêmê ya mehane ku (328 milyon dolarn), herweha firotina raste rast ya petrolê bi (270 milyon dolaran) û dahatê negirêday kerta petrolê ku ew jî (50 milyon dolarn), bi gotinek din, kurtihênanek çêbûye ku bi qebarê 300 milyon dolarên mehane dihête texmîn kirin.
Gelo pilana Herêmê çî ye, erê dê mûçeyê fermanberan dîsan paşkeft bike?
Bi nerîna Maykil Naytis, “dibe ev rewşe Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi wê arasteyê bibe ku li şûna penayê ji bo paşkewtkirina mûçeyên fermanberan bibe, dana xerciyên Kompaniyên navdewletî yên li Herêmê karê petrolê dikin paşbêxe” ku digihîte ( 270 milyon dolarên) mehane, lê xetera evê pilanê gelek mezine.
Di kirîzên darayî de, Hikûmetên welatan, weberhênerên biyanî weke armancek asan mêze dikin, jiberku sermayeya wan li welatên wan di karî de ye, herweha wan weberhênerên biyanî çi desthilatek siyasî nîne ku bikarin kêncek mezin li ser Hikûmetan bikin.
Lê li Başûrê Kurdistanê baweriya weberhêneran ne ewqas mezine, ji ber kirîzên sala 2015an û şerê DAIŞ’Ê, herweha kênca Referandoma 2017an, lewma ger Hikûmeta Kurdistanê xerciyên van Kompanîyan paşxistin, nedûre ev bê bawerî ye mezintir bibe û bibe sedema vekşîna wan ji Herêmê.
Li sala 2019an kerta petrola Herêma Başûrê Kurdistanê nêzî 500 milyon dolaran mehane ji bo Herêmê bi dest dixist, anku bi qebarê 6 milyar dolaran di salê de, pêşesaziya petrolê di geşeyeke pir baş dabû û her eve bû sedem dema li 19 şubata bûrî wezîrê wuzeya Emerîkayê “Dan Biroylêt” bi Mesrûr Barzanî serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê re gotî ku “kerta petrolê mu’cîzeye, her çend ku derdûra Kurdan hişkatî ye, lê belê niha henardeyên wan bi qasî henardeyên Lîbyayê ne”, wezîrê wuzeya Emerîkayê serketina kerta petrola Kurdistanê ji bo siyaseta saxlem ya Mesrûr Barzanî vegerandibû, Maykil Naytis dibêje, lê belê paş çend hefteyan ev mu’cîze ber bi nemanê ve çû û sedem ji bo vîrusa Koronayê vedigere.
Maykil Naytis ji peymangeha Waşinton bo lêkolînên stiratîjî û herweha bisporê peywendiyên Herêma Başûr û Emerîkayê dibêje: “ji bo ku Herêma Kurdistanê serederiyê di gel vê kirîzê û rewşa niha bike, pêwîste Hikûmeta wê mifa ji serbûra 2014an wegire, dema bihayê petrolê daketî û rêyan dest nîşan dike, ew jî rijd bûn li ser çaksaziyên abûrî û dana garentiyê ji bo weberhênerên biyanî ku Herêm hevpişkeke cihê baweriyê ye, herçend Hikûmeta berê ya Kurdistanê biryareke pirr bi zehmet dabû dema pena ji bo paşkewtkirina mûçeyên fermanberan birî, lê jiberku li wê demê helwesta welatiyên Kurdistanê xweragribû, Herêm neket, her ev bû sedem ku Herêm karî bi başî serketinê li ser kirîza 2017an jî tomar bike, dema ketîye bin dorpêçê bi egera referandomê.
Îdarekirina van du kirîzan weha kir ku weberhênerên biyanî li Herêma Kurdistanê bimînin û karên xwe berdewam bikin, her çende 220 hezar bermîlên rojane bi egera jidestçûna Kerkûkê kêmbûn, lê belê Hikûmeta Kurdistanê bihêz ji van herdu kirîzan derbazbû.
Çareserî çî ye, Maykil Naytis 6 rê destnîşan kirîne ku Waşinton dikare bikarbine û abûra Kurdistanê rizgar bike?
Bo derketina Herêma Kurdistanê ji vê kirîzê û hewlên Emerîkayê ji bo alîkariya Herêmê dibîne, jiberku Herêma Kurdistanê bi yek ji hevpeymanên herî bihêz yên Emerîkayê dihête hejmartin, pêwîste Waşinton van rêyên karîger û kêm xercî ji bo piştgirîya Kurdistanê û jinavneçûna abûra wê bigire ber:
yek: garantîkirina hinartina beşe budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, jiberku bi sedema daketina nirxa petrolê bo 30 dolaran, Herêma Kurdistanê nikare xercîyên firotina petrola xwe ya rast rast eda bike, jiberku petrola Kurdistanê bo her bermîlekê (11 dolar) jê tên birîn wek xercîyên veguhastinê, berhemînan û bazirganên navdewletî ne, bi gotineke din, Waşinton fişarê li Bexdayê bike beşa mehane ya Herêma Kurdistanê wek sala 2019an bo dabîn bike ku (328 milyon dolarin) mehane, her çende hêjan budceya Îraqê ya 2020an bi sedema nebûna Serokê Wezîran nehatîye amade kirin.
Herweha li gel pejirandina budceya 2020ê, pêwîste Waşinton desthilata xwe li ser saziyên darayî yên navdewletî bikarbine ku piştgirîya Kurdistanê bikin, daku Kurd tûşî ti kirîz û siza û bêdadiyê ji aliyê Bexdayê ve nebin, anku dabînkirina (700 milyon dolaran) mehane bo Herêmê ji Bexdayê û her rêyeke din, herweha pêwîste Waşinton beşa Kurdistanê ji wan alîkarîyan dabîn bike, ewên Benka diravî ya navdewletî ji bo berhingarbûna Koronayê ji bo Îraqê dabîn dike.
didu: Hikûmeta Kurdistanê garantiyê bide Kompanî û weberhênerên biyanî ku xerciyên wan nahên qut kirin, jiberku Waşintonê gelek kar kirîye heya ku ew Kompanî hatîne Kurdistanê, bi taybet yên kertê petrolê û xazê, lewma ger Hikûmeta Kurdistanê xerciyên Kompanîyan eda nekirin, peywendîya wê li gel wan Kompanîyan wê têk biçe, Maykil Naytis dibîne ku pêwîste li ser Wezareta Wuzeya Emerîkayê, rayedarên Kurdistanê haydar bike ku pilana wan ya paşêxistina edakirina xerciyên Kompanîyan wê bê baweriyê dirust kit û paş tirs heye weberhêner xwe vekşin û li vir vekşana yek weberhêner dê karîgeriyê li yên din jî kit û nedûre ew jî Heman gavê bihavêjin.
Lewra Maykil Naytis dibîne baştire Hikûmeta Kurdistanê herzû civînekê bi rêya vîdyo konferansê li gel wan Kompanî û weberhêneran saz bike, daku li ser edakirina xercîyan û paşêxistina wan bigehine rêkeftinê.
sisê: guhartina sazî û westgehên gazwaylê bi xazê, Maykil Naytis di şiroveya xwe da dibêje: “wezareta wuzeya Emerîkayê dikare alîkarîya Herêma Kurdistanê biket daku sazî û westgehên karebê ji gazwaylê bo xaza siruştî biguhore, jiberku ev westgehên Herêmê bi gazwayla hawirdekirî kar dikin û xerciyên wê gazwaylê li ser Hikûmetê geleke, lewma ger ev westgeh bi xaza Kurdistanê bi xwe kar bikin, ev xercî wê ji bo Hikûmetê bimînin.
çar: petrola yedek ya Emrîka pişt bestinê li ser kirîna petrolê bi bihayên kêm dike û berhemhênerên Emerîkî vê yedekê ji bo welatê xwe dabîn dikin, lê li vêre Waşinton dikare petrola xav a Kurdistanê bikire daku dahatek ji bo Hikûmeta Kurdistanê were dabîn kirin.
pênc: piştevaniya pêşmergeyan, weku diyar Wîlayetên Yekbûyî yên Emerîkayê li sala 2019ê (23 milyon dolar) mehane bo mûçeyê beşek ji pêşmergeyan dabîn dikirin, lê niha ev pere ji bo (17 milyon dolaran) kêm kirîye û tirs heye bi yek car were birîn, lewma pêwîste Waşinton berdewamiyê bide vê alîkariyê û wek sala 2019an anku careke din van alîkariyan bilind bike j bo (23 milyon dolaran).
şeş: piştgirîya Waşintonê ji bo çaksaziyên abûrî yên Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.
Wê çi bigehe Emerîkayê, yan Emerîka li beranber çi wê vê alîkariyê ji bo Kurdistanê kit?
Maykil Naytis li dawîya vê şiroveya xwe gihişitîye vê encamê:
Îdareya Hikûmeta Mesrûr Barzanî ji bo kirîza Koronayê tenê yek wateyê dide ew jî eve ku xwastekên Mesrûr Barzanî weke serkirdeyek çaksaz diyar dike, dubare paşkewtkirina mûçeyan û kêmkirina xerciyên Hikûmetê jî wê weke yekem taqîkirin be bo Mesrûr Barzanî, lewma pêwîste Hikûmeta Emerîkayê pêşwaziyê li van gavên wî yên çaksaziyê bike û herweha fişarê li aliyên Kurdî li Silêmaniyê, Hewlêrê û Duhokê jî biket ku piştgirîya çaksaziyên Mesrûr Barzanî bikin, li şûna ku ev alî îstixlala vê rewşê ji bo hinek berjewendiyên hizbî yên dem kurt bikin.
Li beranber vê alîkarîya Emerîkayê, desthilata Emerîkayê û hevpeymaniya wê di gel Herêma Kurdistanê wê bihêztir û xurt tir be, Maykil Naytis dibêje: ev siyaseta Emerîkayê wê Kurdistanê jî razî bike ku Serokwezîrên nû yê Îraqê “‘Ednan Zurfî” qebûl bike, jiberku berevajî ger Kurdan ev Serokwezîre ret kir û xwe nêzî Bexdayê nekir, Emerîkayê şiyan nabin ti rêyên din ji bo rizgar kirina abûra Kurdistanê bikarbîne.