Kirê kirina hevjînan û hebûna hevjînên bi kirê ji bo keçên Çînî ji ber rewşa taybet a kar kirinê û jiyanê peyda bûye û bûye tiştek normal di nava piraniya keçên Çînê de.
li wilatê Çênê bi berçav wergitina hejmara herî zêde ya Gelê vî wilatî hejmarek zêde ji Gel bi taybetî keçan naçarin ji bo dîtina karek baş biçin bajarek din û dûr ji malbata xwe jiyan bikin.
Ev keçe ji ber rewşa kar kirinê û qebxwaziya ku ji bo peydakirina karî li Çînê heye naçar dibin her çend salan carekî malbatên xwe bibînin, ji aliyek din malbatên wan pêdagîriyê dikin ku zaroyên wan bizewicin!
Ji ber vê yekê ev keçe dest bi karek pir ecêb dikin û ji bo xwe hevjînekî kirê dikin!
Di rastî de ev keçe dema ku dixwazin ji bo dîtina malbatên xwe vegerin bajarên xwe, mêrekê bû demek destnîşan kirî kirê dikin û digel xwe de dibin û diçin dîdara malbatên xwe û ji malbatên xwe re dibêjin ev kes mêrê mine û ez pêre zewcîme!
Ev bo demek dirêje hinek ropelên eliktironî ji bû bi kirê dana mêran ji bû van keçan li wilatê Çînê hatîne vekirin. Bihayê ku pêwîste keç ji bû kirê kirina mêrekê bidin li gorey demê kirê kirinê tê guherîn û di dema sefer kirinê de hemû têçû, evca ji têçûyên xwarin û vexwarinê biger heya digehe têçûyên kirîna kinca her hemû li ser keçê tên hesab kirin.