Şîrketeke Rûsî a kelupelên ciwankariyê, stûvanek li ser şêweyê Korona vîrus berhem anî û di demeke kurt de, daxwazîyeke herî zêde li ser çêbû.
Şîrketeke kelupelên ciwankariyê li bajarê Kostroma ê Rûsya federal, stûvanek ji bo jinan li ser şêweyê vîrusa (Kovîd-19) berhem aniye û di demekî herî kêm de, pêtirî 100 hezar daneyan li seranserî Cîhanê jê firotine.
Stûvankê Korona vîrus ji kanzaya zîvî hatîye çêkirin, Bavêl Forobîf birêveberê şîrketê dibêje: “daxwazîyeke herî zêde li ser stûvankê Korona vîrus heye û bikirên wan bi rêya onlayn daxwaz dikin û wan pêtir ji 100 hezar stûvan li rojên rabûrî firotine”.
Herweha dest nîşan kir, bihayê stuvankê Korona vîrus 13 dolarên Emerîkî ne û ew pêşbînî dikin, paş bi dawî hatina vê rewşê, daxwazî li ser zêdetir be.
Hejmareke keç û jinên ku ev stûvanke kirîne, wêneyên xwe li sosyal medyayê parve kirine û li gor wan, bîroka çêkirona vê zînetê hatîye Ecibandin.