KEÇEK HINDÎ BI SEY RE DIZEWICE

KEÇEK HINDÎ BI SEY RE DIZEWICE

Bi berçavwergirtina hijmara Gelê Hindistanê û hejmara zor ya olan di vî wilatî de, bawerên herî ecêb li cem hinek ji Gelê vî wilatî hene, hinek caran em bi hinek xeberên weha ecêb li vî wilatî de rûbirû dibîn ku eqil bi ti awa nikare qebûl bike, dibe xeberê zewcîna keçek 18 salî li vî wilatî bi segek bê xwedî ji bû xelas bûn ji telîsma Ehrîmenî û dîtina hevjînek baş jî xebereke din be ji van xeberên ecêb yên li Hindistanê rû didin.

Mangilî Monda, keça 18 salî ku di Gundekî wilatê Hindistanê de ê bi navê Carkilend li wîlayeta Cixind ê Hindistanê jiyan dike paş ku di nava gel de berniyas dibe ku ew hatiye nefrîn kirin û zewcîna wê bi her zelamekê re wê bibe sedema mirina wî zelamî, bi seyek berela re zewicî.

Keça 18 salî ji bû destxistina şansek din û dîtina şazadeyê xewnên xwe şû bi seyek bê xwedî dike. Malbata wê li ser wê bawerêne keça wan hatiye nefrîn kirin û baştirîn rê ji bû jinavbirina wê nefrînê şûkirina wê bi seyekê re ye.

Gelê gundê vê keçê li ser wê bawerêne ku baştire keç yekem car şû bi seyekê re bikin daku ji her gunehekê bihên pakij kirin û paşan bi zelamekê re bizewicin.

Dayika vê keçê dibêje wan pereyek zêde ji bû encamdana vê zewacê xerc kirîne. Li gorey bawera Gel li vê navçeyê ev yek baştirîn rê ye ji bû xwe xelas kirinê ji bê şensîyê.

Mangî Monda dibêje ez bi bawerim ku wê rojek were zelamek baş peyda bibe û min ji xwe re bixwaze. Hemû keçan ev hêvîye heye ku rojekê ji rojan bi perensekê re bizewicin. Ew bi ti awa bi şû kirin bi vî sey re razî nîne lê belê ew teslîmî bawerên şaş yên hoza  xwe bûye.

Pustên heman beş