Duh sipêdê gundê Şawîşa (Gûleç) yê girêdayî bajarokê Pasûr ê teqîna bombekê bibo mijara nûçeyan. Em hemû benda daxuyanîyekê bûyn. Herî kêm pêwîst bû baskê PKK ê tiştek liser teqînê gotiba. Ji bona wêjî me çi şîrove nekirin. lê belê PKK çi daxuyanî ne dan. Çapemenîya biser PKK ê ve nerasterast ev rûdan qebûl kir. Heman dem jibo wan kesên jîyana xwe jidest dayî jî “ku bikarin bibêjin vena mirin heqkirîye” keftin nava hewlên pir mezin.
Çapemenîya biser PKK ê ve Ozgûr Politika û Nûçe Ciwan dixwastin nasname yên kesên jîyana xwe ji dest dayî ifşa biken. Digotin ew kesên mirî cerdevanên teqawîdin û Mit ên dewletêne. Weke hercar li zardevê çavkaniyên ne diyar wastin xwe mafdar bibînin. Dest bi servîs kirina nûçe yên direw kirin. Nûçe ciwan wiha dinivîst “ gorî zanyariyên herêmî yên dest me keftî, di van heyvên biharê de hindek komên qontira weke xencer û bayraq bi lewnekî veşartî dinava arazi de xwe bicîh dikin”
Nûçe Ciwan bûyerê warê dîrokî de ji jibîr nake u wiha dibêje “ ev qontar yên di salên 1990 de hatibûn tanzîmkirin weke bayraq u xencer di nava xebatên xwe de karê sîxûrî, beşdarbûna operasyona, jin kaşî laşfiroşîyê kirin û herwiha”
Liser malperên tûrên civakî jî digotin “ev kes ajanin, cerdevanin kuştin heqkirine me tola xwe vekir” dihatin parvekirin.
Herçend PKK ê bi fermî ev rûdan qebûl nekiribe jî, lê diyar bû ku ev bûyer PKK ê kiriye. Ev buyer ne lêkdaneke di navbera Kurda û dewleta Tirk da ye, kuştina Kurd û kurdî ye. Çapemenîya PKK ê liser hêza gotinê dixwaze kuştina Kurda meşru bike.
Helbet liser xeletîya Kurd Kurdî bikuje mele Mistafa ê nemir bi kurtayî waha digot “ kurdên baş dujmin dikuje, ger kurdên ne baş jî em bikujîn, çi kurd namînin”
Çima ji bo demokratîk bûna Tirkîya kurd bimirin
Di vî şerî de kî başe kî xerabe mijareke niqaşekî dipdirêje. Di nava şerê PKK ê yê 42 salî de yên herî zêde mirîn, yên herî zêde mal û milkê xwe ji dest dayî, yên pir êtîm û sêwî mayî û bê zarok mayîn em kurd bi xwe bûne. Yên gundên wa wêran bûyî em kurdin, dinava bajarên wa de xendek hatî kulan, em Kurdin, di çalakiyên birçîbûnê de disa em kurd dimirîn, yên bi elxaman parçe dibin em kurdin û yên gund u rezê wan di hêne borduman kirin dîsa ê dîsa em kurdin.
Ji bo xizmeta dewleta Tirk kirinê destpêk Ocalan û milîtanên bi wî ve girêdayî, heroj mecalê xizmetê ji dewleta Tirk dixwazin. Peyre jî her ew dilsozên xizmetkirina dewleta Tirk anku PKK, radibe bi tohmeta xizmetkirina dewleta Tirk gundîyên feqîr yên Kurd dikuje. mixabin tirajedi livirdaye. Jiberku herdû alî (PKK û Caş) jî di xizmeta dewletê dane, herdu layen jî bergirîya Tirkîyê dikin. Heya Ocalan di sala 2014 de dema pêvajoya çareserî dihate niqaş kirin digot “ em dikarîn Gerîla di nava sistema Tirkîya de bi artêşa Tirkve giridin û ev yêk jî dê dewleta Tirkîya pir hêz bike”
Em dikarin bibêjin ku; cerdevanîya gunda û nêrînen Ocelan yên dibin sîvanda Tirkîyê de yêkbûnê çavkaniya xwe ji yêk fikrê digire. Herdu jî xebatê diken ku yêkîtîya dewleta Tirkîyê ne parçe û ne belav be. Ferqa di navbera wan de tenê fikra hevbeş de baskê çep û rast e. Ne tiştek dî ye.
Ger weke dihête behis kirin ev kesane caş jî bin, lê kuştina 5 Kurda ne serkeftina PKK ê ye u PKK vê yêkê ji hemûyan baştir dizane. PKK vê jibo xwe weke amareke propaganda bikar tîne. Ew çalekîyên ku çi çapemenî liser qese nakin tîmen tolveker di girin ser xwe. Şawitandina daristana, kargeha,seyara heman tîm xwe berpisyar diden dîyarkirin. PKK dixwaze bi vî şêwazî nişan bide ku li Bakur şer berdewame. Lê belê li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê çi şer nîne. Armanca şerê PKK ê hem warê stratejî hem jî warê tektîk de bê wate bûye. PKK Ji bo vê bêwate bûna xwe biveşêre bi navê çalekîyên întiharî, çalekîyên birçîbûnê, kesê sivîl bi navê ajan û caş yê kuştinê, dike. Lê dîsa nikare xwe ji berjêr bûynê rizgar bike.
Mirin wê hemû mixalifa bêdeng bike
Di roja 31 Adarê di navçeya Bazîd ê ya bi ser Agirî ve Gerîla bi navê Sema Koçer çalekîyek İntiharî hate kirin. Ev çalekî ragehandina Tirkîyê de nehate behis kirin. Lê hate gotin ku ev çalekî Gerîlaya jin ya bi navê Sema Koçer, kirîye. Dîsa mirin hatibû, pîroz kirin, lewra jî kesê nekarî behsa vê mirinê bike. Mirin çêbibû û her kes bêdeng bibû. Jiberku heke mirin heye li wir bedel heye, yê bedel bide dikare hemû biryara bigire. Yê herî rast ewin. Û pêwîste herkes îtaetê ji bo wî bike. Anko mirin ne ji bo binxistina dujminî tê kar anîn, amareke ji bo Kurda bêdeng biken. Piranî nivîskar, rewşenbîr û sîyasetmedar bûne didanekê vî çerxî. Ji ber gomanê berjewendîyên xwe nikarin hemberî vê ziviroka desthilatdarî û mirinê, bisekinin. Dema xendeqa bêdeng bûn, beramber polîtaka şaş ya helbijartinan, bêdeng bûn, beramber Serok perestî yê bêdeng bûn û em dizanîn ku beramber vê rûdana Pasûrê jî wê bêdeng bimînin.
Bi rastî jî ev bûyera Pasûr ê ji ber wa sebebên me hejmartî bûyereke ne çîhde ye. Ya rastî ne rûdan e çalekîya PKK ê ye. Ger mirov bi çavê sîyaseta rojane jî lê binere ev çalekî dikeve bin xizmeta dewleta Tirk de. Di vê dema hestiyar de gel hember yasa înfazê ya parlemena Tirkîyê pesend kirî dixwaze bikeve nava lêgerekî raya giştî de ev çalekî tenê destê dewletê xort kir.
Di demeke ku hemû Cîhan li ser şaba Corona keftîye lewlewê û pêşerojeke ne diyar di hête jiyan kirin. bi taybetî derveyî Başûr u Rojava Kurdistan ê qedera hemû kurd a keftÎye bin metirsîyeke mezin da. Li Bakur u Rojhelatê Kurdistanê kurd bi sere xwe tenê mane. Kurd mane ser bextê dewletê. Bê xwedanin, bê derfetin û bê semyanin. Di demeke wehe hestîyar û metirsîdar de çi wete ji bo kuştina kurda heye, gelo.