Jinên gundekê li welatê Hindistanê hev dem di gel belav bûna vîrusa Korona hatina kesên biyanî ji bo nava gundê xwe de qedexe dikin.
Gundê Catha dikeve navçeya camo û Keşmîr li welatê Hindistanê, ev gunde ji aliyê hejmarek ji jinan dihêt parastin û rêyên hatine nava gund bi têlbendan girtîne.
Ev jine dar bi destin û mask li ser rûyê wan heye û rêkê li wan erebe û motorsîklan digrin yên ku dixwazin biçin nava gundê wan de.
li navçeya camo û Keşmîrê de 250 kes bi vîrusa Koronayê ketîne û 16 kesan jî canê xwe ji dest daye, wezareta tenduristîya Hindistanê ragihand hejmara kesên ku bi vîrusa Koronayê ketîne li vî welatî gihiştîne 10 hezar û 363 kesan, her weha hejmara kesên bi vê sedemê canê xwe ji dest day gihiştiye 1hezar û 36 kesan.