Di vê mijarê de ku ji aliyê pêşmerge û hozanvanê Başûrê Welat “Rizgar Kêsteyî” ve hatîye nivîsandin, behsa serdema şoreş û berxwedanê dike, herwiha bas dike ku bi ti awa Rizgar Kêsteyî li gel hunermendê Başûrê Kurdistanê Hesen Şerîf, li sala 1984an de ((Egîd ê ser fermandarê PKK ê)) ku bi Mehsûm Korkmaz tê nas kirin û hev rêyên wî, ji hewla kuştinê û mirinek misoger rizgar kirine.
Sal 1984an bû, li wê demê hêjan bi dirustî hêla di navbera navçeyên rizgar kirî ( yên li bin kontirola şoreşê ) û navçeyên li bin kontirola dujminî de nehatbûne diyar kirin. Herçend ku hinek navçe bi dirustî keftibûn bin kontirola şoreşê û dujmin bi ti awa ne digehiştê. Lê hinek devera jî carna dujmin bi êrîşên bejayî û asîmanî û bombebaranên xwe digehandê û çûn û hatina ‘erebeya jî, herçend ya kêm bû jî, lê dîsan hebû, ji bo van navçeyên rizgar kirî.
Hesen Şerîf herçende li wê demê de xortek biçûk bû, lê ew bi veşartî di gel hinek hevalên xwe yên mûzîkvan, ji Duhokê hatbû xwe gehandibûne nava şoreşê û piştî pişkdarî di ahenga bîranîna şoreşa Golanê ya wê salê de krî, li baregaya liqa yek a Partîya Demokrata Kurdistanê PDK û şaxa Behdînan ya Partîya Komonîst a Îraqî li gundê Zêwa Şikan, li ser robarê Zê li Bakûrê Amêdî yê. Herçend wî dixwest her li wê demê bimîne nava şoreşê û ne zivre Duhokê. Lê piştî bizavek mezin, me ew razî kir ku careke din vegere Duhokê û berdewamiyê bi xwandina xwe bidet. Ji berku ew hêjan biçûke û pêdivîye bixwîne . Paş dûvçûneka baş, em haydar bûn ku haya dujmin ji hatina wî ya nava şoreşê nîne, lewra me biryar da wî careke din vegerînin Duhokê. Bo zanîn çar salan piştî vê yekê, li sala 1987an ew bi yekcarî hate nava şoreşê û bû pêşmerge.
Ez û ew ji baregaya liqê li ser Zê, bi rê ketîn û dinav navçeya Berwarî Bala re ( li ber çiyayê Metîn ), piştî şev û rojekê rê, me xwe gihand gundê Kanî Belavê. Êdî ji Kanî Belavê bo Bamernê – Sersinkê û Duhokê rêya ‘erebeyan hebû. Hinek ‘erebeyên kêm ji Duhokê dihatin, taybet ta ku gundê Dihê. Herweha hinek tiraktorên wan gundan jî hebûn, li navbera wan gundan heya Bamernê jî hatin û çûn dikir. Herçend hemû caran tiraktor bi dest mirov ne dikeftin, ku mirov lê siyar bibe. Lê wê carê me şans hebû, her li gundê Kanî Belavê tiraktorek me bi dest xist û em lê siyar bûyn û berev gundê Dihê bi rê ketîn. Paş ku em nêzî gundê Kelaşxwe bûyn, me mêze kir ku şeş çekdar li ser rê sekinîne, bi karukokê wan me fêm kir ku ne pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ne. Li wê demê Partîya Rizgariya Netewî ya Bakûrê Kurdistanê (KOK) hêzeka baş a pêşmergeyan hebû, ku hem diçûn Bakur ji bo çalakiyên xwe û hem jî li Başûr bizav û baregayên wan hebûn. (PKK) jî taze salek bû hinek gropên wan yên gelek kêm ji Sûriyê û Libnanî hatbûn cem me. Lê pirr bêseruber bûn û piraniya çek û kinc û xwarina wan û alîkariya çûn û hatinê jî me didayê.
PKK ê bê eger û ji nişkekê ve, di şevekê de dema ku pêşmergên Komonîstan di xew de bûn, ew gulle baran kirin û çend pêşmergên wan şehîd û brîndar kirbûn
Bi rastî me goman kir ku ev çekdarên hanê yên yek ji wan hêzên bakûr be. Em gihiştin rasta wan, daxwaz ji me kir ku em wan ligel xwe siyar kîn, me jî bi xweşhalî ve siyar kirin û bixêr hatina wan kir, ji ber ku ew kurdên parçeyeke din bûn û mêvanên me bûn, me bi erkê xwe dizanî ku xizmet û alîkarya wan bikîn. Paş ku her şeş çekdar li tiraktorê siyar bûy, dest bi axaftinê kir û paşan yek ji wan dest da berûka çakîtê xwe, hinek rozêtên ku wêneyê ( Delîl Doxan )(2), ê ku li wê demî sembola leşkerî ya (PKK) bû, li ser bû, bi me re dan û min jî yek ji wan bi ber sînga xwe vekir. Em gihiştîn geliyê Dihê, min mêze kir nêzî 40 heya 50 Pêşmergên Partîya Komonîst a Îraqê li nava gelî û gund û li ser wê cadeyê hene. Dema min ew mêze kirî, ji nû min hest bi xetereyê kir. Jiberku pêş wê demê li Heftenînê(3) , herçende ku Partîya Komonîst ( PKK) di nava baregaya xwe de bicî kirbûn, lê dîsan jî (PKK) bê sedem û ji nişkekê ve, şevekê dema ku Pêşmergên Komonîst di xew de bûn, gulle baran kirbûn û hinek pêşmergeyên wan şehîd û birîndar kiribûn. Lewra min hest kir ku niha wê şerekî mezn biqewme û pirr zehmete ez van şeş çekdarên (PKK) ji destê pêşmergên Komonîst rizgar bikim. Min xwest pêş her tiştekî Hesen Şerîf ji wê derê dûr bikim, jiberku hêjan ê biçûk bû, daku ger tiştek dirust be ew nekeve nava xetereyê. Bîra min baş nayê min Hesen hinart malekê, yan jî da dest ajovanekê, lê dizanim ku min ew ji wê gêleşokê dûrxist, bêy ku ew hest bi tiştekî bike. Ez bi bawerim Hesen çû Duhokê jî û her nezanî ka çi dinavbera min û herdu hêzan da çê bibû.
Dema wan 6 çekdarên PKK ê pêşmergeyên Komonîstan dîtîn, ji Rizgar Kêsteyî xwestin wan nehêle bi tenê
Dema çekdarên (PKK) ev hêze dîtîn pirr tirsîyan û ji min pirsîn ev kîne? Min jêre got: pêşmergên partîya Komonîstin. Wan daxwaz ji min kir ku ez wan bi b tenê bi cî nehêlim. Jiberku Komonîst rê nadin ew bi vî awa bi hêsanî û bê zîyan derbaz bibin. Min jî soz pêre da ku rê nedim çi zîyan bi wan bikeve. A rast qonaxa min ya dawiyê gundê Dihê bû û biryar nebû ez ji wê derê zêdetir biçim û wan jî bi rêve ji mere gotbû ku ew dixwazin biçin bo gundê Gofikê (nêzî Batûfa) û derbazî devera Zaxo bibin û biçin geliyê harîna, li çiyayê sipî ku baregaya lîjna navçeya Zaxo ya PDK ê lê bû. Lewra êdî min jî li cem xwe biryar da ku ez li gel wan bimînim û ji tiraktorê peya nebim, jiberku hema ez peya bûm, ew wê bibin armancek hêsan ji bo pêşmergên Komonîst.
Di vê demê de berpirsekî pêşmergên Komonîst, ku kesekî Ereb bû, lê navê wî li bîra min nemaye, ligel çar pêşmergên din hatin pêşya me û silav kir min, û ji min re got em hez dikîn tu peya bibî, daku babetekî ligel te giftugo bikîn. Lê min zanî ew dixwazin min ji çekdarên (PKK) dûr bikin. Lewra min jêre got: lêborînê dixwazim ez bilezim, pêwîste zû derbas bibim. Paş ku wan fêm krî ez bi t awa peya nabim ji min re got: ev kîne ligel te? Min jêre got: ti elaqeta we pêre nîne ev kîne, ev hevalên minin û êmanetê minin. Paşan wan bi min re got: ev (PKK) ne û pêş çendîn roja wan hevalên me yên şehîd kirîn, evca em hez dikîn to ji nava wan de derkevî û têkilî me û wan nebî, karê me bi van re hey. Min jî pirr bi dijwarî jêre got: heya ez sax bimînim ti kesek ji we nikare nêzî van bibe û eger nemam sax jî hûn û ew bi hevre dizanin û baş jî bizanin biçûktirîn dest dirêjî bo ser van kesa dest dirêjî ye bo ser me. Wan pirr kir û got û ji min re got: keku em û hûn bi hevre di yek enî dayne (bereyê Cud) û li gorey binemayên vî enî her hêza dest dirêjî yê bikete ser kê ji me pêwîste hêza din berevaniyê jê bke û eve to dirust berevajî binemayên vê enî yê kar dikî, hêzeka biyanî hatiye hevalên me şehîd kirîne, ne bes to berevaniyê ji me nakî, lê to yê bikujên pêşmergeyên me diparêzî. Min jêre got: dirêj nekin û xwe ji rêya me bidene paş û min ji ajovanê tiraktorê re got: bimeşe û em bi rê ketîn û wan jî ji dûr ve li me dinêrî.
Dema xeter nemayî, çekdarên PKK ê ji nû gotin, pêşmergeyên Komonîst tirsnokin, ger biba şer jî me dikarî wan bişkênin
Gava em li çep a rojhilatê Dihê zivirîn, taze xwîn hat canê her şeş çekdarên (PKK) û karîn axaftinê bikin. Pêşiyê bi serê lêvan wan supasiya min kirin û paşan jî dest avêt nav li xwe kirinê û gotin: Komonîst tirsonekin û bi me newêrin û eger şer rû dabaye me dikarî wan bişkênîn. Min jêre got: temam ger hûn ewqas mêrxasin, pêdvî nake ez ligel we werim û ezê li vir peya bibim û vegerim û hûn jî berdewam bin li ser rêya xwe. Êdî bû lave lava wan û gotin: na heval to wê çewa me bicî bihêlî, em êmanetê te ne û em rê nizanin. Min jêre got: başe lê bêdeng bin, ta ku min gihandin gundê Gofkê û li wê derê min ew sipartin dest berpirsê bergirya millî û min jêre got: ev kes êmanetê we ne û çend kesên binecî biden ligel ta ku digehin geliyê Harîna baregaya lîjneya Zaxo û ez jî careke din zivirîm.
Me Egîd ê ser fermandarê PKKê ji mirinek misoger xelas kir, bêy ku em wî nas bikîn
Çendîn sal derbas bûn piştî Enfalên reş em li kempa Amedê li Bakurê Kurdistanê penaber bûyn. Êdî me dost û heval li nava bajarî de peyda kirbûn û têkilya me û wan pirr zêde bibû. Rojekê ji rojan ez û Hesen Şerîf li mala hevalekî bûyn, wî jî kasêtek vîdyoyê liser amûrê pexiş kirina vîdyoyan danabû, ev vîdyo li ser jiyana ser fermandarê leşkerî ê (PKK) Egîd bû. Hinek vîdyo û wêneyên wî yên cor bi cor jî nîşan didan. Hesen şerî ji min re got: baş lê binêre, bizanibe te ev mirov pêş niha ne dîtiye? Dema min bi wî çavî lê nêrî min zanî ne kesek xerîbe, lê min nezanî min li ku derê dîtiye. Dema Hesen ji min re gotî: bîra te li wan şeş çekdarên (PKK) tê yên me ji kanî Belavê ligel xwe siyar kirîn? Êkser hate pêş çavên min, ku kesê rozêtên Delîl Doxan daye me û berpirsê wê giropê gerîlayan, ev Egîd e bû. Aha bi vî awa me Egîd ê serleşkerê (PKK) ji mirinek misoger rizgar kir, bêy ku em wî nas bikîn.
Pêşmerge ser fermandarê PKK ê ji mirnek misoger xelas kir, lê mixabin PKK ê komek Qadro û rewşenbîrên pêşmerge wexta ku xwestin derbazî Başûr bibin ji bo xebata li dijî rejîmê, bi awayekî hovane şehîd kirin.
Wijdana min jî pir aram e, ku min wê rojê rê neda xwîna cengawerekê Kurd û hevalên wî bi destê hêzeke din a şoreşgêr were rêştin
Lê mixabin (PKK) eve yek nedît û gelek nankor derketin û yekser paş Enfalên reş û li Nevroza 1989an komek ji qadroyên me yên roşnibîr û bijare ( Idrîs Cercîs (Ehmed Kadir)(4), Seidullah Avdel(5), Mihemed Hemdî(6), Nizar Mihemed Silêman(7), Xalid Wermêlî(8) û Nezmî Wermêlî)(9), dema ku dixwast vegerin navçeyê û xebatê li dijî rejîma Beisî ya bidomînin, (PKK) li ser daxwaz û hevkariya emna Beisî ya, bi awayek xedar û xîyanetkar li gundê Şîv Rezan a liser sînorê Bakur û Başûr ew girtin û bi awayek hovane şehîd kirin. Lê wijdana min jî pirr aram e, ku min wê rojê rê neda xwîna cengawerekê kurd û hevalên wî bi destê hêzeka din a şoreşgêr bê rêştin. Herçende paş wê rûdanê bi dû salan Egîd jî, bi awayek pirr bi goman, bi destê zêrevanê xwe hate şehîd kirin li herêma Botan.
———————-
(1) Mehsûm Korkmaz ( Egîd ) li sala 1956 li Silîvana ya ser bi Amedê li Bakûrê Kurdistanê hatiye ser dinê. Serleşkerê çekdarên (PKK) bû. Roja 28/3/1986 li herêma Şirenxê ji aliyê zêrevanê wî bi xwe ve hat kuştin.
(2) Delîl Doxan li sala 1957 li gundê Tamana ser bi Xarpîtê ve li Bakûrê Kurdistanê hatiye ser dinê. Yek ji qadroyên destpêkê yên (PKK) bû. Sala 1981 her li nêzîk gundê Tamanê hate kuştin.
(3) Heftenînê gelî yeke dikeve Bakûrê gundê Keşana devera Batîfê, nêzîk sînorê Bakûrê Kurdistanê û zomên gundê Navbirîne. Her ji destpêka şoreşa Golanê, wek bingehên pêşmergeyan hatye bikar anîn. Piştî Enfalên 1988an û heya niha jî berdewam çekdarên (PKK) ew der wek bingehekî xwe yê serekî, li Başûrê Kurdistanê, bikar aniye.
(4) Idrîs Circîs Îbrahîm nasyar bi (Ehmed Kadir), li sala 1953 li gundê Berbîra jûrî li navçeya Şêxan hatiye ser dinê. 1974-1975 bûye pêşmerge. 26/5/1976 careke din peywendî bi rêxistinên PDK kirîye ve. piştî şikestina 1975 berdewamî daye xwandina xwe li Mûsil, ta ku gehiştîye qonaxa 3 li kolîja zansitî pişka matmatîkê li zanîngeha Mûsil. Paşan emna Beisî ya fermana girtna wî daye. Lê ew karî li roja 10/12/1979 xwe bighîne nava şoreşê û ew bûye pêşmerge û paşî jî kadir. 1984 bûye kargêrê lijneya navça Duhokê û paşan çend berpirsatiyên din wergirtîne. Li Enfalên 1988 maye li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê li devera Çelê, ji bo berdewamî dan bi erkê pêşmergetiyê. Li roja 29/3/1989 li nêzî gundê Şîvrezanê ji aliyê çekdarên (PKK) ve ligel 5 hevalên xwe, bi xedir hatine şehîd kirin. Navbirî kesekî rewşenbîr bû û herdem xebat dikir zanînê di nava hevalên xwe da belav biket.
(5) Seidullah Avdel Seydo. Li sala 1954 li gundê Xilbîşî navçeya Bamernê hatiye dinyayê. Li salên 1970 yan êk ji qadroyên çalakên Yekîtiya Qutabîyên Kurdistanê bûye. 21 Şiwata 1980 bûye pêşmerge û paşan bûye Qadroyê bêtelê û paşan jî bûye kargêrê lijneya navçeya Zaxo. Helbestvanekî çeleng bû, dû dîwanên wî yên helbestan bi navê (xwîn û azadî – semfoniya xewin û xeyalan) çap bûne. Li roja 29/3/1989 ligel pênc hevalên xwe yên Qadro û pêşmerge, bi şêweyeke hovane ji aliyê çekdarên (PKK) ve li nêzîkî gundê Şîvrezana ser sînorê Bakur û Başûr hate şehîd kirin.
(6) Mihemed Hemdî li sala 1949 li gundê Wermêlê li devera Bamernê hatiye ser dinê. 1967-1975 pêşmerge bûye. Destpêka şoreşa Golanê bûye pêşmerge û Qadroyê leşkerî, ku paşan bû berpirsê rêkxiraweka pêşmergeyan, ta ku 1988. Li demê Enfalan xwe li çiyayên ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ragirt, ligel komek ji hevalan, ji bo ku berdewamiyê bidin xebatê. Lê li roja 29/3/1988 li gundê Şîvrezana ser sînorî, ji aliyê çekdarên (PKK) ve, ligel pênc hevalên xwe dihên şehîd kirin.
(7) Nizar Mihemed Silêman, li sala 1966 li gundê Xirabîya, li devera Zawîte hatye dinyayê. 1979 bûye endamê rêxistinên nihênî yên partî li nav Duhokê. 29/8/1982 bûye pêşmerge û paşan bûye Qadro. Roja 29/3/1989 li gundê Şîvrezanê ji aliyê çekdarên (PKK) ve, ligel pênc hevalên xwe dihên şehîd kirin.
(8) Xalid Adem Hisên, li sala 1966 li gundê Wermêlê li devera Bamernê hatiye ser dinê. 1988 bûye pêşmerge. Roja 29/3/1989 li gundê Şîvrezanê ji aliyê çekdarên (PKK) ve, ligel pênc hevalên xwe dihên şehîd kirin.
(9) Nezmî Ahmed Çûlî, li sala 1969 li gundê Wermêlê li devera Bamernê hatiye ser dinê. 1986 bûye pêşmerge. Roja 29/3/1989 li gundê Şîvrezanê ji aliyê çekdarên (PKK) ve, ligel pênc hevalên xwe dihên şehîd kirin.
Têbînî: Ev mijar û wêne bê destûrî ji ropela Facebook ê ya pêşmerge û helbestvan Rizgar kêsteyî hatîne wergirtin