LI COLEMÊRGÊ BI ÊRÎŞA HIRÇÊ 50 PEZÊ DI GOMÊ DA TELEF BÛN

LI COLEMÊRGÊ BI ÊRÎŞA HIRÇÊ 50 PEZÊ DI GOMÊ DA TELEF BÛN

Hat îdiakirin ku li Colemêrgê Hirçê ku banî qul kir û ket gomê, qedera 50 pez telef kir.

Xelkê gundê Kaymakliyê, heywandar Adil Alpsar diyar kir ku hirçekî xweliya baniyê goma pez kolaye, banî qul kiriye û ketiye gomê û herwiha qedera 50 pezî telef kiriye û hinek jî birîndar kirine.

Alpsar got ku Hirçê dû ra jî derî şikênandiye û çûye. Alpsar herwisa got ku wan, serê sibehê bûyera ku bi şev qewimiye ferq kir.

Alpsar got ku ew debara xwe bi heywandariyê dike û wiha dewam kir, “Bi şev hirçê baniyê gomê kolaye û ketiye hundir. Qedera 50 pezî telef kiriye û hinek jî birîndar kirine û dû ra derî şikênandiye û reviye. Me agahî da Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê. Ew ê jî lêkolînê bikin. Em li hêviyê ne ku peywirdar alîkariya me bikin.”

Pustên heman beş