Nivîsandina dîrokê pêvajoya damezrandinê ye. Kesên ku dîrokê di nivîsin xwemalî ya xwe, rewşa hestên xwe û pêşeroja ku arezû diken dixwazin damezrînin. Pêvajoya damezrandina dîrokê ew fikrên dixwazin di grûpên mirovan de biden qebûl kirin vaye serdikeve. Ger têgeheke we yê dîrokê nebe, bûyerê dîrokî di alîyê berjewendiyên xwe de ava nekey û kes û grûpên bi we bawer biken nebin, hûn serfiraz nabin.
Ji bo vê pêwîste; Pêvajoyên dîrokî li goreyî lîteratûra fikrî û zanistê hemdemî were derbirîn, were sîstematîze kirin, valahî yên ku wê nerînê pûç bike pêwîste nebin, pêbawerbûnê di asteke mezin de were girtin û ji bo hêsanî pê were bawer kirin, afirandina belgename û tîprêzkirina peyva pir girînge. Erka herî mezin dikeve ser milên dîrokzana. Pevxistina dîrokê carna li ser xwedî bûna regeznama kesayetî û bi rewşa wî ya şexsî ve girêdaye. Lê pir dem jî bi beralîkirin desthilatdariya sîyasî ve çêdibe. Anku girûpek li ser berjewendiyên xwe pirojeyekê çêdike û li gorî wî proje dîrokê di nivîse.
Weke kurd dîroka me ji nû ve dihête nivîsandin, bawermendiyeke nû û têgeheke nû tê avakirin. Va rojên dawî li ser Ermena û Mistefa Kemal nîqaş li Bakurê Kurdistanê birêve diçin a rastî ev nîqaş ji aliyekê têkildarî bi ji nû ve nivîsandina dîroka kurd û Kurdistanê ve, heye. Ji aliyek din jî ev dîrok nivîsandin bi meşandina siyaseta rojane ve têkildarî heye.
Ew peyvên hevserokê HDP ê Mithad Sancar di 23 Nîsanê li rûniştina parlemanê tirkîya da kirî di anku pesnê mistefa Kemal dayî, yanî gotî “Ataturk pir hewil dida ku pirsgirêka kurd çareser bike” di nava kurdan de bû cihê dilgiraniya netewperwerên kurd.
Hevserokê HDP Mithad Sancar got “Mistefa Kemal paşa di ferqa giranî û ciddîyeta kêşeyê de bû. Di xwest evê, têkildarî regeza serwerî û fikrekî demokrasiya hevgirtî çareser bike. Li wê deme pir hewil da. Lê belê ew rêya wê rojê pejirandî payre terikand”
Halbukî di rastî de Mistefa Kemal pêvajo a sala 1919-1921 de ligel hemû beşên civakî yên Anadolê pêwendî çêkir bûn. Ji hêza wa ya leşkerî û sîyasî sûdmend bû. Mistefa Kemal Hêşta sala 1919an nameyek ji bo İlyas begê firêkirbû û têde digot “pêwîste ji bo rêbaz a kurdî mecal nehêt avakirin” di rastî de Mistefa Kemal hertim xwastiye Kurda ji bo xwe bixebitîne. Dû sedemên vê xwastekê hebûn, yêk; dixwest şerê cîhanê yê yeke de Kurda weke hêzeke leşkerî di şer da bixebitîne û xortên Kurda bibe leşkerî yê. Dû; dixwast rê li kurdan bigire ku çi peywendiyên bîyaniyan ra ne girêden û ji bo dewleta kurdî ava nekin. Bi vî awa hêza civaka kurd di şerê rizgariya Tirkiyê de hate şuxilandin û di warê dîplomasî de jî pêşî lê hate girtin. Mistefa Kemal piştî komar ewle kirî dest bi nijadkujî ya kurda kir.
Em dizanîn ku Ataturk bi tenê li Dêrsimê 50 hizar kurd qetil kirin û 72 hizar jî penaber kirin. Bi balefiran keça Ataturk ya meinewî Sabiha Gokçen ê Dêrsim borduman kir. Ataturk kî bi qanûna “takrir-î sûkun” û tenkil di serhildana şêx Seîd, Agirî, G. Zîlan û Dêrsimê de bi sed hezaran kurd kuştin. Niha jî dixwazin vî Ataturkî bi gelê kurd re weke miraovekî maqûl bidin naskirin. Ev bêhiş kirin û berevajî kirina dîrokê ye.
Çavkaniya vê têgeh berevajî kirinê Abdullah Ocalan e. Piştî Apo 1999an hatî girtin, di bin navê ronakbîrî, ronesansa Kurdî û guhertina zihnîyetê dest bi pêvajoya damezrandina bîr û Hişên çewt ji bo kurda çêbike.
PÊNGAVA YÊKÊ: ŞOFANDINA KEMALÎZMÊ
Abdullah Ocelan di pêngava yêkê de di bin navê şoreşa zihnîyetê armanc kir ku ew dûratiya navbera kurdan û dewletê da heyî bigire. Ji bona vê jî Apo di paraznamên xwe de xwest di komkujî yên Kurdan de rola Ataturk û dewleta Tirk biçûk bike û tewanê bide ser İngilîzan. Mînak serhildana Şêx Seîd berevajî kir. Xwest şerê rizgariya gelê kurd ya ku dibin rêberiya “bizava Azadî” hatîye destpêkirin weke serhildanek a tenê şexsê Şêx Seîd û grûpekî biçûk biden dîyar kirin. Apo jî weke dîrok nivîsên dewleta Tirk serhildana Şêx Seîd bi kevneperestî tawanbar kir û weke bizaveke kevneşop binav kir. Li gorî Apo êdî Mistefa Kemal kesekî bê guneh bû. Hemû kiriyarên ne baş avêtin ser dewruberên wî û kirin binasên Ismet Inonu. Ingilîz weke şeytanê di navbera Tirk û Kurdan da nîşandan.
Berîya 40 sala kurdan ne digot Mistefa Kemal jî, digotin Misto ê Kafir. Lê niha serokê wê partîya bi dengên kurdan hatî hilbijartin dibêje Mistefa kemal paşa. Li serde jî bi minasebeta roja damezrandina parlemanê Tirkiya Cejna 23 nîsanê li kolanên Diyarbekir dihate Pîroz kirin.
Ew şoreşa zihnîyetê ewa ku Apo ev 20 sale behsa wê dikir êdî pêkhatibû. Li Bakurê Kurdistanê di nava kurdan de têgeha ku Kurd nikarin bê Tirk bijîn belav bûye. Ew têza Apo ya Regeznameya Tirkiye bûnê hişt ku nasnama kurd tune bibe. Weke dîyelektîkî jî ger tiştekê pir girîngî bidî der û derxî pêş wê tiştê dê şûnve bimîne. Ew tiştê hatî sere nasnama kurd jî eve.
Layengirên Ocelan ew tiştên ev 20 sala ew dibêje weke pîrozîyek nêz dibin û we hizir dikin ku dê ev nêrîn dinyayê rizgar bike. Xebatkar û kadirên PKK ê dest di danin ser pirtûkên Apo û sûnd dixwen weke qûranê nêz dibin. Lê ger em paş xwe binêrîn dê bibin ku van pirtûkên Apo di civaka Kurd de têgeha “kurd nikarin bê Tirk bijîn” ava kiriye. Di nezara pirî Kurdan de Mistefa Kemal weke kesekî bê guneh di hête dîtin u di b^jin dewruberên wî nebaş bûn û hatibû leyistika Ingilîza.
Di zimanê PKK ê yê sîyasî de dewleta Tirk dihête şopandin. Va 10 sale Kurdê Bakur di ragihandinê de bi berdewamî faşîzma AKP-MHP dibihîzin. Dewlet nahêt tawanbar kirin. Sûç tinê dikeve ser milê AKP ê. mirov we dibîne ku, ev 99 sale dewleta Tirk pir Demokratîk bû hemû mafên Kurda hebûn lê AKP hat û her tişt hate guhertin. Dewleta Tirk damezrandina xwe û vir de hertim dijminê Kurdan bûye. Ne bes kêşe hikûmet e, kêşe felsefe û sîstema Kemalîzmê bi xwe ye. Apo dixwaze têgeheke têda dewlet paqije lê hikûmet neyarê Kurda ye bide avakirin. We diyare ku Apo vê pêvajoya kurd entegre kirina dewleta Tirk bi başî birêve diçe.
Di meclîsa Tirkiyê de pesin dayîna Mistefa Kemal ji aliyê Mîthat Sancar ve ez wî rexne nakim jiberku Mithat Sancar ji Kemalîzmê hez dike lewra jî bûye serokê HDP ê. ew mejîkê ew anîye ser wî kursîkî Apo û PKK ye. Ew peywendiyên Apo û PKK li gel Kemalîsta heyî di nava civaka Kurd de rizîbûn û wateya dujminî yê tûne û lewaz dike.