Daxûyanîya Abdula Ocalan û Fitna Zînî Wertê

Daxûyanîya Abdula Ocalan û Fitna Zînî Wertê

PKK weke hemû werzên biharê, ji bo ku xwe ji bo layengirên xwe û raya giştî mexdûr bide nişandan, mijara Zînî Wertê  xist rojevê, Lê bele ev car PKK’ê xwe li kevir qeliband, Derengî zanî ku siyaseta cihanê û ya Herêmê ji vê operasyona PKK’ê ya dixwest têgehekê li ser çêbike, berfirehtire.

Li Zînî Wertê  gav paşve avêt, Lê dîsa jî PKK’e dixwaze ji vê bûyerê sûd wergire, lewra jî kêşe tê berdewam kirin, Ecêndeya PKK’ê bi rêve diçû, ji nişkekêve piştî 21 sala Abdula Ocalan bi rêya têlefonê beşdarî mijara Zînî Wertê bû.

ABDULA OCALAN ZÎNÎ WERTÊ  Jİ KU DİZANE

Daxûyanîya Abdula Ocalan ya têlefonê pir balkêş bû, Ji ber ku Abdula Ocalan hemû exiftina xwe di mihwerê başûr û bûyera Zînî Wertê da kiri bû.

Dîyare ku haya Abdula Ocalan ji Zînî Wertê hebûye û bûyer şopandîye, Tiştê serinc rakêş Abdula Ocalan ev bûyerên ku 20 rojin di qewimin hemûyan dizane, Gelo Abdula Ocalan çawa zanî bû?

PKK’e bi salane propagende dike ku Abdula Ocalan di nava tecrîdê daye, çi pewendî ji derve li gel nînin, Berîya nihe rayedarên dewletê û Abdula Ocalan goti bûn TV şaşe 47 li jûra wî de heye, Ji xwe ecêbî ji vir dest pê dike, TV yên dijminî anku yê Tirka bûyera Zînî Wertê berfirehî ne kirîye mijar.

Gelo Abdula Ocalan hew qas zanyarî ji kî wergirtîne, Ger li girava İmralî bes tenê dewlet hebe, ev car zanyarî yan ji dewletê werdigire.

Hevdîtina têlefonê xala xwe ya herî giring eve, Tiştê ku eve tînîte bîrame, Abdula Ocalan di destê dewletê de êxsîre, Ew layenên ji gotinên wî bê nîqaş nêzîk dibin, pêwîste hizra mijara pewendîyên Ocalan li gel dewletê ku hene, biken.

OCALAN BERÇAV RUHNİYEKÊ DİDE DEWLETÊ ANJÎ RÊXİSTİNA XWE?

Xaleka dî jî eve ye, Ocalan kengî ji bo rêxistina xwe PKK’ê berçav ruhniyeke sitratejî bide, dewlet pêşwext dikeve nava bizavê de, Li ser vî babetî tiştê mejîkî tevlîhev dike gelo Apo vê berçav ruhniyê bi rastî dide rêxistina xwe? Apo di wextekî de goti bû, “yê Efrînê dest xwe de bigire dê Hatay ji yawî be”, Bila YPG’e Efrînê bernede, Tirka zûtirîn dem Efrîn dagir kir, Dîsa Ocalan dibejê: “sêgoşa Îran-Îraq û Tirkîyê devera Biradoste, Yê wê deverê dest xwe bixe, dê bandora xwe li ser sîyaseta rojhilata navîn çêke, Bila yên me PKK’e wir bigirin, Ger li ser Îranê mudaxile çêbe, bila yên me wan koçberên werin wir kom bikin, bajaran ava bikin û dê hemû dinya li gel wê hêza deverê bixwaze pewendîyan dane” dewleta Tirk lezelez çavê xwe berda wê deverê, Cihê ku Apo digot stratejîke weke Xwkurk û Şekîf ji layê Tirkan ve hate dagir kirin.

Kî van 20 salên dawîyê  daxuyanî yên Apo şopandibe dê bibîne ku tiştê tenê gotin û di hêne kirin gelek ji hev cuda ye.

Nûke behsa pêvajoya yekîtî ya neteweyî tê kirin, Hûn lê binerin ji hemû dema bêhtir dê alozî û têkçûn navbera Kurdan de were ava kirin, Dema ku kêşeya Zînî Wertê qewimî propagenda Tirkîyê û PKK’ê li hev di hat, Ji ber ku PKK’ê kêşeya Zînî Wertê weke “pilana PDK’ê -Tirkîya” di xwest dest nîşan bike, li Heman demê li 15 nîsanê firokeyên Tirkîya kempa Maxmûr borduman kir û di encam de 3 Gerillayên jin jîyana xwe ji dest da, Tirkîya bi vê êrişê  tewanên PKK’ê yên li ser PDK’ê di kirin ra harîkar bû.

TİRKA Bİ ÊRİŞA MEXMÛRÊ, RÊVEBERÎYA HERÊMÊ KİRÎYE ARMANC

Artêşa Tirk çima wê rojê Mexmûr borduman kir,  Di nava wê toz û xubara Zînî Wertê  de, du sedemên vê bordumanê derdikevin pêş:

Yêk: Bi sala ye Gerilla di kempa Mexmûr dane û dewleta Tirk kengî bi xwaze dikare biçe lêxe, lê demekê pir hestîyar de çû borduman kir ku ji bo propagenê PKK’ê yên dijî Herêma Kurdistanê ra bû palpişt, Xwest dilsozîya gele Kurd  ji bo Herêma Kurdistanê bişkêne.

Du: Dewleta Tirk ji bo aşê PKK’ê direwan dihêre avê di kêşe, Di xwaze nakokî yên partiyan kûrtir bike.

GELO OCALAN XWEST HİŞYARÎ BİDE BASKÊ Bİ SER ÎRANÊ VE?

Dewleta Tirk  xwest balansekê bide baskê Îranê yê din ava PKK’ê de, Ger em lê binêrîn her tim yên li ser Zînî Wertê daxuyaniyan diden, baskê bi ser Îranê  Mistefa Qarasû ye.

Mijar leşkerîye lê kesayetîyên leşkerî yên di nava PKK’ê de weke Mirad Qereyilan çi pêjin û deng ji van dernakeve, Kesên PKK’ê baş nas diken dibejin Qeresû=Cemil bayik, Kêşeya Zînî Wertê pîlana Îranê ye, Baskê Îranê yê di nava PKK’ê û YNK’ê da bûne çalekgerên vê pîlanê, Dewleta Tirk piştî 21 salan ji bo ku Apo vî baskê Îranê hişyar bike bi têlefona da axiftin, Ew jî ev pêwîstîya dewletê bi cîh anî.

Îhtîmalekî mezin pêvajo ya Zînî Wertê PKK’e ji Rojeva xwe dernexe û desta jê bernede, Bi şêwazekî veşatrî li wê deverê dê xebata xwe berdewam bike, Kesên ku di nava PKK’ê de dîmenê Kurdîniyê dide Mirad Qereyilan ku piştî demekê dê derbikeve nava pêşbirkiyê û dê bibêje “kek Mesut Barzanî di berê de goti bû şerê di navbera Kurdan de ez nahêlim rû bide”,  Dê nerim nerim bi axive, Xwe weke bê gûneh bide nişandan, Lê baskê Îranê dev ji kiryarên xwe bernade û vaşartî binve binve dê Zînî Wertê cihê fitne be.

DAXÛYANÎYA KCK’Ê

KCK’e pêhesîya ku di kêşeya Zînî Wertê de behra mezin jêre namîne, Ew daxûyanîya KCK’ê di roja 27 nîsanê de belav kirî  lê ne dihate fam kirin, Di gotineka pêşîya ya Tirka dibêje “hesaba xelet ji Bexda vedgere” vê carê hesaba KCK’ê ya xelet ji Hewlêrê vegeriya, Niha KCK’e dixweza ji 24 heyvê û virde êncamên propagenda xwe kom bike.

Di daxûyanîya KCK’ê de “em ew hewildanên sazî û şexsîyetên dîmokratîk yên Kurdistanê pir waterdar dibînîn, Ev sazîyên PKK’e behsa wan dike hemû sazîyên bi ser PKK’ê ve ne û PKK’ê ew damezrandine, Ew KNK’a weke bê layen tê behis kirin ji alîyê kadirekî 25 sala di nava PKK’ê de ya bi navê Nîlûfer Koc ve tê rêve birin, Çapemenî jî ewe yakû zexta Zînî Wertê  bilind kirî, Dibin rêveberîya Mistefa Qeresû da.

Bi kurtî KCK’ê sipasîya wan dam û dezgeha dikir ewên ku alozî gûr kirî û mezin kirî,  Dîsa PKK’ê xwest karta gel bide şuxilandin û berê layengirên xwe bide Zînî Wertê, li gel kadir û layengirên xwe qasî 30 kesî bi rê ketin, Lê asayîşa YNK’ê nehişt ew girûp ji Ranya derbikeve.

Di êncam de kêşeya Zînî Wertê ji alîyê baskê Îranê yê di nava PKK’ê de hate derxistin, Lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bêdengî nêzîkî kêşeyê bû.

PKK’e ji alîyê dewleta Tirk û Abdula Ocalanî ve hate hişyar kirin, Anku ne pêwîste Tirk ji bo Qendîl werin Zînî Wertê  ji ber ku kilîla Qendîlê ya li Îmralî yê.

Tiştê ji bo me herî giring pêwîste çavê me li ser wan kesan be ewên ku dixwazin zerbê li Herêma Kurdistanê biden, Em baş bizanîn û ji bîr nekîn Herêma Kurdistanê nasnameya 40 milyon Kurda ye, rûgeşîya Kurdane di asta navdewletî de, Em hemû hemberî neyaran hişyar bîn, Pêwîtîya yêkîtîya neteweyî bi rêberîya Herêma Kurdistanê heye.

Pustên heman beş