Lamerkezî, Kanton, Xweserî û Xwelîserîya Kurdan

Lahor şêx cengî serkêşê xîyanetkarên Kurd li Başûrê welat bi alîkariya Heşda Şeibî û Komara Îslamîya Îranê, projeyeke nû bi navê lamerkezîyet dest pê kirine, ev proje bingeha xwe ji pîlaneke qirêj werdigire, amanca jê lawaz kirina Hikûmeta Başûr û Partîya Demokrat ya Kurdistanê ye, bi gotineke din, mirov dikare navê qonaxa duyemîn ya 16ê Oktoberê lê bike.

Ji bo ko ev vî babetî baş fam bikîn, pêwîste bizanîn lamerkezîyet çî ye û YNK ê çi merem pê heye?

LAMERKEZÎYET ÇÎ YE?

Lamerkezîyet sîstemeke girêdayî awayê hukimraniyê ye di wilateke federal de, li gor wê desthelatên serwerî li ser hinek herêm û wîlayetan tên parve kirin, piştre her herêm û wîlayetek dibe xwedî xweserî di rêvebirina desthelatên “teşrî’î û bicî kirinê û dadwerî” de, ev yek bi lamerkezîyeta siyasî tê bi nav kirin, lê belê lamerkezîyeta kargêrî jî heye û li gor wê erk û berpirsyarên kargêrî li navbera desthilata navend û parêzgeh û herêman tê dabeş kirin, ev herêm erkên xwe bicî diken, lê belê li bin çavdêrî û teqîba desthilata navendî.

Li Îraqa federal paş cenga azadiyê ya sala 2003an ku Kurdên Başûrê Kurdistanê beşdarîyeke kara di ji nav birina Sedam ê dîktator de hebû, sîstemeke federal tê peyrew kirin, Mes’ûd Barzanî û Celal Talebanî li wê demê gelek hewl dan ku mafên gelê Kurd di destûra bingehîn ya welat da werin garantî kirin, Herêma Kurdistanê weke statoyek siyasî serbixwe derket, ya rast ev stato berhema 100 salên bizava rizgarîxwaza gelê Kurd bû.

Ji wê dema Başûrê Kurdistanê serixwebûna xwe bi dest xistî û heya roja me ya îro, bi dehan pîlanên qirêj yên navxwe û dewletên dagîrkar ji bo nehîştina vê Herêmê hatin meşandin, lê belê ti yek ji wan pîlanan sernegirtin, ciyê daxê ye ku taxmek di nava Yekîtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê de velivînera van hemû pîlanan bû.

ÇIMA KURDISTAN AVA BÛ Û ÎRAQ WÊRAN BÛ?

Ji ava bûna Hikûmeta Başûrê Kurdistanê parlamentoya Başûr, bi sedan qanon ji bo rêxistina kar û erkên navxwe yên Kurdistanê pejirandin, kabîneyên hikûmetê jî sala 2003an û heya kabîneya 9an gelek bi zelalî pirsa lamerkezîyetê bas kir û di warên kargêrî de peyrew kir û amanc jê hêsan kirina erkan û dana desthelatan bû bi rêveberiyên xwecihî, encama vê yekê bi zelalî li Başûrê Kurdistanê û Îraqê federal zelal bû ku her yek dikare bi çav bibîne herêma başûr ji sala 2003an bi tu awa ava bû û pêgeha wê bihêz ket û berevajî Îraq bi tu awa wêran bû û kete di lîsta xerabtirîn welat û herweha xetertirîn welat ji bo jiyan kiriê li ser asta cîhanê.

KALFAMÊN YNK Ê ÇI ÇAXÎ PÎROZÎ YÊN WELAT BÊ BIHA KIRIN?

Paş nexweş ketina Celal Talebanî êdî, Partîya wî YNK e kete dest hinek kalfaman, rometa Kurdistanê, berjewendîya gel, û xaka Kurdistanê li cem wan tu pîrozîyek nema, xwîna bi sedan hezar şehîd û enfal û qirkirina bi serê gelê Kurd hatî bê biha bûn, wan kalfaman siyaseteke nû meşandin ku ev siyaset ya xizmeta dagîrkaran û wêran kirina Kurdistanê bû.

Kalfamên YNK ê êdî li wexta her kirîzekê de melefa îxanetê bikar diînin, kanê çewa li 16 ê Oktoberê wan destê xwe da dest dewletên dagîrkar ên weke Îran, Tirkiyê û Îraqê û Kerkûk û sedê 51 ya xaka başûr firoşt û piştre hewl dan bi alîkariya Heşda Şeibî û Îranê êrîşa ser Başûrê Kurdistanê were kirin û statoya başûr were ji nav birin, careke din li rojên derbasbûyî wan ev melef derxist lê bi awayeke din.

ÇI CORE LAMERKEZÎYETEKE NIHA YNK E DAXWAZ DIKE?

YNK dixwaze Silêmaniyê bixe ser Îraqê ve û statoya Kurdistanê lawaz bike

Encûmena parêzgeha Silêmaniyê ku Goran û YNK têde piranî ne, niha ketîye nava hewlên mezin de ji bo bicî kirina lamerkezîyetê, lê belê wan bi navê lamerkezîyeta kargêrî daxwaza lamerkezîyeta siyasî dikin, wate cudabûna ji herêmê û çûna ser bi dewleta dagîrkar a Îraqê, gelo ma qey gelê Kurd bizava rizgarîxwazî ne jibo cudabûnê ji dewleta dagîrkar dest pê kirbû?.

Bi gotneke din, her ku diçe bandora dewletên herêmî li ser siyaset û mejîkê hinek hêzên siyasî yên Kurdî bi taybet li Başûrê Kurdistanê pêtir diyar dibe, xistina rojeva sîstema “lamerkezî” ji aliyê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê dikeve jêr vê bandorê, ji ber ku ger niha li medyayên Kurdî bi taybetî medyayên ser bi YNK ê û PKK ê ve binêrîn wê baş mêze bikîn ku rewş di çi asteke xeter da ye û ev dewletên dujmin bi rêya hinek ji partîyên Kurdî dixwazin bi çi awa sîyasetên xwe yên qirêj li Başûrê welat bicî bikin û başûrê Kurdistanê ku niha ji bo hemû Kurdan bûye ciyê şanaziyê û seywanek ji bo xweparastin û azadiyê, têk bidin û bikin çendîn parçe.

Ya ku niha pêtir ji her tiştekê dinava sosyal medya û çapemeniyê de bi taybetî li Başûrê Kurdistanê tê bas kirin, bicî kirina sîstema “lamerkezî” ye ji aliyê YNK ê ve, weke her car û bi sedema nedana mûçe û budceya herêma başûr ji aliyê dewleta dagîrkar ya Îraqê ve, rewşa siyasî û abûrî û civakî ya başûrê welat tevlîhev bûye, dewletên dagîrkar dixwazin di vê ava şêlî de Masîyan bigirin, ev dewlete dîsan weke pêş niha, weke paş referandomê û êrîşa Îraqê bi alîkariya partîyeke Kurdî ku bi poz şikandina herdu alîyan ji layê pêşmergeyên Kurdistanê ve bi dawî hat.

Piştre her wê partiyê xwest statoya Herêma Kurdistanê têk bidin û bas li “hikûmeta Înqaz” kir, ev care jî dixwazin bi bas kirin û givaşên ser hikûmeta herêma başûr pisgirêkan di rêya vê hikûmeta şer’î û hilbijartî ji aliyê gelê Kurd ve dirust bikin.

GELO SÎSTEMA LAMERKEZÎ JI BO BAŞÛRÊ WELAT JI KU DERÊ HAT?!

Di naverasta salên şêstan ji çerxa rabûrî, yekem car sîstema lamerkezî ji aliyê Celal Talebanî û xezorê wî yê bi navê Îbrahîm Ehmed ve li başûrê welat hat bas kirin, li wê demê de ku şoreşa mezin ya Îlonê birêve diçû, mam Celal û Îbrahîm Ehmed bi awayek nihênî peywendî bi rayedarên dewleta dagîrkar ya Îraqê kirin û bê vegeran ji bo serkirdatiya şoreşa Kurdistanê ku li wê demê rehmeta xwedê lê be General Mistefa Barzanî serkirdatiya wê dikir ev du kes ketin danûstandinên jêr bi jêr digel dewleta Îraqê û bi fermana rayedarên Îraqê ji bo fişar kirin li ser Barzanî yê nemir, daku dest ji xwastekên gelê Kurd berde, babeta lamerkezî ya bajaran xiste rojevê û ji wan xwest Barzanî razî bikin dest ji xwastekên netewî hilgire û li ser esasa lamerkezîya îdarî ji bo bajarên Kurdî digel Îraqê de danustandina bikin, lê belê ev yek bi tundî ji aliyê Barzanî ve hat red kirin.

Li sala 1963yan Celal Talebanî û Îbrahîm Ehmed ev xwasteka Kurdan digel General Barzanî bas kir, lê belê Barzanî jêre got ku ew tu caran li dijî danustandinan nîne ji bo çareser kirina pirisgirêkan, lê belê danustandinek li ser esasa ji dest dana xwastekên gelê Kurd û razî kirin bi hinek mafên biçûk û dîsan parçe kirina Kurdistanê bi t awa nayê qebûl kirin, sîstema lamerkezî ya hûn jê bas dikin wê careke din me Kurdan ji hev dûr bike û ev yek nabe derman ji bo birîna gelê Kurd û Kurdistanê, ji ber vê yekê em danustandinên bi vî awayî bi tundî red dikîn, piştî 3 salan anku li sala 1966an de ji ber ku barzanî bi vê yekê razî nebû îxaneta bi nav û denga sala 1966an rû da, lê pirsa serke eve gelo ev care bi red kirina vê yekê wê çi îxanet û malwêranîyê ji bo Kurdan dirust be!?

LAHOR ŞÊX CENGÎ JI BO LAWAZ KIRINA PÊGEHA HERÊMÊ KETÎYE NAVA HEWLÊN MEZIN

A rast sîstema lamerkezî yan jî xweserî û Kanton dibe sîstemeke baş be, lê belê ne ji bo herêmeke weke Herêma Başûrê Kurdistanê, ev sîstem dibe ji bo welatek serbixwe ku hemû bajarên wê bikarin xwe xwedî bikin û birêve bibin tiştek baş be, lê di herêmek weke herêma başûr de ku heya niha metirsî li ser statoya wê heye û hertim dujmin dixwazin bi awayekê pirisgirêkan ji bo hikûmeta wê dirust bikin û jinav bibin ne bi tenê tiştek baş nîne belku tiştek pirr xetere ye jî.

PIROJEYA LAMERKEZÎYETÊ LAHOR BI ALÎKARIYA ÎRANÊ Û HEŞDA ŞEIBÎ BIRÊVE DIBE

Heger gelek bi zelalî jî bas bikîn, Lahor Şêx Cengî rêberê Kalfamên YNK ê niha pirojeyeke mezin ê îxanetê bi hemahengî ya dewleta dagîrkar a Îranê, Îraqê û Heşda Şeibî û nedûre hinek partîyên weke tevgera Goranê jî têde bin, dest pê kirîye, mirov dikare navê qonaxa dawî ya îxaneta 16 Oktoberê li vê pirojeyê bike.

Lahor niha ketîye nava hewlên mezin de ji bo ku mûçe û budceya Herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve were birîn, ji bo ku fişareke zêde bikeve ser Hikûmeta Başûr û Partîya Demokrat ya Kurdistanê, ger mirov bipirse gelo çima ev pîlan li dijî PDK ê û hikûmeta başûr tên meşandin, bersiv pir zelale, ji ber ku PDK neketiye jêr hejmûn û bandora Îranê, ev proje heger çi Lahor û hevalên wî navê lamerkezîyetê lê kirine, lê belê îxaneteke mezin li pişt heye ku ji îxaneta firotina welat li 16 Oktobera 2017an kêmtir nîne.

Ev yek jî tişteke nû nîne YNK e bi alîkariya Îraqê bi serê Gelê Kurd tîne, li sala 2013an ku Nûrî Malikî Serok Wezîrê Îraqê bû, ji aliyê YNK ê û bi taybet ji aliyê Adil Murad ê Sekreterê Encûmena navendî ya YNK ê ve bi biryara Îranê hate razî kirin ku mûçe û budceya herêma başûr qut bike ji bo ku gel were birçî kirin û piştre li dijî hikûmeta başûr serhildanek were kirin, lê belê Hikûmeta Başûr û PDK her di zû de hest bi vê pîlanê kir û piştre jinavbir.

Li dawiyê em dibêjîn lamerkezîyeta YNK ê daxwaz kirî, tenê yek raman ji bo heye, ew jî lawaz kirina statoya Başûrê Kurdistanê ye li himber Îraqê, Lahor Şêx Cengî hemû hewlekê dide PDK ê bi firotina xaka Kurdistanê lawaz bike, cara pêşiyê bi firotina Kerkûkê ev car bi firotina Silêmaniyê.

Pustên heman beş