Îro 48 sal li ser sêdaredana Leyla Qasim derbas dibin

Îro 48 sal li ser sêdaredana Leyla Qasim derbas dibin, ew Leyla ya ku bûye sembula berxwedan, azadî û wêrekî ya jinan, li her çar perçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn.

Navê wê yê dirust “Leyla Qasim Hessen Kelhorî” ye, ew li sala 1952an li gundê “Banmîl” ê ser bi bajarê Xaneqînê ve ji malbatek hejar û Kurdperwer ji dayik bûye, bavê Leylayê karker bûye li şîrketa petrolê a bi navê Elwen, piştî ku bavê wê tê xanenşînkirin li sala 1971an de mala xwe ji Xaneqînê vedguhêzin Bexdayê û li wir akinicî dibe, xuşk û birayên Leylayê “Sebîha, Selam, Sefa û Selah” her hemû xwendkar bûn û ew ji xwendkarên herî zîrek bûn di wê demê de, lê belê ji ber hejariyê û peydakirina nanekî ji bo jiyankirinê, ew naçar diman hevdem bi xwendina xwe re karekî jî bikin, ji bo ku debara  jiyara xwe pê bikin.

Leyla Qasim yekem car li sala 1958an de li bajarê Xaneqînê dest bi xwendina dibistanê kirîye, qonaxa nawendî jî her li vî bajarokî bi dawî aniye, ew li sala 1971an li beşa civaknasî/ kolîja adabê li zanîngeha Bexdayê hatîye wergirtin.

Zulm û sitem û zordariya rejîma dagîrkar a Îraqê li ser gelê Kurd her di zû de bûne sedem ku Leyla hizir di azadî, xebat û tekoşîna li dijî vê rejîmê û azadîya Kurdistanê de bike.

Leyla Qasim, di demek wiha de wek jinek Kurd dest bi xebatê kir ku dihat gotin jin nikare mil bi milê zilaman di nava çiya û bajar û gundan de xebatê bike, lê belê Leylayê bi xebata xwe ew axaftin hemû bi nerast dane zanîn, Leylayê mil bi mlê hevalên xwe yên xwendkar ku Kurd bûn xebatek bê hempa birêve bir, Leyla bi hemû awayan li dijî neyeksanî ya di navbera jin û zilaman de bû, bi taybetî jî ku wê bi xwe di qada civaknasiyê de di xwend.

 Leyla Qasim, li roja 28 nîsana sala 1974an de digel 4 ji hevalên xwe bi navên “Cewad Hemawendî, Nerîman Fuad Mestî, Hessen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran”, di encama operasyoneka berfireha hêzên ewlehî û leşkirî yên rejîma Be’si li Bexdayê hatin desteser kirin.

Di dema desteser kirina Leylayê de, ew û hevalên wê ji aliyê rojnameya “El Sewre” a ziman halê rejîma Be’si û radiyo û telefzyonên lokalî yê Îraqê de, weke têkder û terorîst hatin bi nav kirin, digel vê yekê de û piştî azar û îşkenceyek zor, rejîm nikarî tu danpêdanan ji Leylayê wergire.

Ji aliyê rejîma Be’si ve sizayê sêdaredanê li ser Leylayê û hevalîn wê hat sepandin, rayedarên îstîxbaratî yên rejîma Be’si ji Leylayê re got: “nameyeke pûşman bûnê ji bo serok komar Ehmed Hessen Bekir binivîsîne û têde daxwaza lêborînê bike, da ku sizayê te were sivik kirin, ji ber ku ew keçe û rewşa wê digel rewşa hevalên wê pir cudaye”, Leyla di bersivê de dbêje: “Ez bi tenê yek serok û serkirde nas dikim ku ew jî General Mistefa Barzanî ye, ez şanaziyê bi xebat û tekoşîna partîya xwe dikim, ez amademe ji bo mirinê û bi tu awa daxwaza lêxweşbûnê ji tu kes û celadekî nakim”.

Leylayê di berisva rayedarên îstîxbaratî yên rejîma Be’si de her wiha ev yek jî ragihand û got: “Bi sîdaredana min wê bi hezaran Kurd ji xewa nezaniyê hoşyar bibin, ez pir xweşhal û serbilindim ku canê xwe bikim qurbanî rêya rizgarîya Kurdistanê”.

Rejîma Be’s, ji bo tirsandina gelê Kurd bi giştî û xort û ciwanên Kurd bi taybetî, piştî dadgehkirinek ne ‘adîlane, biryara sêdaredanê ji bo Leyla Qasim û hevalên wê derkir, ev yek di demekî de bû ku hêjan 2 hefte li ser desteserkirina wê de derbas nebibûn, serencam li saet 7î serê sibê li roja 12 golana sala 1974an de, Leyla Qasim û her 4 hevalên wê tên sêdaredan û digehin karwanê şehîdên bizava rizgarîxwaza gelê Kurd.

Rojekê bera ku Leyla Qasim were sîdare dan, rejîma Be’si rê bi dayk û bav û xoşka wê didin Leylayê di nava girtîgehê de bibînin, di vê hevdîtina Leylayê digel malbata xwe de, Leyla ji xoşka xwe re dibêje: “Ji bo min mqes û kincên min yê Kurdî yê nû bînin, xoşka Leylayê jêre dibêje te mqes û kincên Kurdî yên nû ji bo çine Leylaya min? Leyla di bersivê de dibêje: “Hinekê ji pora min bibrin û li ser kêliya tirba min danin, ji bo ku wexta Kurdistan azad dibe, pora min bi bayê azadîya Kurdistanê şad bibe û canê min aram bibe, kincên min yên Kurdî jî ji bo wê rojê ye ku dihêm sêdaredan û dibim boka Kurdistanê”.

Pustên heman beş