Duran Kalkan, Cemîl Bayik, yekîtiya netewî û leyistokên Elî Cengîs

Duran Kalkan, Cemîl Bayik, yekîtiya netewî û leyistokên Elî Cengîs

Ajansa ANF  ya PKK ê du roje li pey hev daxuyaniyên damezrînerên PKK ê Duran Kalkan û Cemîl Bayik diweşîne, nivîsandinê de pirr babet biçûk hatin nîqaş kirin lê di esas de babet careke din dizivre ser Zînî Wertê û yekîtiya netewî, di reportajên herdu kesan de jî bal kişandiye ser kongreya netewî. Qet berê xwe nadin rabirduyê xwe, bi nêrîneke veqetyayî ji rastî û rojevên dîrokê li babetan dinêrin, di vê derê de jî daxwaziya wan ya yekîtiya netewî derket pêş û xweya ye ku PKK dixwaze rêberatiya wê bike. Gelo rastî jî weha ye?

LÎSTIKÊN ELÎ CENGÎS

Di Tirkiyê de gotinek heye ku dibêjin leyistokên Elî Cengîs, çîrokeke wê a dirêj heye ev karekterê bi navê Elî Cengîs bi tenê di cewherê xwe de dikeve dinava hemû şêwaz û rengan û weke çîrokeke sêrbazî tê veguhastin. Xwe têxe hemû şiklan û bi wî rengî xwe ji şikestinan xilas dike, qiral jî li hember van karên Elî Cengîs dest vala ma. Erê gava mirov li dîrokê binêre yanî bi fikra min rêxistna ku dikare lîstikên Elî Cengîs bi başî bide pêş yek ji wan ya herî baş rêxistna PKK ê ye.  Hûn dixwazin weke pesnekê yanjî weke rexne yekê vê qebûl bikin lê belê rastiya PKK ê eve. PKK her carê bi kesekê cuda bi rêvebereke cuda dikare axaftinên xwe bi awayekê li gor kêfa xwe biguhre û bibêje, dikare li şûna xwe hinekên din bide axaftin, carna dibe Tirkiyeyî û carna dibe Kurdistanî, carna ji bo hemû gelên dinyayê tekoşînê dike û carna ji bo rizgarkirina rojhilata navîn tekoşînê dike, PKK bi berdewam bi vî awa tevdigere, armanca wê bi van gotinên herdem diguhere eve ku rê ji bo siyaseta xwe veke. Aniha di meydanê de dixwaze xwe bi rengê Kurdistanê bide nîşandan, başe di vê derê de samîmiyet heye yanjî mecboriyete?

Babeta Zînî Wertê ev bo dema du mehane destpêkirî, yek ji rêveberên PKK ê her roj di medyayên xwe de PDK ê bi îxanetê sûçbar dike û bangewaza tolhildanê dike. Lê îro eynî rêvebereke din ji vê rêxistinê derdikeve û dibêje em girêdayî yekîtiya netewî ne û hêjan jî em di xala xwe ya kevindane. PKK di nava axaftin û nivîsînên xwe de dibêje yan pêwîste weke ez dibêjim were encamdan yanjî ez rê nadem tişteke din çêbibe.

Bi rastî jî çi çêdibe, PKK di babetê yekîtiya netewî de xwedî axaftina xwe ye? Eger em lêhorbûnekê li ser bikîn ji bo mesela Kurdan û lihevhatina yekîtiya netewî hinek tişt pêwîstin ku ev yekîtî were pêkanîn.

Pêşekî, daku yekîtiya netewa Kurd were pêkanîn pêwîstî bi dehol û zorna û stran gotin di nava meydanan de û gotinên mezin, mezin nîne, her weha yekîtiya netewî ew propagindên hêsan yên her rêxistinek dikare ji bo ku bingeha cemawerê xwe bihêz bike jî nîne. Li hemberî yekîtiya netewa Kurd dagîrkarên weke Îran, ‘Îraq, Sûriyê û Tirkiyê jî hene û kes û aliyên di nava sîstema navnetewî jî de pê narahet bibin hene. Ji bo vê çendê jî weke dehweteke bi ecele bikin û di nava medyayê de jî kî pitir yekîtiyê dixwaze û ji bo dinya û alemê îfşa bike ne karekî wesa ye jî, di vê rewşa tevlîhev a rojhilata navîn de, daku kurd yekîtiya xwe pêk bîn pêwîste van karan bikin: ew her sê partîyên mezin ên bingehîn li Kurdistanê lazime digel hev bicivin û babetê bi awayek bingehîn nîqaş bikin û bi vî rengî peywendî çêbibin û pêş bikevin ji dervey vê weke saz kirina kongreya HDP ê, bi gotinên yekîtiya netewî û kongire yên şiklî kar nahête kirin.

Lê ji dervey van tişta jî ew navên rêveberên PKK ê ku di lîsta terorê ya Amerîka dane û xelat ji bo serê wan hatye danîn, ev kese bibêjn werin em li gel hev rûnên û li hev bikîn li himber meşro’yeta PDK ê û YNK ê ne jî, ew kesên weke Duran Kalkan û Cemîl Bayik ji aliyê Amerîkayê de xelat ji bo serê wan hatye danîn û bihên bibêjn, lê binêrin me digel PDK ê xwest lihev bikîn û paşan bibêjn em lihevhatin, ev wê çi qeder bibe pirsgirêkeke mezin ne tiştek zehmete ku mirov fêm bike.

PKK BI RUHÊ PIROTOKOLA SALA 1983AN DE GIRÊDAÎ YE?

Bi wateyeke din mirov dikare bibêje kî bi sitratîjî pêtir nêzî yekîtiya netewî dibe. Yekîtiya netewî ne karteke ku PKK yanjî rêxistinek din a siyasî her dema xwest li paxla xwe derbîne û bide şuxilandin. Duran Kalkan di axaftineke xwe de ji bo îmza kirina pirotokola sala 1983an weha dibêje: em hêjan bi ruha wê pirotokolê ve girêdayî ne lê dîsa her ew Kalkan di roja 14 Nîsana sala 2015an de weha dibîje: êdî Kurdistana Başûr li Erbîlê nayê birêvebirin.  Û gişt peywendiyên di navbera PKK ê û PDK ê de me qut kirîne. Ji wê rojê heya ku vê rojê çi hatiye guherîn ku Duran Kalkan dîtinên xwe diguhere. Dema di meha nîsanê de jî Mistefa Karasu li ser navê PKK ê li himber PDK ê daxuyaniyên pirr hişk di dan çi çêbû ku PKK di yek carê de fikra xwe guhart?

Hisabên xelet yên PKK ê ji Hewlêrê zivirîn, PKK ê weke her car ku dest didana ser cîyekî û xwe lê binecî dikir û ji bo wê dima weha difikirî ku wê di mesela Zînî Wertê de jî bikare vê yekê bike û bi dest bxe û ji bo wê bimîne û biçe û xelas, lê weha çênebû jiberku hikûmeta Herêma Kurdistanê di mesela Zînî Wertê de pirr bi sebir û aramî tevgeriya û qet vê carê te’wîz neda û PKK di vê xalê de nekarî desteka ji gel dixwest wergire jiberku gelê kurd ev lîstike fêm kir. Ew terefê YNK ê ku lihevhatin digel PKK ê hey nikarî hemû YNK ê bide pal xwe. PKK bi tenê ma bi îhtîmalek mezin ji bo ku ew dewletên weke Amerîkayê Zînî Wertê ji bo xwe pirr gring û pêwîst dîtin û di guhê hinek kesan de bang dabû jiber vê yekê jî di mesela Zînî Wertê de PKK ê axaftinên xwe guherîn lê gav paşde nehavêtîne. Bi tenê terza axaftina xwe guheriye li şûna weke berî niha mistefa Karasu digot emê şer bikîn emê xerab û wêran bikîn, Duran Kalkan derketiye û dibêje em dikarin di gel PDK û hikûmeta herêmê lihev bihên, rêveberiya PKK ê ya jûr dixwaze di nava gel de bi seng û têgeheke baş nerîna gel ji bo xwe rakêşe, lê rêxistina ciwanan ya Ewropa ji bo Zînî Wertê dertêxin meydana û çalakiyan pêk diînin û li dijî PDK ê û hikûmeta herêmê siloganên ne baş bikar tînin.  Xebatkarên medyaya xwe li dijî PDK ê û hikûmeta herêmê didin şuxilandin û axaftinên bi heqaret li ser PDK ê û hikûmeta başûr dikin.

Di daxuyaniyên dawî yên Cemîl Bayik û Duran Kalkan de diyar dibe ku Zînî Wertê mercê gring û sereke ye di pirsa pêkanîna yekîtiya netewî de, dibêje saziya û gel ev yek ji me dixwest em jî li ser vê yekê sekinîn lê hêjan prisgirêk çareser nebûye. Em jî dixwazîn pirseke weha ji wan bikin: birîz Cemîl Bayik ji bo yekîtiya netewî pirsgirêkeke din heye ku hêjan nehatiye çareser kirin ew jî pirsgirêka Şengalê ye. To weke PKK û weke Cemîl Bayik dê vê pirsgirêkê çareser bikin? Hûn dê ji hewlên xwe ji bo qut kirna şengalê ji Kurdistanê û pêkve girêdana wê bi Îraqê ve dest bikêşin? Û wê rê bi hilkirina ala kurdistanê li Şengalê bidin? Û hûn di şengalê de dê şirîkatiya xwe ya digel çeteyên heşda şeibî xilas bikin û rê bi vegerîna pêşmergên kurdistanê ji bo Şengalê bidin?

Cemîl Bayik dibêje gel dixwaze PDK ji Zînî Wertê derkeve. Em jî gelîn û li vê derê bang dikin: birêz Cemîl Bayik em dixwazin li şengalê da ala kurdistanê bihête hildan û ji şengalê derbikevin wê derê ji bo Îraqê bicî nehêlin bila bi Herêma Kurdistanê ve were girêdan.

Helbet siyaset ne tiştekî wesa ye ku ev vê dixwaze û ew wê dixwaze û siyaset bi vî awa nayê kirin, bi tenê PKK li Kurdistana Başûr girûpekî xwe têxe herîketê weke wê yekê dide nîşandan ku gişt gelê başûr herikî ye. Lê rastî ne eve, bi salan ew hevserokê PÇDK e ku bi PKKê ve girêdayî Fayîq Golpî, yekcar derdikeve pêş û dibîte temsîlçî yê grûpa aştiyê, ew kadroyên 27 sala yê PKK ê Nîlofer Kuç dibîte hevseroka KNK ê ji bo PDK ê bangewaziyekê dike ku xwe ji Zînî Wertê paşde vekşînin, PKK kadroyên xwe li ser pirr rengan dide nîşandan û dibêje evin gel, her rêveberekê PKK ê gotinek cuda dibêje kîjan gotin ciyê xwe bigre wê gotinê didin pêş. Ji bo vê çendê jî em dibêjine PKK ê lîstik û yariyên Elî cengî xilas nabin. Lê yekîtiya netewî weke ku PKK dibêje pêknayê.

Destûdarek husa heye: rîwayetek heye ku têde pirsyarê ji Voltair dikin ji bo mafên mirovan em dikarin çi bikin? Ew jî dibêje: (alîkar bin daku însan fêm bikin).

Pustên heman beş