Beşê yekê: biryara yekê Xizîranê kê wergirt
1î Xizîrana 2004an PKK ê bi daxuyaniyeke fermî dawî bi biryara agirbesta 1î Îlona sala 1999an anî, dema mirov li daxuyaniyên fermî yên PKK ê dinêre dibêjin dewlet berisva bangewaziyên me yên aştiyê nade ji ber vê yekê jî em dest bi şerê dîfa’ê dikîn berya sê mehan ku ev daxuyanî were belav kirin, dewletê digot PKK ê dawî bi çalakiyên xwe ne aniye û dixwazin çalakiyan bikin, dema mirov ji derve lê dinêre dinavbera herdu hêzan de mirov dibêje qey hevdîtin xetimîne, sozên bi hev dayî nehatîne bicî anîn û dewleta Tirk nêzî hevdîtinên aştiyê nebûye, encamek weha derdikeve, lê belê sala 2003-2004an ji bo Rojhilata Navîn salekî pirr girîng bû.
Sîstema navendî ya Îraqê hat hilweşandin û piştî wê dest bi avakirina sîstemeke nû hat kirin û hêjan jî ev yek berdewame, gelo çima di pêvajoya roxandina Îraqê û ji nû ve avakirina wê ya ku li sala 2003an dest pê kirî û hêjan bi dawî nebûy li sala 2004an hemwext PKK ê şer destpêkir? Ger bûyer û pêwendiyên dinavbera van bûyeran de ji dûrî hizbçîtiyê û siloganan û jiberkirina îdolojîkî em lêkolîn bikîn, emê pirr bi zelalî bibînîn ku 1î Xizîranê ne berxwedaniyeka li dijî dujminî ye. Di cewherî de ji vê pêngava PKK ê a 1î Xizîranê û destpêkirina şer em dikarîn sê encaman derxîn:
Yek: biryara 1î Xizîranê ne yek alî bû Serokê PKK ê Ebdulla Ocalan û dewleta kûr ya komara Tirkiyê bi hevre biryar girtibû.
Didu: armanc pêşî vekirina komara Tirkiyê bû ku bikare tedaxulî pêşketinên li derdorên navenda Îraqê de çêdibin bike û li kêleka vê de hêzên navdewletî erkên pirr mezn ji bûy herêma kurdistanê diyar bikin, ew jî (Tirk û PKK)jî dixwazin di warê siyasî û leşkerî de li vê xaka kurdistanê xwe cî bikin û kontirolê li ser pêşketinên Kurdistanê bikin.
Sisê: cîyekî weke Qendîl dûr ji sînorên Tirkiyê ji bûy qadroyên xwe dinavbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de ava bike û herêma sînorî bigre bin desthilata xwe û xebatên xwe yên Qadro û leşkerî di wan qadan de bide meşandin, hatin û çûnekê dinavbera Başûr û Bakur de pêk bîne, ev tesbîtek li ser rewşa Kurdistanê a dîroka nêzîke, ev her sê nuqteyên me bas kirîn bi bûyer şahid û belgeyên xwe ve hatîne îsbat kirin, ger mirov pêvajoya piştî 1999an hatî jiyandin teqîb bike mirov bi rihetî dikare vê rewşê bibîne.
SALA 2003AN DE ÇI ÇÊBIBÛ?
Şerê Îraqê di sîstema sed sala bîstan de qonaxeke nû bû yê ku di Îraqê de bibêje ez heme dikare di hemû Rojhelata Navîn de bibêje ez heme, aqlê dewleta ev rastiye didît, her kesî bi awayekî dixwest destwerdanê di Îraqê de bike, Îranê ev yek li ser Şî’eyan birêve bir, Tirkiyê li ser Tirkumanan xwet bike lê jiberku nifosa wan kêm û belave bûn û hêza wan ya abûrî jî nebû nekarî vê yekê pêkbîne, Parlemana Tirkiyê ji bû şerê Îraqê di roniştina xwe ya 1î Adara sala 2003an de nekarî biryara tezkerê derbike, dewleta kûr ya Tirkiyê dizanî ku ev biryara parlemanî tê wê wateyê ku Tirkiye wê nekare pêşeroja Rojhelata Navîn de cî bigre û liser biryar be, ji bo ku xwe bêxe nava Îraqê de pêwîstî bi rêyeke nû hebû ev rê li ser PKK ê re derbas dibû.
GELO PDK Ê YAN JÎ PKK Ê DEWLETA TIRK ANÎ ÎRAQ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ?
Bijlî sala 2004an di xaka Îraqê de roj bi roj pêşketina xebatên Tirkiyê mijareke aloz û berfirehe, di vê mijarê de PDK û PKK hevdu tawanbar dikin, di nava belgeyên WikiLeaks de gelek bûyerên ku nedihatin zanîn hatin eşkere kirin, di van belgeyan de beşê li ser Serokê PDK ê û Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mes’ûd Barzanî ku axaftin û nêrînên wî yên derbara Tirkiyê de kirî evin: “li gorî pîlana Amerîka ji bûy Îraqê çêkirî, Tirkiyê cihê ku nifusa Sinneyan pirr heyî li derdorên wîlayeta Enbar da cî digire, lê belê Mes’ûd Barzanî pirr bi dijwarî li dijî vê pîlanê tevgeriya û got ger Tirk digel Amerîkayê jî bihên em weke PDK wê î’tîrazê bikîn û dê dewleta Tirk weke dewleta dagîrkar nav kîn û bînîn, hatina Tirkan ji bo me meseleyekî man û nemanê ye û ev tê wê wateyê ku em dîsan bikevîn bin desthilatdariya Osmania”, beşdar bûna Tirkiyê ji bû operasyona Îraqê ji aliyê PDK ê ve hat red kirin li beramberî vê nîyeta Tirkiyê di nava Gelê Başûr de pêvajoya hişyar kirina gel li dijî vê nîyeta Tirkiyê destpêkir, di vê çarçûvê de li Duhukê û Hewlêrê û bajar û bajarokên ser bi Herêma başûr ve xwepêşandan li dijî arteşa Tirk hatin encamdan, gel û pêşmerge di yek senger de li dijî dagîrkariya Tirkiyê helwest nîşan da, PKK ê jî weke her car dîsan bi slogan û nivîsanan ve karî nîyeta xwe ya sereke biveşêre.
GELO HERÊMÊN PARASTINA MEDYA ŞEREKÎ DESTHILATDARIYÊ BÛ?
9î heyva 4 sala 2003an bi fermî rejîma Be’si ya Sedam Husên hat jinavbirin, êdî Îraq ket nava pêvajoyek nû, YNK ê û PDK ê jî nakokîyên dinavbera xwe de dan aliyekê û li Bexda dest bi xebata avakirina statoyek siyasî ji bû kurdistanê kir, PKK bi tu awa beşdarî vê pêvajoyê bû? Bêguman li dijî Bexdayê tevlî lihevhatina Kurdistanî nebû heya weke hêzeke alternativ ji bo dust û dujminan xwe da nîşandan, pêngava wê ya destpêkê jî ragihandina herêmên parastina medya bû, di nava sînorên Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê de weke alternativ li himberî wê Hikûmetê Herêmek ji bûy xwe ava kir, Ebdulla Ocalan ji bûy herêmên parastina medya digot pêwîste destorekî taybet were amadekirin, meclîs bihên avakirin, û ev jî aliyê netewên yekbûîy û sazî û dezgehên navdewletî bihên rêkirin lê belê van nerînan di rastî yê de çi cîyê xwe nebû û pêknehatin lê Herêmên Parastina Medya berdewamî weke alternativek li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanî hate şuxilandin, ev herêmên parastina medya ji bû Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn bingehê nakokî û cîyê zîyanê.
OCALAN BI T AWA BIRYARA JI NÛ VE ŞER DA?
Di çapemeniya PKK ê da ji bo salvegera biryara 1î Xizîranê weha hatiye gotin: dujminî piştî şûnde vekşandina sala 1999an bawer nedikir ku dê dîsa PKK û gerîla bikarin şerî bidin destpêkirin lê di rastiya wê de hevdîtinên digel Apo ku bi amadebûna dewleta ta Tirkiyê bûn Ocalan emir kir ku şer were destpêkirin heya ew nameyên ku bin destê dewletê de di gihiştin PKK ê jî hene, ger mirov li notên hevdîtnê û nirxandinên Apo binêre li Nîsana sala 2003an de Apo bas li destpêkirina şerî dike û weke tarîx jî 15 Tebaxa sala 2003an destnîşan dike, lê belê rêveberiya PKK ê ya wê demê vê biryarê rast nabîne li gorey rêveberiya PKK ê ji bo kurdan dema siyasetê û li ser mêzan rûniştinê hatbû û dinava hewildanên xebatên diplomatîk de bûn, Tîrmeha sala 2003an rêveberiya KADEK ê di civîna xwe ya berifireh da ev hewildanên Ocalan ji bû şer destpêkirinê bi bêdengî digot nexêr û digot paşan emê vê mijarê gotubêj bikîn û didana kêlekekê, li ser vê yekê Ocalan ne destpêkirina şer û pêkneanîna biryara wî ji bû xwe weke heqretek qebûl kir, beramberî vê yekê jî Ocalan bo dema mehekê nederket hevdîtinên parêzerên xwe, dibêje parêzerên xwe ev helwesta min weke pirotestoyekê ye li beramberî rêveberiya KADEK ê “pirtûka hevdîtinên îmralî yê”, lê belê Ocalan bê ku navber bikeve vê pêvajoyê dixwaze midaxeleya rewşa rêveberiya KADEK ê bike û dikeve nava bizavekî, du parêzerên wî Mehmûd Şakar û Îbrahîm Bîlgîn gefên Ocalan bi nivîskî digehînin Qendîlê lê dîsa rêveberiya PKK ê van gefan micit nagire di kongreya gel ya li sala 2003an heyva 10 û 11an de kombûy jî biryara şer nagire û li dijî vê helwesta Ocalan diraweste.
OCALAN PARÇEKIRINA PKK Ê DA BERÇAV
Ocalan û komara Tirkiyê PKK a li bin kontirola Ocalan de derketî pirr xeter didît, pêwîst bike wê rêxistin were parcekirin, xwîn dê were rêştin lê dîsa pêwîste PKK bikeve li bin kontirola Ocalan di dema 7 mehan de Ocalan bi rêya parêzerên xwe ji bo ku biryara şer derbikeve dinavbera Qendîl û Îmraliyê de dihat û diçû, van parêzeran hemû endamên rêveberiya PKK ê cuda cuda didîtin û li ser pêwîstiya şer dixwastin qena’etê ji bo wan çêbike daku biryara şer were dayîn, tiştê ‘ecêb jî eve ku van parêzeran ti caran dengê fîşekan jî gulê nebûye, piştî biryara şer derketî Mehmûd Şakar li Almanya nîştecî bû, Îrfan Dîndar yê ku di kongreyê de gotî ev emrê Seroke û pêwîste ev kongre biryara şer derbike piştî demekê bi fermî sîxoriya wî ji bo dewleta Tirkiyê îfşa bû, Ocalan bi destê xwe PKK e parçekir, ew kesên ku bi salan bi hevre meşiyay hinek ji wan weke çepgir û hinek jî weke rastgir hatin nîşandan, armanca vê parçekirinê ku dîsa PKK’îyekî bi gotinên Apo ve girêdayî careke din bihête ve avakirin bû yê ku vê biryara Apo ve girêdayî nemay weke xaîn hatin îlankirin li ser vê biryarê Kanî Yilmaz, Sîpan Rojhilat, Kemalê Sor û Hikmet Fîdan hatin kuştin û di encam de jî nîva rêveberiya PKK ê jê veqetiyan û xwîn hat rêştin, ew kesên ku dijî peymana Ocalan û dewletê ya hevbeş ku biryara şer derbikeve derketî jî dinava PKK ê de neman, armanca Ocalan (bila biçûk be, bila ya min be) li ser vê têgehê bingehê PKK hat avêtin.
Beşê diduyan: gelo PKK ê û dewletê li ser çi lihevkir, Herêma Kurdistanê çi zirar ji vê hevpeymaniyê dît?