BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JI KETINA DAIS Ê HEYA ÎRO
Îro 6 sal li ser ketina Mûslê bo dest terorîstên DAIS ê derbas dibin, evê bûyerê deriyê cengeke bê dawî vekir, pêşmerge bi cengawerên azad hatin nas kirin, wan li destpêkê efsaneya DAIS ê şikand, piştre pîlanên dewletên dagîrkaran ên jinavbirina statoya başûrê welat, hêj sedsala 21an di destpêka xwe de ye, pêşmerge bi jîratî û qaremanetî xwe têde feriz kir, di parastina kurdistanê de wan muhra serketinê lêda û li cîhanê weke cengawerên azad hatin nas kirin.
Li roja 6î xizîrana sala 2014an, hejmareke terorîstên DAIS ê, sînorê Sûriyê bezandin, ew derbasî Mûslê bûn, di 3 rojan de û bi taybet li 9î xizîranê, êrîş dest pê kirin û di demekê herî kêm de, ev bajar xistin jêr kontirola xwe.
Dagîrkirina Mûslê ji aliyê DAIS ê paş wê yekê hat ku bi hezaran leşkirên Îraqê bê ku tu bergirîyekê û pevçûnekê bikin, çek û cibilxane yên xwe ji boy DAIS ê hiştin û reviyane başûrê Kurdistanê, ev bû sedem ku DAIS ji rûyê leşkirî û çekan ve bi hêz bikeve, piştre û li 29î xizîrana 2014an, berdefkê DAIS ê yê bi navê “Ebo Mehemed ‘Ednanî” di tomareke vîdyoyî de, xîlafeta îslamê li Mûslê ragihand, hemwext “Ebo Bekir Bexdadî” weke xelîfe dest nîşan kir.
Piştre û li gel derbasbûna hinek rojên kêm, “Ebo Bekir Bexdadî” gotara nimêja înî ya 4î Tîrmehê li mizgefta Nûrî ya Mûslê xwend û bey’et pê hat dayîn.
Paş vê, rêxistna terorîstî dest bi êrîşan kir ji bo ku bajarên din yên Îraqê bixin jêr kontirola xwe û xîlafeta çêkirî ferz bikin, terorîstan parêzgeha Nînewayê bi tevahî, Enbar û beşeke zor ya parêzgehên Selaheddîn, Dîyala û Kerkûkê dagîr kirin.
ÊRÎŞA SER BAŞÛRÊ WELAT
Rêxistna terorîstî li 3î Tebaxa sala 2014an êrîşî navçeya şengalê kir ku 145 kîlometruyan dikeve rojava Mûslê, piştre navçeya Mexmûrê, wan Hewlêra paytext armanc girtibû û dixwastin arasteya êrîşê ji bo wir bibin.
Weke çewa li destpêka êrîşa ser Mûslê, bi sedan hezar gelê Mûslê ji ol û neteweyên cuda rû kirin herêma başûr û ev perçeya azad ya welat weke penagehekî aram ji bo wan lê hat, li wexta êrîşa ser şengalê û çêbûna karesata bi ser gelê êzdî de, gelê başûr bi tevahî destê alîkariyê dirêj kir, deriyên mal û mizgeft û dibistanan ji bo wan vekirin, DAIS ê her tişt li Şengalê bê rumet kir, keç û jinên kurdan revandin, ciwan û pîr qetil ‘am kirin.
Serokê wê demê ê herêma Kurdistanê “Mes’ûd Barzanî” her zû dest bi xebatên xwe kir ji bo ku rewş zêdetir aloz nebe, li ser vê gaziyê, Emerîkayê hevpeymaniyeke navdewletî bi beşdariya pêtir ji 65 welatan pêkanî û dest bi êrîşa hewayî li ser DAIS ê kirin.
PÊŞMERGE EFSANEYA DAIS Ê TÊKŞIKAND
Pêşmergeyên başûrê Kurdistanê her ji destpêka êrîşa terorîstan, karî bi çekên xwe yên kêm berevaniyê ji xaka welat bike, wan pêş hemû cîhanê cenga li dijî terorê meşand, gihîşt awayekî ku leşkirê Îraqê nedikarî tu hengavan bê pêşmerge bihavêje, bajarên ku DAIS ê dagîrkirîn, yek bi yek rizgar kirin û heya êrîşa rizgar kirina Mûslê ewa li 10î Xizîrana 2017an bi dawî bûy.
Di cenga dijî DAIS ê de, pêtirî ji 2 hezar şehîd û 3500 pêşmerge birîndar bûn, navê pêşmerge li hemû cîhanê weke cengawerê azadiyê hat nas kirin, li hemû qadên navdewletî serokên welatan navê pêşmerge dianî ser ziman.
ERKA GIRAN
Li gel ragihandina serketina li ser DAIS ê li 10î xizîrana sala 2017an, erkeka giran tir ket ser milê pêşmerge, ev erk “parastina take perçeya azad a Kurdistanê bû ji dewletên dagîrkar”, lê belê pêşmerge li vir jî bi sitran rû kirin enyên şer, dastan li “Sihêla û Pirdê” çêkirin.
Paş referandoma serixwebûna kurdistanê, dewletên dagîrkarên Îraqê, Tirk û Îranê bi alîkariya beşek ji xaînên welat li nava partîya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK ê, pîlana êrîşa ser başûrê Kurdistanê dest pê kir, paş radest kirina Kerkûkê ji aliyê “Lahor Cengî û taxmê kalfaman”, pêşmerge nehişt rumeta welat bikeve, wan li “Pirdê û Sihêla” cengeke bê wêne kir, leşkirê Îraqê û mîlîşyayên şî’î paşde zivrandin û nehişt statoya Kurdistanê bikeve xetereyê.
Ya ecêb li wexta ku leşkirê Îraqê û heşda şebî, êrîşî ser başûrê Kurdistanê kirî, Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ê tu hengaveke alîkariyê ne avêt, belku berevajî ew li benda serketina aliyê dagîrkar bûn, ew li benda şikestina başûr û nemana statoya herêmê bûn, ji bo ku piştre xwe bi xwediyên Kurdistanê bizanin.
ŞENGAL PKK Û BIZAVA ÇÊKIRINA QENDÎLEKE DIN
Li wexta dest pê kirina êrîşa DAIS ê li ser şengalê, PKK li şûna ku alîkariyê bike û li gel pêşmergeyan bersînga terorîstan bigirin, wan medyaya xwe li dijî pêşmerge û hikûmeta başûr xiste kar, ji bo ku bawerîyekê ji bo gelê Êzdî çêkin ku pêşmergeyan ew di dest terorîstan de hiştin, lê belê wexta ku DAIS ê êrîşê kampa Mexmûrê kirî, Serokê Herêma Kurdistanê yekem kes bû pêşnîyaz ji bo PKK ê kirî ku gelê kampê jibo nêzî Hewlêrê bên veguhastin daku xetera DAIS ê li ser nebe.
Di dema destpêkirina êrîşa rizgar kirina şengalê jî de, PKK ê ku yek gulle di wî şerî de ne avêt û paş ku pêşmerge bi alîkariya hevpeymaniya navdewletî Şengal rizgar kirî, PKK ê her zû ket nava şengalê û baregehên xwe têda çêkirin û ev yek bû sedem ku dewleta dagîrkar ya Tirk êrîşên hewayî li ser şengalê pêkbîne û heya îro jî gelê Êzdî ji ber hebûna baregehên PKK ê nikare vegere şengalê.
BIHÊZKETINA BAŞÛR Û DIJE HENGAVÊN PKK Ê
Paş bi dawî hatina cenga DAIS ê û cenga bi sedema referandomê rastî kurdistanê bûy, êdî hengavên bihêzketina pêgeha başûr careke din dest pê kirin, kirîza darayî ber bi dawyê bû, li asta navdewletî peywendiyên welatan li gel başûr xurt bûn, li vir PKK ê bi alîkariya Îranê û beşekê berpirsyarên YNK her çi karekî qirêj ku ji dest hatbe ji bo lawaz kirina başûr kirin.
Bi dehan kirîz xuliqandin, mînak kuştina cêgirê kunsilê dewleta Tirkiyê li nava Hewlêrê ku PKK ê di xwest bi vê yekê Tirk êrîşî başûr bke, herweha kirîza Zînî Wertê ku armanc jê dorpêç kirina Hewlêrê bû.
Heger çi ev şeş sal ji bo başûrê Kurdistanê pir zehmet bûn, lê li dawyê karî bi rumet, serbest û azad bimîne, pêşmerge xewnên dagîrkaran xistin jêr lingan û rêveberiya başûr jî pîlanên Xaînan parast û yek bi yek xewin û pîlanên wan xistin di zibilxanê de.