Li vê bajarê Kurdistanê welatî ava şêlî vedixwin
Li bajarê Muşê li Bakurê Kurdistanê ava çavkaniyeke çiyayî ya şêlî demeke dirêje eleqeyeke mezin dibîne, ev ava nezelal gelekî tê vexwarin û welatî wisa bawer in ku ew ji bo kevirên gurçikan baş e.
Li bajarê Mûşê demeke dirêj e pesnê vê avê tê kirin û welatî liser wê bawerê ne ku ev ev ji bo kevirên gurçikan dermane û dibe sedema helkirina van kevirên di nava gurçikan de.
Ev ava ku li derdora gundê Elozêrkê derdikeve welatî eleqeyeke mezin jêre nîşan didin jiberku li gorî îdîayan ew av keviran jî dihelîne.
Ji bo ku lêkolîn were kirin şandeyeke zanîngeha Mûşê berê xwe da çavkaniyê û ji avê hinek mînak girtin, jiberku av tev şêlî ye û dibe ku zirarê jî bide însanan.