Firset û rîskên Rojava û lihevhatina yekîtiyê

MEZLÛM EBDÎ EV RASTÎYE DÎT JI BER VÊ YEKÊ BI HURMET NÊZÎ BAŞÛR Û MES’ÛD BARZANÎ BÛ

GER EV LIHEVHATIN HATE PÊKANÎN DÊ HÊT WÊ WATEYÊ KU KURD VÊ CARÊ DÊ LINGÊ ŞEYTANÎ DI CÎYEKÊ BAŞ RE BIŞIKÎNIN

Îro ji bo Kurdan rojeke gelekî girînge ku firest û rîsk bi hevre ne. Ev lihevhatina dinavbera ENKSê û PYDê da ji bo raya giştî hat eşkere kirin û ev jî li bin garantorîya Amerîka de bû eve jî firseteke ji bo Kurdan û sedsalên niha kurd têde, ger ev lihevhatine bikeve merîyetê da û birêve biçe ev ne tenê ji bo rojava belku ji bû tevahiya Kurdan hem aliyê wan yê siyasî hem yê rohî de ev dê bibe sebeba guherînên mezin, ger ev lihevhatine hate pêkanîn dê hêt wê ramanê ku Kurd vê carê dê lingê şeytanî di ciyekê baş re bişkînin.

DAGÎRKAR NIKARN LIHEVHATINA PYDÊ Û ENKSÊ QEBÛL BIKIN

Ger ev lihevhatin li gor cewhera xwe bi rêve biçe, ev lihevhatina Waşintonê ku li sala 1998an hatbû çêkirin destkeftên mezin dê ji bo Kurdan bînin, ev lihevhatina di sala 1998an de ku dinavbera PDKê û YNKê de hatbû çêkirin hişt ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê ku a niha di destê Kurdan de heye were çêkirin. Kurd bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê darbekî lêdan li himber pergala înkar kirina Kurdan, niha jî ev lihevhatina dinavbera PYDê û ENKSê jî careke din lêdana dirbeke mezine ji bo dagîrkarên Kurdistanê.

Lê belê ev kare ew qas asan nîne. Dagîrkar vê lihevhatinê nikarin qebûl bikin. Ev tiştê ku me jêre gotiye rîsk ne qebûl kirina dagîrkaran e ji bo vê lihevhatinê, ev rojên ku dinavbera PYDê û ENKSê de hevdîtin hebûn zext li ser Rêveberiya Herêma Kurdistanê zêde bû, û Îran û Tirkiyê li ser sînor hereketên xwe yên leşkirî zêde kirin.

Îran eve du roje li sînorê Herêma Kurdistanê li navçeya Hacî Omaran bi top û katyoşa navçeyê bombebaran dike. Ev topbaran tehdîdeke ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê di vê lihevhatina Rojava de roleke girîng hebû.

Heman demê ev operasyona leşkerî ku sê roj berê Tirkiyê bi navê “Penc-Baz” destpêkirî ne dijî PKKê belku li dijî Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye û ev operasyona duh êvarê li bejahiya Zaxo li Heftenînê destpêkirî jî heman tişt bû û li dijî Rêveberiya Herêma Kurdistanê bû nek PKKê, bi kurtî dagîrkarên Kurdistanê lihevhatineke bi vî awa ji bo xwe weke derbekî mirinê dibînin û ji bû ku vê lihevhatinê helweşînin bi hemû rêbazan dê tekoşînê bikin.

BARZANÎ LI DIJÎ HEMÛ TEHDÎDÊN TIRKIYÊ JÎ JI BO ÇÊKIRINA VÊ LIHEVHATINÊ HEWLEKÎ MEZIN DA

Li aliyekî din jî li milê Kurdan jî hinekî zehmetî hene, hinek hereketên Kurd jî lihevhatineke bi vî awa ji xwe re weke kêm feragatekî dibînin, ev lihevhatina ku îro hatiye meşandin têde hatiye diyar kirin ku emê lihevhatina Dihokê ji xwe re esas wergirin. Lihevhatina Dihokê Cotmeha sala 2014an hat îmza kirin ku wî demê Kobanî li bin xetereya dagîrkirinê de bû, Serokê Herêmê yê wî demî Mes’ûd Barzanî li dijî hemû tehdîdên Tirkiyê jî ji bo çêkirina vê lihevhatinê hewleke mezin da û di van nîqaşên 9 rojan de weke garantorekî bû. Lihevhatina Dihokê ji bo kobanê û Rojava pêvajoyeke gelekî girîng rê vekir. Jiberku piştî vê lihevhatinê bi navbeynkariya Barzanî hêzên Amerîka û hêzên koalîsyonê li kobanê li hember çeteyên DAIŞ ê êrîş çêkirin. Û rê hat vekirin ku ser Kobanê re Rojava hem siyasî hem jî ‘eskerî îtîfaqa navnetewî çêbikin. Lihevhatina Dihokê li ser çar maddeyên esasî hatbû çêkirin: dibe Kanton berdewam bin, hevbeşî ya siyasî, hevbeşî ya eskerî, û zagonekî nû çêkirin. Lihevhatina Dihokê dinavbera van herdu aliyên siyasî de sernekeftibe jî lê belê PYDê sûd jê wergirt û di qada dîplomasî de ji xwe re ciyek vekir. Lê belê ev lihevhatine cî bi cî nebû. Sedem ev bû kî PKK nedixwest yekdestiya xwe û hukimdariya xwe ya Rojavayê Kurdistanê winda bike. PKKê digot bila biçûk bimîne belê bila yê min bimîne. Jiberku PKKe di dîroka xwe ya 40 salî de cara yekemîne ku bikare li ser ciyekî wê derecê hukimdariya xwe çêbike. PKKê bi Tirkiyê re bazar li ser Rojava dikir û dixwest ku bi rêya Rojava xwe bike hêzeke meşrû û rasterast bibe muxatebê hêzên siyasî. Heger di Rêveberiya Rojava de hêzekî dervey vî hebûya nedikarî bigîje van armancên xwe. Em dikarin bêjîn Rêveberiya PKKê ya Qendîlê bi çavekî stratejîk ne li lihevhatina Hewlêrê ya sala 2012an ne lihevhatina Dihokê ya sala 2014an nenêrî, tenê xwest wextî ji xwe re destve bîne û ji bo ku xwe bigihîne hinek cîha kire derence. Ev partîyên weke Elwehde û Elwîfaq ku di nava ENKSê de cî digirtin ku bi destê hinek kesên ji PKKê qut bûyî hatbûn damezrandin bûn sedem ku ev îtîfaq helweşe. Bi gomanekî mezin Elwehde û Elwîfaq hem bi rejîma Sûriyê hem bi PKKê re lihevhatina wan hebû û bi zanabûn xwest bûn di nava ENKSê de û dema îşaret bi wan hatî dayîn wan wisa kir ku îtîfaqa Dihokê sernekeve.

EV REWŞE, REWŞEKÎ GELEKÎ BI GOMANE

Niha jî dibe ku hinek pirsgirêkên wek wê derkevin ku bi mînakekî di vê dema dawyê de dema hevdîtin heyî li 20î heyva Golanê ev partîyên di Rojava de nêzîkî PKKê bûn rabûn partîyeke nû avakir. Navê vê partiyê kirin Partîya Yekîtiya Netewa Kurd. Û gotin ji vê şûnde emê hevdîtinên bi ENKSê re bi navê vê partiyê berdewam bikîn. Ev rewşe, rewşekî gelekî bi gomane. Esas hevpeymanî dinavbera ENKSê û PYDê de ye. Lê belê diyare ku eqlekî veşartî hinek senaryo dirust kirîne ku eger rewşeke nihênî derkeve evê bêjin kî em zaten xwedî yekîtiyekê ne û pêwîstî yekîtiyeke din nake, û diyare ku Partîya Yekîtiya Netewa Kurdistan PYNK ji bo lîstikekî ho zirav hatiye çêkirin. Pêwîste em gelek hişyar bin. Axaftina na, emê berê xwe bidin tiştê pişt perdê.

RÊVEBERIYA ROJAVA DIFIKIRÎ KU HEMÛ DINYA MUHTACÎ WANE, NIHA EW REWŞ Û EW EQLÎYETA BERÊ NÎNE

Lê belê pêwîste em vî tiştî jî bêjîn Rêveberiya rojava jî ne di rewşa xwe ya berê de ye sala 2014an Rêveberiya Rojava bi rojane bi rojan û bi sa’etan li bin çavdêriya Qendîlê de kar dikir, eve xwedî îradeyekî xwe nebûn, tiştekî balkêşe ku ew kadirên ku bi salan li çiya perwerde dîtibû û bi piropagindeyên PKKê mezin bibûn ji rastiya siyaset û dinyayê gelek dûr bûn. Ev difikirîn ku tenê şer û tenê berxwedana gencan têrî serkeftinê dike taybet jî piştî ku li kobanê ji destê DAIŞ û Tirkiyê hatî rizgar kirin, Rêveberiya rojava difikirî ku hemû dinya muhtacî wane.

MEZLÛM EBDÎ EV RASTÎYE DÎT JI BER VÊ YEKÊ BI HURMET NÊZÎ BAŞÛR Û MES’ÛD BARZANÎ BÛ

Niha ew rewş û ew eqlîyeta berê nîne. Wisa diyare ku bi pêşengiya Mezlûm Ebdî komekî Rêveberiya Rojava ku naxwazin pêşeroja rojava û gelê Rojava bikin qurbana siyaseta PKKê û peywendiyên dinavbera PKKê û Tirkiyê de kadroyên Rojava piştî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî fam kirin ku siyaset bi piropaginda û diruşman nayê meşandin. Heman demê dîtin ku şer kuştin û berxwedan tenê jî têra serkeftinê nake. sererayî PKKê jî Mezlûm Ebdî çend caran got ez sipasiya Serok Mes’ûd Barzanî dikim, ev ne bi tenê ji bo siyasetekî hat gotin esas ew fam kir ku Başûrê Kurdistanê bi çend zor û zehmetiyan jî xwe li ser lingan digre û aliyê dagîrkaran hatye dorpêçkirin jî û liser devê çeqokê hêjan xwe li ser lingan digrin, esas Mezlûm ‘Ebdî ev rastîye dît ji ber vê yekê bi hurmet nêzî Başûr û Mes’ûd Barzanî bû.

Em li Xedîcê Nanêrîn emê li Netîcê binêrîn

Niha pêwîste ku em hemû kurd berê xwe bidin Başûr û Rojava Kurdistanê û em nabêjîn ev îtîfaq serkeftina mezne. Lê belê em wisa bê hêvî jî nêzîk nabin ku çi tişt çênabe. Emê bizanibin ku li derve dagîrkar û li hundir jî hinek partîyên berjewendiya xwe parêz ji vê lihevhatinê gelekî nerazîne. Emê roj bi roj gavên tên avêtin bişopînin. Em bi gotina, piropagindeyan û daxuyaniya nahên xapandin, piraktîk ji bo me girînge. Encam, em li Xedîcê nanêrîn emê li Netîcê binêrîn.

Pustên heman beş