Ji Lahor Cengî qehreman avakirin – Beşê 1

Beşê yekê:

LI YNK Ê DA SER BÛNE LING, LING BÛNE SER

Kurd van demên dawiyê navê Lahor Cengî pirr gulê dibin, gelê başûr bi taybetî jî gelê Silêmaniyê bi salane Lahor Cengî nas dikin, kurdistanî yên Başûr Lahor Cengî weke kesekî ku li gomirkên sînorî yên dinavbera Herêma Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê dest didanî ser dahatê wan gomirkan, kesekî ku di gel hikûmeta navendî ya ‘Îraqê li ser firotina Kerkûkê peyman çêkirî û li şerîke û îhalan komîsyon wergirtî, wek kesayetî jî kesekî bi kerbûkîn û lawaz tê naskirin û jiyana wî hemû megezînek rengawrenge, lê belê hinek layen dixwazin Lahor şêx Cengî bi vê pirofaylê ve weke kesekî wilatparêz, qehreman û harîkarxwaz ji bo Rojava bidin nîşandan, gelo rastiya Lahor şêx Cengî kîjan ji vane ye.

LAHOR CENGÎ KÎYE?

Lahor şêx Cengî sala 1976an li bajarê Hewlêrê ji dayk bûye, ew jî weke hemû malbata talebaniyan heya demekî li Îranê jiya ye û mezin bûye û perwerda xwe li Berîtanya wergirtiye, erka wî cara yekem di nava YNK ê de sala 1999-2000 bû dema ku weke nûnerê YNK ê li Tirkiyê dest b kar bûy, wan salan di navbera YNK ê û PKKê de peywendî pirr aloz bûn, ev alozî li meha Eylola 2000ê bûne sedema şerekî ku 5 mehan berdewam kir, di vî şerî de PKKê nêzî 250 û YNK ê jî nêzî 500 wendayî dan, li wê demê PKKê peywendiyên dinavbera Tirkiyê û YNK ê rexne dikir û digot YNK e îstixbarata derbarê PKKê de dide Tirkiyê, ev peywendiyên  Lahor Cengî digel Tirkiyê bingehê xwe hêjan li wan salan werdigire, ew hêza li ser Tirkiyê ya ku li Silêmaniyê cî bûy TIT “tîma îstixbarata Tirkiyê” li ser dema nûneratiya Lahor şêx Cengî li Tirkiyê hatbû avakirin, sala 2002ê ji bûy kom kirina hêzên taybet yên ser bi YNK ê ve Lahor hat erkdar kirin lê belê piştî demekî Lahor ev hêze ji bû berjewendiyên xwe yên şexsî bikar anî û ket dinava hinek tenzîmên mafyawarî bi zorî ji xelkê bac standin û karekî ne bin fermana YNK ê de meşand, li ser vê xebata wî raste rast Mam Celal mudaxele kir û bi tundî Lahor rexne kir, Lahor Cengî heya ku Mam Celal li ser erka xwe ya partiyê bû ne xwedî tu desthilatekî berçav bû, berî ku Mam Celal li sala 2012an nexweş bibe ev kesên ku dixwest dinava YNK ê de wezîfeya xwe ji bo dizîyan bikar bînin ne bes tenê ev kese belku Bavêl talebanî jî ku niha digel Lahor hevserok e tu pileyek hîzbî pê nedihat dayîn, gelê Silêmaniyê bi xwe dibêje ku dema Mam Celal di rewşeke baş de bû, kesek pirsê ji Mam Celal dike te çend kur hene? Mam weke nokte di bersivê de dibêje: “min kurek û kerek hene”, li virr mebesta Mam Celal bi ker Bavêl ê kurê wî bû ku niha bûye hevserokê YNK ê, ew kesên Mam Celal li dûrî partiya xwe dihîştin niha bûne hevserokên partîya wî.

LING BO SER, SER BO LING

Piştî sala 2005an Mam Celal bûy Serok Komarê Îraqê, karê partiyê pişt guh xist û pêtir girîngî bi karê xwe weke serok komarê Îraqê da, êdî YNK e bi karîzma Mam Celal û hevalrêyên wî weke Kosret Resûl, Mela Bextîyar, Şêx Cehfer, Berhem Salih dihat meşandin, ev ekîb di xeta YNK ê de bi biryar bûn, xwedî mebde bûn û di warê hizrî de jî Kurdistanî bûn, vê navberê da Hêro Îbrahîm xwe wek cêgîra Mam Celal erkdar kir, Hêro yê îmtîyazên malbatê û navê Mam Celal û malbata wî ji bo xwe weke fersend bikar anîn ji bo ku YNK ê bêxe bin çengên xwe, heman dem li ser dahat û asayîşê jî xwe kir lêvegera YNK ê, ev qadroyên kevin ji vî karî pirr nerazî bûn, jiberku Hêro yê yekîtiya hîzbî çênedikir, di nava helwestên malbatî de bû, dixwest hemû biryaran ew bi xwe bide, ev jî bo sedem ku di nava partiyê da nakokî çêbibe, hev ne kirina van du grûpa mecalê avakirina grûpa sêyemîn da, ev grûpa sêyemîn bi alîkarya hinek hêzên din ava bû, sala 2013an Lahor şêx Cengî did nava YNK ê de bo berpirsê saziya herî girîng ku bi saziya îstixbaratî ya “Zanyarî” tê naskirin, her weha birayê wî ê bi navê Polat Şêx Cengî bo berpirsê hêzên taybet ku pêş wî Lahor berpirs bû, erkdarkirina Lahor ne weke erkdar kirineke siruştî bû bi vê erkdar kirinê tifaqekî siyasî a kevin hat zîndî kirin, ew grûpa ku serkêşiya wê Hêro xan û xuşka wê Şanaz Îbrahîmê dikir yanî malbata Îbrahîm Ehmed ku li sala 75an YNK e damezrand bû peymana wê demê ji nû ve zîndî kir. Ev sîstema hevserokî ya YNK ê di bingehê xwe de li ser mebdeên hevsengiya dinavbera van du malbatan hatye avakirin, mirov dikare bibêje Bavêl Talebanî bi tenê nûnerê Hêro xanê û Şanazê ye û bi tenê şekle.

QADROYÊN KEVIN DIHÊN TESFIYE KIRIN

Ew rêka Lahor ku ew ber bi Hevseroktiya YNK ê birî hêza Îranê ye, Îranê dizanî ku ew grûpa kevin heya radeyekî wê bi mebdeî nêzî pirsgirêkên siyasî bibe lewra jî Îranê xwest vê grûpa han bide aliyekê û li şûna wan kesên ku rojane bikarin pêwendiyan digel Îranê çêbiken û bikare wan bimeşîne di nava YNK ê de serdest bike, Îran dixwaze berpirsê yekê yê YNK ê weke parêzgerê bajarekî Îranê tevbigere ji ber wê jî grûpa qadroyên kevin hat tesfiye kirin.

Îranê navên nû derxistin pêş, Îranê ev kese erkdar kirin û xistin nava xebatê, ‘Adil Murad li ser beşê siyasî, Mela Bextîyar bê bandor kir dîsan li Hewlêrê Arêz ‘Ebdulle li cîhê kesekî weke Kosret Resûl bi hêz derxistin pêş, heman dem ala talebanî jî weke fîgoreke siyasî derxist pêş, hosta Resûl û Dixtor Xisrew Gol erka dûrxistina qadroyên kevin ji Mela Bextîyar da ser milê xwe, Şanaz Îbrahîm jî weke çavdêrek hat erkdar kirin, bê goman Lahor şêx Cengî jî ji ber paşnavê xwe, ciwaniya xwe û hêza abûrî û leşkirî ya di dest wî de hat berçav kirin.

BANDORA PKKÊ LI SER LAHOR CENGÎ

Bi rastî hilbijartinên 2012an YNK ê dirbeke mezin xwar bû û li dor xwe dizivirî, Îranê xwest YNK ê bi destê wan navên me li serî bas kirî ji nû ve tenzîm bike, ji bo komî ser hevkirina YNK ê, Îranê PKK û Cemîl Bayik jî erkdar kir, ji bo ew grûpa Îranê di nava YNK ê de diyar kirî bihêz bibe Cemîl Bayik xebatek mezin da meşandin bi taybetî jî kesê di nava YNK ê de Lahor Cengî krî xwedî hêz Cemîl Bayik bû, ew pêvajoya radest kirina Kerkûkê ji bo Îraqê, Cemîl Bayik û Lahor Cengî bi hevre meşandin, PKKê ew hêza xwe ya Daqûq û Tozxormato, pêş ku êrîş dest pê bike bi 5 saetan li gel yekîtiyê dinava kordîneyekê de paşve kêşa, îxaneta 16ê Oktobera sala 2017an ya grûpa Lahor şêx Cengî û Bavêl talebanî di dîroka Kurdistanê de îxanetekî herî gemar û bi êşe, berîya îxaneta Kerkûkê bi 4 rojan bi hîceta zîyaretkirina tirba Mam Celal Qasim Suleymanî hat Silêmaniyê, li Silêmaniyê digel YNK ê û PKKê civînek çêkir, ji YNK ê di civînê de Lahor şêx Cengî, Hosta Resûl, Dixtor Xisro beşdar bibûn, aliyê PKKê de Riza Alton endamê Konseya Rêveber ya KCKê, ku yeke ji qadroyên kevin di nava KCKê da û Demhat ‘Egîd (Seyîdxan Ayaz) endamê komîteya dîplomasî ya PKKê, ku li 23/10/2019an li Silêmaniyê li çiyayê Ezmer ji aliyê balefirên dewleta Tirkiyê ve hat armanc kirin û jiyana xwe ji dest da beşdar bibûn, di wê civînê de planên pêşeroja başûrê kurdistanê hat çêkirin, Şengal, Mexmûr û hatin û çûna di nava hêzan de û peywendî digel rojava avakirin hemû di wê civînê de hatin avakirin, yanî van aliyan sûnd li ser peymanekê xwar ji bo dijatî kirina PDK ê û malbata Barzanî, şirîkatiyek stratejîk li ser qederek hevbeş hat çêkirin, heman dem roja ku kurdan referandom çêdikir li roja 25/9/2017an Lahor Cengî digel taqma xwe bi firokeyekî “Karbo” a barhelgir ku tu kursîyek jî ji bo rûniştinê têde nîne, çûn daku li gel Bexdayê hevdîtinan çêken, ev çûna xwe jî bi wêneyekê di sosyal medyayê de parve kirin, ev wêne wêneyê îxanetê bû.

Pustên heman beş