Ji Lahor Cengî qehreman avakirin – Beşê 2

Lahor şêx Cengî ji bo YNKê weke qeyûm hatiye danan

Beşê du:

PKKÊ PÎYON KIRIN ŞAH Û JI BO VEŞARTINA ÎXANETA LAHOR XEBATÊN PIRR MEZIN ENCAM DAN

PKKê dema ku Kerkûk hatî dagîrkirin di hemû dezgehên xwe yên ragihandinî de Hikûmeta Herêmê û PDKe weke berpirs dida diyar kirin, dixwest bi vî awa îxaneta Lahor Ceng û Bavêl Talebanî biveşêre, PKKe bi wê hêza xwe ya mezin di warê çapemeniyê da ev leyistoka xwe ya sêhirbaziyê bi awayek ektîv bikar anî û li Bakurê Kurdistanê vê sêhrê bandora xwe li ser gel dirust kir, lê belê PKKe nedikarî bi tena serê xwe vê leyistokê bi rêve bibe, Îranê û Cemîl Bayik ji bo bikaranîna “Pîyonê” xwe Lahor şêx Cengî her tiştê bi destê wan ve hatî encamdan, anku Pîyon kirin Şah.

Jiber vê sebebê karê PKKê yê yekemîn ji bo Lahor Cengî ev bû ku ew kir karakterek siyasî û ketin di nava hewildanekî ku di nava navdêrên siyasî yên Kurd de cîhekê ji bo Lahor dirust bikin jiber vê yekê gava yekemîn xwestin rola wî ya Kerkûkê veşêrin, PKKê bûyerên Kerkûkê hemû berevajî kirin, YNKê bi xwe jî danpêdan bi wê peymana xwe a digel ‘Îraqê de çêkirî kir, Mela Bextîyar û kesên nêzî wî ji ber îxaneta Kerkûkê xwe ji erkên xwe yên hîzbî dûr xist, wê demê de ji bo ku YNKê ji vê qirêjê paqij derbixe PKKe ji YNKê pêtir bo YNK’eyî, hemû hêza xwe ya rêxistinî ji bo palpiştiya YNKê bikar xist, ji bo ku Lahor weke karekterek siyasî tev bigere PKKê pirr xebat meşandin li ser destkeftên Rojava xwestin Lahor weke remzekî yekîtiya netewî bidin nîşandan, bi qasî ku dema Lahor di nava gelê Başûr de dikeve rojevê de, diçe Rojava û digel Mezlûm ‘Ebdî wêneyekî xwe di sosyal medyayê de belav dike ew dixwaze hemû gunehên xwe bi vî wêne bipeçîne, Lahor Cengî bi alîkariya Îranê, PKKê û Hikûmeta Îraqê di dijatî kirina Hikûmeta herêmê de pirr radîkaltir bû, ew dizane ku rojek ji rojan wê hesaba îxaneta Kerkûkê lê were pirsîn lewma jî ji bo pey xwe çi delîlan nehêle dixwest hemû yekîtî di bin desthilata wî de be.

BIZAVA TESFIYE KIRINA YNKÊ

Lahor Cengî û grûpa xwe bi alîkarya Îranê, YNKe ji nû ve “vesazkir” ji bo partîya xwe sîstemekî ku nehêt fêhim kirin çêkir û hinek saziyên nû ji bo tesfiye kirina hinek kadirên sereke avakirin, yek ji van saziya ku pirr mezin diyar dike lê belê çi bandora xwe nîne serokatiya meclîsa siyasî ya blind e, Kosret Resûl ji bo serokatiya wê hat hilbijartin, herçend weha diyar kir ku ev kar weke heysiyet bexşîn ji bo Kosret Resûl encam daye lê di rastî de ev erke tesfiye kirina Kosret Resûl bû ji karê partiyê, berîya referandomê jî Kosret Resûl ji ber alîgiriya referandoma serxwebûnê  ji bal Qasim Suleymanî ve hatbû tehdîd kirin, Qasim Suleymanî gotbû, ger Kosret Resûl piştevaniya referandomê bike demekî nêzîk de ezê biçim tazîya wî, Hikûmeta Îraqê jî bi biryara desteserkirina Kosret Resûl piştevaniya vê gefa Qasim Suleymanî kir, di nava YNKê de kesên ku ji rewşa xwe nerazî weke Hakim Qadir, Dilêr Seyîd Mecîd û Şêx Cehfer Şêx Mistefa di nava partiyê de hatin bêdeng kirin, YNKe niha weke partîyeke bê hizir li dûv karê rojane ketî ji mîsyona partayetiyê dûr û nediyar çi dixwaze xweya dike, bi gotneke zelaltir ger em bibêjîn qasî Lahor Cengî mezin bû ew qas jî YNKe biçîk bû.

ŞÛRÊ DAMOCLES LI SER RÊVEBERIYA HERÊMA KURDISTANÊ

Efsaneyên Yonan a kevnar de Damocles we dizane ku bûne melik tişteke pirr hêsane, ji ber vê melikê Sîrakoza Dionysus pirr hêrs dibe jiber vê jî ji bûy dema rojekê kursîkê xwe dide Damocles, li hindavî kursîkî jî Şûrê xwe bi daveka mûyê hespî ve girê dide bi vê peyamê dixwaze bibêje Damocles ku karê wî ne hind hêsane, dibe her demê ew Şûr bikeve, Lahor Cengî jî niha weke wî Şûrê Damocles li ser serê Hikûmeta herêmê û destkeftên wê diheje, ne diyare ku wê çi dem ew Şûr wê ji wî mû biverese, armanca wî ya sereke guhertina sîstema Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, dixwaze kîmyaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biguhere.

Meha Nîsanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rênimayên li dijî vîrusa Korona ve mijûl bû, parêzgeha Silêmaniyê jî bi biryara veqetîna ji Hikûmeta Herêmê ve mijûl bibû, û bi vê biryarê xwestin destê Hikûmeta Herêmê lawaz biken, di vê meha Xizîranê de jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin dorpêça gefên dewletên herêmî daye, ji van gefan ya yekem gefa wezîrê karubarên derve yên Tirkiyê Mewlûd Çawîşoxlu bû, di bingeh de ji nerazîbûna partîyên Rojava şeva 18ê Xizîranê got kî digel PYDê şirîk be emê wî bi PKKe bizanîn û emê nefsî mamlê digel wî bikîn, ev gefa wî ji bo PDKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, roja 21ê Xizîranê Cemîl Bayik jî di gotareka xwe de got “li nava gelê Başûr de yên ku agahiyan didin dewleta Tirkiyê, em dê wan bikujin û ceza bikîn”, ev gotar di telefizyona PKKê de hat weşandin, ev gefa Cemîl Bayik li ser îstîqrar û aramiya di nava Herêma Kurdistanê de bû, pey wî re Lahor Cengî jî gef kirin.

DI RASTÎ DE ÎXANETA KERKÛKÊ BI DAWÎ NEBÛYE, HÊJAN BERDEWAME

22ê Xizîranê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jiber kirîza abûrî biryar da ji bo mehekê mûçeyên fermanberan 21٪ qut bikin, li 23ê Xizîranê saet 3 şev YNKê bi biryarekê ev biryare pejirand û got emê alîkarê vê biryarê bîn, lê di demekî kin de hevserokê YNKê Lahor Şêx Cengî ev daxuyaniya poltibîroyê ji malpera fermî û hemû kenalên ragihandin û sosyal medyaya YNKê de rakirin, piştî çend saetan jî Lahor Cengî di hesaba xwe ya twitterê de ev ne nivîsandin: “sekrtariyeta encûmena serkirdayetiya YNKê wê bicive, ger Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gel Bexda rêkeftinekê pêk neîne em weke YNKe berpirsyariya mûçe dayînê na hilgirîn, û heman dem  da xwe vekêşan ji hikûmet û parlamentoya Herêmê wê yek be ji bijardeyên li ber destên me”, ev Tiwîte weke tiwîteke normal tê dîtin lê belê plana di bin vê Tiwîtê de veşartî qasî îxaneta Kerkûkê metirsîdare, jiberku dema Lahor ev Tiwîte weşandî piştî çend saetan şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Qubad Talebanî ji bo hevdîtineke pir girîng diçû Bexdayê, Lahor weke her dem dîsa berê xwe dabû Bexda û bi vê tiwîta xwe peyam dida Bexda ku ez piştevanê we me, ev şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bê encam vegeraiyan, di rastî de îxaneta Kerkûkê bi dawî nebûye, hêjan berdewame, Lahor Şêx Cengî bi erkê desthilatdariyê ser xweş bûye û bi vê serxweşiya xwe êrîşî ser hemû destkeftên Kurdistanê dike.

GELO ALÎGRÊN YNKÊ WÊ ÇI BIKEN

PKKê û bi taybetî ‘Ebdulla Ocelan ji sala 93 û vir de dixwastin grûpekê ji YNKê qut bikin û bi palpiştiya wan li Herêma Kurdistanê de cîyekî ji bo xwe dirust bikin, her çi qas Mam Celal û ‘Ebdulla Ocelan bi peywendiyên xwe digel yek baş bin jî metirsiya PKKê tu caran berçav berze nedikir, wî dizanî ku di berîka xwe de dîpşikî digêrîne lê belê piştî nexweş ketina Mam Celal PKKê ji bo xwe weke firsetek dît û YNKe li gorey berjewendiyên xwe bikar anîn, dibêje YNKê ez li dijî PDKê me û li ser vî esasî dixwaze tewîzan ji YNKê wergire û bi palpiştiya YNKê di başûr de weke hêzeke siyasî xwe dide nîşandan û heman dem YNKe jî bi palpiştiya PKKê dixwaze xwe li ser lingan bigre lê belê her çi bibe bila bibe ev herdu hêz jî li ser peymana digel dewleta Îranê dijîn, bi vî halî YNKe xilas bûye, tenê nav maye û îskelet maye naveroka wê vala bûye, weke amorekî siyasî di nava mozexana siyasetê de cî digre, êdî prisgirêk bi rastî jî eve gelo kesên di nava YNKê de xwedî xizmet û xwediyên rasteqîne yê YNKê dê bikarin li mîrasê xwe xwedî derkevin yan ne?

GEL BAŞ DIZANE JI VÎ QUMAŞÎ ÇI SEROK JI BO KURDAN DIRUST NABE

Lahor şêx Cengî ne kesatîyeke weha ye ku xwedî armancek netewî be û bikare li mîrasê Mam Celal xwedî derkeve û ne xwedîyê wê şexsîyetê ye ku bikare serokatiya YNKê bike, çewa li Bakurê Kurdistanê dagîrkerên Tirk li ser şaredariyan qeyûman ava dikin, Lahor şêx Cengî jî ji bal dewleta dagîrkar a Îranê ve li ser YNKê weke qeyûm hatiye teyîn kirin, Lahor Cengî bi wê hêza di destê xwe de û bi wan alîkariyên jêre dihên kirin xwe winda kiriye bi şêwazên mafyawarî dixwaze xebatên siyasî bi rêve bibe, kîjan dewlet, kîjan hêz bixwaze ji Lahor qehremanekî ava bike bila baş bizane ku ji wî qehreman dernakevin, em malê xwe baş nas dikîn, Gelê Başûr baş dizane ku ji wî Lahor ê li taxa Serçinar a Silêmaniyê li ser maseyên wîskîyê na rabe û di nava keyf û semayê daye û bûye mijarekî megezînê çi serok dirust nabin, Gel baş dizane ji vî qumaşî çi serok ji bo Kurdan dirust nabe.

Pustên heman beş