Li Qersê û Ardaxanê şilî û zîpik ji ber destê sibê vir da bi navber dibare û ji bo welatiyan bû tengasî.
Îro roja şemî 4/7/2020an piştî nîv rojê, li bajarê Qersê û Ardaxanê şilî û zîpik bi navber barîn û ev yek bû sedema dirustkirina astengan ji bo ajokaran.
Li Qersê dema welatî bêy tevdîr bûn şilî û zîpik di ser wan da barî û ew tûşî tengasiyê kirin. Ji berku zîpika ji nişka ve dest bi barînê kir ajokaran betanî avêtin ser wesayîtên xwe daku wesaîtên wan bi sedema zîpika tûşî ziraran nebin, ji ber ava ser rêyan jî ajokaran tengasî kişand.
Ji aliyek din li Çildira navçeya Ardaxaanê jî li lûtika çiyayê Qisirê, zîpik barî û her alî çîl û sipî bû.