Jiber nebûna avê heywanên gundiyan mirin

Jiber nebûna avê heywanên gundiyan mirin

Li gundê Kuçûkaya Artûklû  ê ser bi bajarê Mêrdînê li bakûrê Kurdistanê, ji ber ku hikûmetê elektirîk birî û welatiyan nekarî ji bo heywanên xwe avê peyda bikin, heywanên wan yek bi yek dimirin.

Hikûmetê ev demek dirêje, ceyrana gelek gund û herêmên girêdayî navçeyên Dêrk û Qoserê yên Mêrdînê birîye, vê carê jî, ceyrana gundê Kuçûkaya navçeya Artûklû birî.

Ji ber ku hikûmetê ev nêzî 15 rojane ceyran birîye, pompeyên avê yên li gundan bi ceyranê dixebitin jî, êdî nayên xebitîn. Welatî ji ber pêvajoya vîrusa Koronayê (kovîd-19) û tune bûna avê rojên zor û zehmet derbas dikin. Welatî nikarin paqijiya xwe bikin û ji bo heywanên xwe avê peyda bikin.

Ji ber bê avîyê kezeba mihan xirab bûye û mirine. Herçend ku tu deynê gundiyan tuneye jî, lê ava wan hatye birîn. Ev di demekî de ye ku li van gundan ji bilî cotkarî û sewalkariyê tu karekê ku şênî bikarin bikin tuneye.

Pustên heman beş