Dengibêjê herî nasyarê Bakurê Kurdistanê “Seydxan Boyaxçî” koça dawiyê kir, ev dingbêj di piranîya mîtîng û ahengên HDP ê de amade bû, lê belê HDP ê ew li dawîya rê jibîr kir û bi tenê hişt.
Dengibêjê nasyarê Ameda Bakurê Kurdistanê “Seydxan Boyaxçî” duh roja yekşemî 5/7/2020an di temena 99 saliyê de, koça dawiyê kir, vî dengibêjî pêtirî 70 salan xizmeta sitrana Kurdî kirîye, sitran û heyran bi êş, azar û evîn, dol û çiyayên Kurdistanê gotine û bi sedan sitran xistine nava arşîfê sitrana Kurdî de.
Berya pêtirî salekê ew nexweş ketbû û duh roja yekşemî koça dawiyê û kir û cesedê wî li goristana Amedê hat bin ax kirin.
Partîya Demokratîk ya Gelan HDP ê ji bo mîtîng û ahengên xwe her zêde pişt bestin li ser dengibêj “Seydxan Boyaxçî” dikir, lê belê paş nexweş ketina Boyaxçî ew ji aliyê HDP ê ve tê jibîr kirin û pişt guh avêtin.
Ji berîya Boyaxçî koça dawiyê bike bi demekê, wî gotbû: “Min pir caran beşdarî aheng û mîtîngan kirîye, lê belê paş ku ez nexweş ketîm, hemûyan ez jibîr kirim û bi tenê hiştim”.
Seydxan Boyaxçî navê wî yê dirist “Seyd Şemşek”e, ji ber ku wî ji bo wexteka dirêj karê boyaxçêtiyê dikir, ew weke kod nav ji bo wî hatbû tesbît kirin.