PKK têkilîyan digel dagîrkarên Kurdistanê bi lojîk dizane – Beşa 2
- Nivîsîn: Karo Hewraman
- Beşa duyemîn
Hewlên Partîya Karkerên Kurdistanê, ji bo tevlîhevî kirin û ji nav birina doza neteweyî û tevgera rizgarîxwaza Rojhilata Kurdistanê, arasteyeke xetertir bi xwe ve dibîne û li van roja rîkorda dengê kesekî bi navê “Se’îd Sa’îdî” ku yek ji berpirsyarên PKK ê ye û endamê KNK ê ye hatîye parve kirin, ew eşkere bas li têkilîyên PKK ê digel dewleta Îranê û nûnerên rêveberên wê partiyê li Tehranê dike.
Sa’îdî dibêje: “Zubêr Aydar, berpirsyarê nûneratiyê bû û rêveberên PKK ê pir bi vê ofîsê kêf xweş bûn, Sa’îdî naveşêre ku PKK li bajarê Ormîyê a Rojhilata Kurdistanê, bingeheke tenduristiyê hebû û birîndarên xwe têde tedawî dikirin, hemwext ev têkilîyên di gel dagîrkaran de bi lojîk dizane û hewl dide sercem wan rexneyên li têkilîyên PKK ê û dagîrkarên Kurdistanê tên girtin, bi ne lojîk bide nîşan dan.
Se’îd Sa’îdî yek ji qadroyên herî diyar ên Partîya Karkerên Kurdistanê ye, xelkê Rojhilata Kurdistanê ye û niha li wilatê Almanya yê jiyan dike, navbûrî yek bû ji wan kesên ku dihat gotin ew wê ji aliyê PKK ê ve ji bo seroktîya PJAK ê were hilbijartin, lê belê paş vê yekê Siyamend Mu’înî weke Serokê PJAK ê hat dest nîşan kirin, Sa’îdî li beşa ragihandinê û têkilîyên PKK ê li Almanya yê berdewamiyê dide çalakiyên xwe.
Sa’îdî di hevpeyvînek radio yê de, beşek ji gotinên xwe ji bo têkilîyên PKK ê û Îranê terxan dike û ne tenê bi eşkere dan bi hebûna wan têkilîyan dike, belku bi lojîkî jî dizane, Sa’îdî dibêje: “Zubêr Aydar berpirsyarê ofîsa nûneratiya PKK ê bû li Tehranê”.
KURDÊN DILSOZ DI NERÎNA PKK Ê DE NEZAN Û PAŞKETÎ NE
Piştre dibêje: “wexta ku bas li daxistina nûneratiya PKK ê li Tehranê hatîye kirin, Murad Karaylan pir dilgiran bû ku êdî PKK ê nûneratî li Tehranê namîne! Se’îd Sa’îdî di dirêjî ya daxuyaniya xwe de, hebûna têkilîyan li gel dagîrkarên Kurdistanê bi lojîk dizane û bi sefistebaziyê weke mîtoda herdemî ya PKK ê, dixwaze ne tenê hêncetan ji bo nêzîkbûna partîya xwe li gel rejîma Tehranê û dujminên din yên gelê Kurd bigre, belku ewên pakij û dilsoz jî Kurdayetîyê dikin bi kesên nezan û paşketî bide nîşan dan û dibêje nabe em di yek giravê de pêkve jiyan bikin.
Piştre û bi mifa wergirtin ji hinek îdyemên taybet yên PKK ê, dixwaze alîkariyên navbera PKK ê û Tehranê de bi beşek ji xebata Kurdan bide nîşan dan û dibêje: “ew wexta ku PKK ê bingeha tenduristiyê ya taybet bi xwe ve li Ormîyê heyî, li heman demê PKK ê û pasdaran li çiyayan şer dikir û şehîd hebûn, li dawyê jî ev berpirsê PKK ê dibêje: lojîka têkilîyên PKK ê, lojîkeke tayîbete, lojîkeke nû ye”.
Heger gelek bi kurtî li daxuyaniyên vî berpirsê PKK ê mêze bikîn, wê ji bo me eşkere be ku bi rastî lojîka têkilîyên PKK ê nûye û li gel çi ‘eqil û mentiqekî na gunce, alîyek bixwaze beşeka xaka wilatekî din cuda bike û di rewşa şer de bin û di heman demê de têkilîyên nêz li gel hev hebin, birîndarên wan tedawî bikin û alîkarî û dostatiya wan bigehe astekî ku nûneratîyeke eşkere hebe û yek ji rêberên wê weke nûner li paytexta wilatê dujmin serbest tev bigere, bi rastî ev lojîkê nû tenê heger di PKK ê de hebe.
Diyare ya ku bas li daxistina ofîsa têkilîyên PKK ê li Tehranê tê kirin, tu rastîyek ji bo nîne, belku rastî eve ku ji ber zexta cadeya Kurdî û îranî û li ser pêşniyaza hikûmeta Tehranê ev nûneratiya ku caran ya eşkere bû, di niha de bi nihênî karên xwe dike, ji bo vê mebestê jî, sînaryo li ser daxistina nûneratiya PKK ê û dilgiran bûna Murad Karaylan û rêveberên din yên PKK ê hatine danan û cî bi cî kirin, rastî eve ku bingehên PKK ê ne tenê li Tehranê belku li hinek ciyên din bi nihênî hene, hemwext dabîn kirina pêdiviyên PKK ê ji dermanan di niha de tenê bi Ormîyê nehatine sînor dar kirin, belku li bajarên din bi nihênî bingehên tenduristiyê ji bo PKK ê hatine terxan kirin.
ÇIMA TÊKILÎYÊN PKK Ê LI GEL REJÎMA TEHRANÊ NE LOJÎKÎ NE?
Bê guman rewşa wê erdnîgariya ku Kurdistan têdeye li ser çar parçeyan hatîye dabeş kirin, yan heger baştir bibêjîn ji aliyê çar dujminan ve hatîye dorpêç kirin, wisa kirîye ku rêxistinên her parçeyeke Kurdistanê ji bo dewam kirina çalakiyên xwe pêwîstî bi hebûna têklîyan li gel rejêmên dagîrkarên parçeyên din yên Kurdistanê hebe, mînak bera serhildana gelê Kurd yê başûrê Kurdistanê û avakirina statoya siyasî ya Herêma Başûrê Kurdistanê, partîyên xebatkar yên Rojhilata Kurdistanê bi neçarî têkilî li gel hikûmeta Bexdayê hebûn, yan jî partîyên rizgarî xwaz ên Başûrê Kurdistanê ji bera serbest kirina wê perçeya Kurdistanê, neçar bûn ku têkilîyan li gel dewleta Îranê ava bikin, lê belê cudahîyeke gewherî heye û nabe li ç demekê em pişt guh bavêjin, ew jî eve ku ne partîyên Rojhilat xwe bi rizgarkerên Başûr dane nas kirin û ne jî partîyên Başûr di bernameyên xwe da bas li rizgar kirina Rojhilata Kurdistanê kir, lê belê Partîya Karkerên Kurdistanê PKK xwe bi rizgarkera her çar parçeyên Kurdistanê dide nas kirin, anku bi siloganan dixwaze nexşeya 4 wilatan bi guherîne, lewma têkilî li gel her çar dewletên dujmin hene!!.
Heger bi awayekî din bas bikîn, wexta ku bas li rizgar kirina bi yek car a hemû Kurdistanê dikîn bi wê wateyê tê ku ev dewletên Kurdistan dagîr kirî wê beşeka xaka xwe ji dest bidin, anku Kurdistan wê bigehe serbestiyê, Tirkiye wê xaka Bakurê Kurdistanê ji dest bide, Rojhilata wê ji Îranê were standin, herweha Rojava, di rewşeke wisa de kesekî heger kêmtirîn lojîk û têgehiştin hebe, wê bi asanî wê pirsê ji serê xwe derxe ku heger partîyek bi silogana serbest kirina Kurdistanê têklî di gel dagîrkarên Kurdistanê hebin, tenê wê di du haletan de be, yan eve ku ev dewlet û tevahiya civaka navneteweyî kêmaqil, nezan û ne lojîkin, yan jî ev partî û rêxistine ne tenê her ji bo serbest kirina Kurdan tev nagere belku bi beşek ji pirojeya dagîrkaran yê ji nav birina bizava rizgarîxwaza neteweyî ya gelê Kurd tê hesab kirin.
Diyare bê guman civaka navneteweyî kêmaqil nîne û dagîrkarên Kurdistanê jî her çend di warekî de lawaz jî bin, lê belê wan selmandiye ku ew di dagîrkirina Kurdistanê de û di dewam kirina wê dagîrkariyê de, qet kêmaqil nebûne.
JI BO KU TEVGER Û PARTÎYÊN NETEWEYÎ YÊN KURD BIHÊN JI NAV BIRIN, PÊWÎSTE HÊZEKE HEVŞÊWEYÎ WAN WERE AVA KIRIN
Di yek ji wan dukomêntên ku di bîranîna çalakiyên siyasî yên Îranê de hatine parve kirin, amaje bi xaleke herî girîng hatîye kirin, Mihemed ‘Elî Recayî ku li demekê serok wezîrên Îranê bû û piştre bûye Serok Komar û di encamê de di teqînekê de hat kuştin, ew bi yek ji teorîsyenên Rejîma Komara Îslamî li destpêka serketina şorşa Îranê li sala 1979an tê hesab kirin.
Recayî wexta ku serok wezîr, dixwest rêyekê ji bo bêdeng kirina bizava rizgarîxwaza gelê Kurd bi taybet li Rojhilata wilat bibîne, lewma rawêj li gel gelê bispor kir û yek ji wan kesên ku Recayî rawêj pê kirî, melayekê bajarê Qumê bû ku li serdemê rejîma Şahî bi sedema çalakiyên wî yên siyasî ji bo Kurdistanê hatbû nefî kirin û ji bo demekê li wir jîya bû.
Ev melaye ji Recayî re dibêje: “diyare Kurd neteweyeke bi rehime, dilê wan pake, lê ji bo ku tevger û partîyên neteweyî jinav bibî, pêwîste hêzeke weke wan ava bikî”, piştre şandekê hikûmeta Tehranê bi serpiriştiya Mehdî Bazirgan û endametî ya Çemran serdana Sûriyê dikin û daxwazê ji Hafiz Esed dikin ku bo avakirina hêzekê ji bo jinav birina xebata rizgarîxwaza gelê Kurd alîkariyê bike, Hafiz esed di bersivê de dibêje: “pêwîstî bi hêzeke nû nîne, hêzeka wiha weke hûn dixwazin heye, wexta ku şanda Îranê dipirse kîjan hêze? Esed dibêje PKK ye! “.
PKK DIXWAZE LI JÊR NAVÊ “PEYWENDIYÊN DEMOKRATÎK” XIZMET KIRNA DUJMINÊN KURDAN MEŞRÛ’ BIKE
Se’îd û qadroyên din yê PKK ê pêwîste li şûna bi kêmaqil zanîna gel, di wê rastiyê bigehin ku îstidlala wan ji bo alîkariyên PKK ê û Tehranê ew qas sawîlke ne ku bi hezaran sefistaîyên din ên betal jî nikarin kirasê lojîkê li ber bikin.
Di beşeka gotinên vî qadroyê PKK ê de, sercem partî û aliyên netewî û rizgarîxwaz bi perawêz xistî û bê ageh ji rewşa siyasî ya cîhanê tên nav kirin û bas li wê yekê dike ku nabe di giravekê de bijîn, li destpêkê pêwîste bibêjim, her çi kesê bas li giravê bike bila bike, lê belê PKK û qadro û alîgirên wê nabe bas lê bikin, ji ber ku felsefe û sitratîjî û sercem biryarên çarenvîsî yên PKK ê ji giravekê tên ku bi “Îmralî” tê nav kirin û rêber Apo li vê giravê bi alîkarî û rawêja digel mezine rayedarên dewleta Tirkiyê, PKK ê û xebata Kurdan birêve dibe.
ANKU BEREVAJÎ DAXUYANIYÊN SE’ÎD SA’ÎDÎ, ALÎKARIYA DIGEL DAGÎRKARAN NE TENÊ NÎŞANA CÎHANÎBÛNÊ Û ÇAV VEKIRINÊ NÎNE, BELKU BERHEMA BIRYARDANÊ YE JI GIRAVÊ!.
Sa’îdî di beşeka din ya gotinên, xwe de bi pêkve girêdana îdyema demokratîk, weke sercem sefisete û îdyemên dataşkirî yên din ên Îmraliyê û PKK ê, dixwaze li jêr navê “peywendiyên demokratîk” xizmet kirina dujminên Kurdan meşrû’ bike, lewma heger bi vê felsefe û lojîka nû û taybet a PKK ê be, dûr nîne rojekê PKK eşkere bas li “îxaneta demokratîk” bike û bi lojîk û ‘eqlane wesif bike.
Bêrêzî ya vî qadroyê PKK ê bi hesta gelê Kurd di wê demê de digehe asta jûr wexta ku dibêje PKK bi haydarî ya rejîma îranî li bajarê Ormîyê bingeha tenduristiyê a taybet bi xwe ve heye û hemwext li çiyayên Ormîyê, Selmasê û Mako ên Rojhilat digel pasdarên Îranê di şer de ne.
PKK û pasdar şer dken, lê wexta gerîlayek brîndar dbe, bi ambolansa pasdaran ji bo ormyê tê veguhastin ji bo ku were tedawî krin û piştre careke din çekî li djî pasdaran bi teqîne!!
Wate PKK li çiya digel pasdarên Îranê de şerî dike û wexta ku gerîlayek birîndar dibe, bi ambolansa supayê pasdaran ji bo tedawî kirinê bo Ormîyê tê veguhastin ji bo ku li wir were tedawî kirin daku careke din çekî li dijî pasdarên Îranê hilgire! Wate PKK û rêberên wê ew qas bi rû qayîmî gelê Kurd bi kêmaqil û nezan wêne dike ku em bi tenê dikarîn bibêjîn hûn bi xwe kêmaqilin ku hêjan heya niha we asta hişyarî, lojîk û mentiqê Kurdan fêhim nekiriye.
XALEKE DIN YA GIRÎNG DI DAXUYANÎYA VÎ QADROYÊ MEZIN Ê PKK Ê DE ZELAL DIBE, EVE KU TÊKILÎYÊN PKK Ê LI GEL REJÎMA TEHRANÊ PEYWENDÎYEKE SÎSTEMATÎK Û STRATEJÎ YE.
Xaleke din têkilî bi wan siloganan heye ku Partîya Karkerên Kurdistanê li ser kongireya neteweyî bilind dike, bi tenê ev bese ku bizanîn kongireyeke neteweyî ku nûnerê PKK ê li Tehranê serkirdatiya wê bike û kesek weke Se’îdî Sa’îdî endama wê be ku tekoşînê dike cudahiya di navbera baş û caşan de nehêle û îxanet kirin bi Kurdan bi lojîkî bike, wê bikare çi destkeftekî ji bo Kurdan û xebata wan ya heq peyda bike?
Di beşa sisêyan de wê bas li revandina zarokan û bi kuşt dana wan ji bal PKK ê ve bikîn, wê bi horgilî bas li zaroka 13 salan ya Serdeştê bikîn ku ji bal PKK ê ve hat revandin û piştre bi kuştin da, dayka zarokê di vîdyo yekê de bas li bûyerên ji dest dayîna kezeba xwe û serederî ya ne însanî ya PKK ê dike.
Li benda me bin